beçe

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  666 Dîtin
to ew çwar mêxey azarey
ke bo ’îsayan daçeqand
to ew mencenîqe ziley
bo îbrahîmyan dagîrsand
to ew çewe daxkirawey
piştî yaranî miḧemed be to sûtan.
minîş wek hawřêyanî xom
leser çwar mêxekey ’îsa perwerde bûm
janî zamî çewsawey em serzemînem
xwardotewe.
xwênî cê qaçî zebûnîm
listotewe
pûlî postey derbederî û zebûnîm
kokirdotewe.
bo awî serbestî hatûm
xakim deştî kerbelaye û xwênawîye.
netirsawim le şimşêrî beçekanî mi’awye.