miryem

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  717 Dîtin
xoşewîstan
dezanin bo?
diłdarekan bê bawanin?
dezanin bo?
pencey ferîkî mindałan
nînokî lê sewz nabê?
dezanin bo?
çexmaxetan
řûnakîyan
le pêş dengyanewe demrê?
çunke herdem lem xakeda
miryemî xem
jan deygirê
lebrî ’îsa
miryemêkî tirî debê
miryemtan, miryemî debê