monopołî xem

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  621 Dîtin
bazirgane ’ewdałekan
řuḧ berde gyan sehołekan
le pîşangey hełwêstekan
xem defroşin
***
min xem dekiřim
her bê beşêk biłê: heme
ba bête lam
diłim monopołî xeme
xem hawřême û mame xeme
şagirdime
***
be piluskî xemda, deřom
be heniskî xem, xom deşom
nanî bêdarî xem dexom
le kelawey xemda, bûm-m
min bo pûlî xem, elbûm-m
xemî hemûtan denoşim
bełam le bazařî gyanma
cige le «hełmet» û «hîwa»
hîçî tirtan pê nafroşim.