şeqameke
Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
1 Xulek
856 Dîtin
bo ew mindałey polîsekanî gumirg le naw bazařî silêmanîda kuştyan
şeqamî naw bazařekecencał bû wek:
serî kujerêk pêş tawan.
no - sałêkî laq barîkî deng kiz, tyayda
kewtibuwe paket firoştin
wird û lût barîk û şermin
nasyawêkî bibînîyaye,
dirextekanî kenarî dekirde ḧeşarge û paye
zorî nebird
cencałî naw şeqameke û dirextekanîş řayan kird
neyzanî çon gumirgîyekan meçekyan girt!
tirsî
girtineke - gestî
daçłekî û bałekanî daye dest - ba
bełam destiřêjî piştîyewe
leser singî şeqam xistî.
ta gyanî zyatir řodeçû
şeqameke le berçawî pantir debû
hênde pan û firawan bû
lepêş dwayîn henaseyda
şostekanî lê bizir bû
gumirgîyekan
termekeyan becê hêşt û şeqamekeş weku caran
geřayewe û buwe serî kujerekey pêşî tawan
bełam xełkî
katêk paketyan dekřî û hełdepçiřî
le cêy bîst cigerey sipî
bîst şeryanî
dem be qułpî xwênyan dedî