jan mebin

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  609 Dîtin
agirêkim
berd û puła detwênmewe
eger řojêk
kelepçeyan pê kirdim bo hawmebestim
bimkujênnewe.
nemamêkim
hezar gułî ałim pêye
eger řojêk
bo tawanêk, nûkî nêzeyan lê bestim
bimbiřnewe.
řûbarêkim
şîrî xawênim pya deřwa
eger řojêk
«nîron»êk xoy tyada şitim
piřim kenewe
herwa debeng û gêl mebin
herwa sawîlke û wêł mebin
herwa bestezman mebin
herwa bo diłim jan mebin
ey ewaney leber tirsinokî xotan
baweř naken be jyanî qaremanan.