bibin be tîşk

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  767 Dîtin
-lem dîw dîwarî mergewe-
řołe
to nemamêkî guł degrî
agadar be
nemam heye nûkî nêzey lê debestirê
bełam nekey lêy bitirsî.
řołe
çawekanim derdehênin
gwêzan dexene naw gerûm
metirse tîşk nafewtê
deng naxnikê
eweta min,
bêdeng nebûm.
***
-lew dîw dîwarî mergewe-
řaste gyane tîşk nafewtê
bełam lêre,
deng dexnikê
le asyay sûr
hêşta şewe
şew birjang debête řeweyek espî serkêş û
bîlbîlekan,
defřênin
bo wiłatî xenebendan.
êsta lêre diłdarekan
bûn be tîşk ta nefewtên
tenya beçaw sirûd dełên.
***
-dîwar řûxa-
bibin betîşk bo asyay sûr
xoşim dewên û şew deringe
şewezenge
gwêzan tyayda bałdegrê û
gerdinî newnemame gułgirtuwekan debřêtewe û
guł des...
wis s s
kes deng neka
xway řeş û şeytanî sipî
pêkewe meqamêk dełên:
-«surmê» le «xurşîd» dabiřn
bîdene emîr lawê dewretî
le emîr lawê dewretî geřên
basurmê lo -wî-bê û
xurşîdî çaw be xar kostî kewtibê û
cergî sotbê.
+ dengî xurşîd:
le çyay «hêstûn» çi kakê?
deřwate dûy wiraẍekey xatû surmê
ta huşyar bê û hełnedêrê???
- dengî xec:
leser çyay «sîpan»ê çi xatûnê?
kezîyekanî xoy debřê û
deyxate ser kezîyey xecê
ta syamend řizgar bibê???
***
ey xoşewîstî bê sinûr
le asyay sûr
diłdaranî karwanehay wenewşeyî
bo wiłatî xenebendan
debin be tîşkî sipî
hêşta şewe û gwêzan tyayda bałdegrê û
gerdinî newnemame gułgirtuwekan debřêtewe û...
wis s s s
temaşa bike:
dengêk, dû deng, pênc deng, dengêkî tir
şeş deng, sê deng = syanî tir
- syanî tir
- syanî tir
petî sêdare tesbîḧe û
denk serî cwanemerge.
***
dwayîn řaportî nihênî le - tub ’edlî-yewe:
beřêzekan... beřêzekan
le kirdinewey çekmecey firêzerekan.
zor detirsîn
zor detirsîn
herkamêkyan řadekêşîn
gwêman le dengî sirûdî
înternasyonalî debê