şûşe xan

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 3 Xulek  756 Dîtin
pêşkêşe bew masîyaney fêrî çemî kwêstanin û berew deryay limyan deben.
pêşkêşe bew xatûney masî hemû ḧezekanmî le çawanîda gildayewe û xoşewîstî ew bo jyanim buwe şûşeyek îspirto: herçendêkî lê dexomewe, ne min piř debim û ne ew betał debê.
xoşewîstît:
deryayeke û
ew masîyanem xoş dewên
kewa le binarya
dejîn.
xoşewîstît: řûbarêke û
ew pasarîyanem xoş dewên
kewa le kenarya
dejîn.
xoşewîstît:
kanîyekî îspirtoye û
minîş sinewberêkî giř
pêm girtuwe û berew řût dêm
şûşexan toyş
weku nazê
biřjê beser gyanî oqre lê biřawma.
şûşexan toyş
weku janê
metkê benaw naxî beḧez axnirawma.
«deng:
şûşe xoşewîstîye
xoşewîstî îspirtoye
îspirto masîye û
masî xeme û
berew deryay limî deben»
xem pê degrê
weku saway dił bê kîne
xem pê degrê
leber tavgey
piř lejanî çawekanma
wiřk degrê:
- babe gyan bimbe legeł xot
- kiçe şîrînekem meye
řuḧe şîrînekem meye
xêłî kwêstan berew xware û
em řêgaye
piř le jan û endêşeye
bawanekey babe, meye.
- babe gyan çon cêm dehêłî!
xo min le gurgîş natirsim
ey bo nambey?!
babe gyan bimkere kołit.
- başe gyane şîrînekem detgirme koł
weku xemî hemû dinyam girtuwete koł
detgirme koł
bełam bawan:
tund dest bigre besermewe
heta katêk ke tîẍ serî lê kirdimewe
topî serim
le baweşî nerimta bê
nek tořî dořandinî xełk.
«deng:
koçî karwan: koçî xêre
bełam hewar serewjêre»
- babe gyan xêł berew xware
bełam min ḧez le befrî serçya dekem!
- řołe nemut: heware û xêł berew xware?
nemut? nemut?
- babe xo to babey xomî
bo zîz debî û demřencênî?!
xo to lay xot xoştiwîstim
desrazekemit kirdewe!
- bawanekem «sermaye»m toy
diłim piře
dena gişt kat xoşim dewêy
kiçe cwan û şîrînekem
to řûbarêkî îspirtoy
zamekanim le çawta
wek gułemêxekî tînû mele deken
bełam çî bikem
min be tenya çîm ledest dê
em diłey min kotrêkî lanewaze
diłdare bo gêtî taze
- babe gerçî pencekanim nerim û wirdin
bełam diłnyam ke bergey
qułpî xwênî serit degirin.
«deng:
duwanin.. duwanin
hatûn.. bedway xemda wêłn
ẍerîbî xoyan dekêłn»
- babe gyan to gwêt le denge?
- bełê řołekem
em cîhane sinewberî giřî zore
peyta peyta wek min û to
hengaw denên
berew kanyawî îspirto.
- babe gyan ey bo deyanut:
karbon zîndey lê pêknaye?!
- na.. kesekem
fîzyay xoşewîstî cyaye:
aw le karbon dezêtewe
karbon zîndû debêtewe
ewsa debînî
«bêdengî» zeřeyek «siruwe»
nasřê
ewsa dezanî
ke «tewr» ne «agir» û ne «aw»
nabřê
bełam heta ewdeme dê
tund dest bigre besermewe
heta katêk ke tîẍ serî lê kirdimewe
topî serim le baweşî nerimta bê
nek tořî dořandinî xełk