însan

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  751 Dîtin
însan
janî însan
le silak bûn û swêda
le dirustkirdnî newey nwêda
cyawazîyan
cyawazî nêwan:
xemî řeş û xemî sipîye
ahuramezdanî aheng û ehrîmenî kipîye
însan
meznî bo însan
***
însan
le endêşeyda:
hejîn
le qûłbûneweyda
huner
le têkełbûnîda:
jan
janî însanî binyatner
însan
pîrozî bo însan
***
însan
le mindałîşda
ke demrê
xem.. xemî însane
kujandinewey însane
koçî însane
însan
emrî bo însan
***
însan
ew asney deçeqête gyanî,
heniske biřêyetî
ew nexoşîyey lawazî deka,
zerdûyyetî
ew petey deçête gerdinî
dexnikê
tenanet merg
le berdemî însanda
çaw dadexa û
çok dadeda
***
însan
meznî û pîrozî û zîndeganîye
însan
aştî û asûdeyî û şaristanîye
însan
hemû şitêkî însanîye