dû namey têkeław bo destigîranekem û dîmtirof

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  741 Dîtin
ey xoşewîst:
min kuştey řengî çawtim
min şeyday cwanîy nawtim
xoşim dewêy
ḧezim lête
mełê diłdarekem
şête
agadar be:
hatûn řengî çawit bidzin
hatûn dengî nawit bidzin
hatûn henaset debjêrin
namekanit
wênekanit
dyarîyekanit
gişt debjêrin
deyanewê.
le darman den
azarman den
hełman wasin
hatûn
bo dêrawî mêşkiman
bîdene ber şifrey beraz
lecêy gasin
hatûn
nexşey xoşewîstî
be dîwarî aẍakanda
hełbiwasin
***
hatûn
be nawî to wîstinewe
be nawî to xwastinewe
bimden le dar
ke gwaye min
minî diłdar
kesêkim
şêt û tawanbar
ḧezim le çawit kirduwe
ḧezim le nawit kirduwe
bê pisûłem
bo lay qazî û papa neçûm
pisûłem wernegirtuwe
dełên:
to bê emrî serdar
çon serbexo.. bûy be diłdar?!
bełam ey cwan
min be emrî, azarî şar
min be emrî, milyoneha
zamî řizîwî bê tîmar
bûm be diłdar
be beg biłên
diłdarêkî bereła nîm
ew namaqûłî kirduwe
diłdarêkim, nasnamey xom
le termî hemû şostekan
wergirtuwe
diłdarêkim, pisûłey xom
le mindałî şehîdekan
wergirtuwe
diłdarêkim, fermanî xom
le miro.. êskînekanî naw kargekan
wergirtuwe
min be emrî,
kostikewtuwekanî
dêhat û şar
bûm be diłdar
min be emrî,
lêwe şeqare wişkekan
deme kirawe birsîyekan
min be emrî,
lanewazî emřoy însan
bûme diłdarî to
ey cwan
***
dest bo petî sêdarekan
dirêj meken
min be kuştin natirsênin
nambezênin
min lem jînem herasanim
bo gořînî em jyane
bo çarî em guzerane
petî sêdare asane
mirdin
her zor zor
herzane
***
ey xoşewîst
bergî kurdîm bo hênawî
be kwêrayî çawî aẍa û
beg û
serdar
be kwêrayî cinsî kemtyar
were be řexte û çekewe
le tekmewe
le sengerêkda
bisrewe
welê, hergîz bîrit neçê
lewber sengerekanewen
lêren hatûn
bo dizînî:
řeng û dengî
çaw û nawman
bełam na, pêman nawêrin
řenge herçîyekman heye bîbjêrin
řenge bitwanin bwêrin
bełam hergîz boyan nakirê
wizey fîşekman bibjêrin
diłdarîman lê bigořn.