xemî bê ser

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  491 Dîtin
ey xatûn.. bejin cwanî «sîma-perî»
wişey şî’irim.. beramberit wek perî
ke «taftey bêbakî»t dekate berî
le xoşîda.. nuqim debê û degrî
«taftey bêbakî»y to nagořêtewe
bewey «celsey baweş» dekate berî
***
bejin cwanî « sîma-perî» minałkar
xizmitim min.. beḧsabî kesukar
bes diroye - çon deřwanim.. şitêkî
bo diłî min.. dostî, kesî, xuşkêkî
gişt xeme naskekanimit leberdaye
wek le nîgam dirust kirabî waye
***
diłgîr mebe.. hanam debête.. şerim
bêbakane danîşe beramberim
sił meke lêm.. bejin cwan, min sêberim
min řêbwarî řêy xemêkî.. bê serim
«wey»m nîye û «xom» be dyarî bo «xem» debem.