diłřagirtin
Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
1 Xulek
703 Dîtin
naskołe xincîlanekem.. bafêr bibîn
çon.. diłî yektir řabgirîn..
xem-wek diłî to naske
le naw diłopê firmêskida
detwêtewe.
xem.. wek şî’rî min naske
le pirşingî pêkenînda
detwêtewe
ger xoşewîstîm řadegrî
nawend mebe
ya pê bikene.. yan bigrî
çon.. diłî yektir řabgirîn..
***
xatûne neşmîlanekemxem-wek diłî to naske
le naw diłopê firmêskida
detwêtewe.
xem.. wek şî’rî min naske
le pirşingî pêkenînda
detwêtewe
ger xoşewîstîm řadegrî
nawend mebe
ya pê bikene.. yan bigrî