řomantîk

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 3 Xulek  909 Dîtin
ey tavgey řeşî tesrîḧe
ey tarîkîy şewî řijaw
ey baranî ’etrawîy xaw
ey gerdelûlî dahênraw
bes bîşarewe gerdinî
xinkam.. bo pirşeyek hetaw
***
ey qirdêley ser tesrîḧe
tewqey ziřkiftî cwanî ser
ey mangî tenyay derbeder
ey keştîy ser şepolî qij
çend bêhoşî.. mestî bê řûy
de bes biguşe gerdinî tesrîḧeket
min lêrewe ewa xinkam.. singim tund bû
dest berde.. bo xatrî xwa.. naske mû
***
ey cûtê gwarey narincî
ey danîştûy kejawey nermî pemeyî
le maçêkî weha nuqmî
zerdihełgeřawî wa emrî
hênde nermî gwêt mijî
ewa şêt bûm.. bedaxewe bo demkujî!
***
ey qełemî henase řeş
ey maçkerî dû çawî geş
bes peřey gułałey pêłû.. maçkerewe
kilyan nawê.. xoyan řeşin.. bese le kołyan berewe
le ẍîretda.. min lêrewe.. wa diłim hate derewe
ey dû çawî nîwe nûstû
ey dû estêrey xewałû
bo kewtûnete baweşî.. cûtê biroy řeşî.. tarîk
to ey biro.. ey dû çił řêḧaney barîk
çîm lê dekey..! le ber demtam..
bes tikaye.. berełayan ke.. wa sûtam
***
ey lokey bodrey gona
ey hewrî pemeyî şeyda
kem xot hełsû lew kułmane
diłî tînûm ewa xinka
min taze gyanim.. ledest çû
dił ke ałe.. xołî kałe.. tûbî xwa
lecêy bodre.. werbigre
.. bese řaweste.. hey birsî
řuḧim derçû.. le tikakem bo napirsî?!
lay xot lokey!!
çend diłřeq û êsk qursî
***
ey řûçî lêw.. ey ẍunçekey ẍunçeperist
ey zimanî pemeyî şêt
hanam hanî.. bes demî wek şûşe ’etir
bilêsewe
ewa teqîm.. swêm buwewe
***
ey boyey nînokî pence
ey firmêsk ałî ’etrawî
ey xwên twawey wirşawî
ey giř şilî birîskawî
hawar nekey be fitîley giř
day gîrsênê «de» pencey wek kafûrî çuř
nekey aman.. bese dił berge nagrê
«de» mom pêkewe giř bigrê
***
ey ’etrî şûşey kirîstał
ey awringî teřî behar
ey firmêskî çawî nazdar
ey terzey germî.. pirşingidar
her to mawî xot binwênî
biłêm.. nełêm, toş amadey
ke xwênî xot bipirjênî
bes tikaye zor nerim be
sîne û gerdin neřûşênî
le xefetya.. nemfewtênî
***
ey xurpekey gyanî şî’irim
hestim derxe.. pêwîstim pêt
tabloyeke nazdarî kurd.. şefaftire le
«řomantîk»
bełam efsûs.. min bo nageme mebestim!
şî’rî wesfî wirdim.. wird kird
xeyałî cwan.. bergey xeyałmî negirt
behrey şî’irim bo torawe!
bo le naxa.. gyanim dexwa..
keçî leser kaẍezekem - ta êsta
çarem nedîwe!!
şî’rê bergey hestim bigrê
bo ta êsta.. nemnûsîwwe?!