silo slow

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  520 Dîtin
ey perîy nazgermî naskołey řûnexşîn
wirdîley sakarî nermołey nazenîn
ba emşew mosîqay awazî naxî germ
lay bida mendêtî perdey řû - ałî şerim
ta bedem lencewe řûmet û lêwî wişk
têr awdem be tavgey perçemî bê piřîşk
toş destixe naw destim ba pencey tînûy min
guławî areqî naw destit hełmijin
ta destim le kemer bi’ałê bo sema
lepî dest meřmeřî nermî xwa.. zyaret ka.
***
pêstî leşî pemeyî.. neẍmey řaz şermawî
xendey lêw ’etrawî.. tîşkî çaw sîḧrawî
ewey to şerim dekey.. ke bîłêy.. şoxî cwan
pênc pencey guşrawit le destimî zû geyan
***
mosîqa wirşey naz le çirpey to dedzê
tîşkî şem.. be yek çaw deřwanê û delerzê
boye min peywendîm legeł em ’alema
le «sirpe»y yekemîn wetera becê ma
***
xanmekem.. car carê serî naz hełbiře
bew çawe mestane.. tapoy xem serbiře
lêt dûrbim.. ya bimirim meḧałe.. çunke min
le diłta cêm heye û beheştîy.. namirin