çay tał

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  717 Dîtin
- bo bêdengî.. boçî weha kip û mendî
qise bike.. şitê biłê
herçî şitê dełêy.. biłê
-demewê basî to bikem.. bełam wişekanî naxim
pêş ewey ke bêne derê
le nêwanî lêwekanma.. sersamî dayan degrê
- bimbexşe.. xanim.. nemzanî
şa’îrêkî wa şerminî
- şa’îrî û şî’irim bo çîye
tom bese.. to şî’rî minî
- bełam gyane.. be giftî cwan, to şa’îrî
ger řazî nî.. qeynake diłî şa’îrî
xanmekem to diłî minî
«beyek neẍmey xoş pêkenî»
- min şa’îr nîm.. şa’îr wîstim
nabînî wa toy şa’îrim.. deperistim!!
- hezar efsûs kewa pêkenîn nanûsrê
dena pêkenîneket.. le gelê şî’ir xoştire
le zor awaz besoztire
 
«şagirdî yaneke.. çakey hêna.. kemê tał bû»
 
- kemî şekir tê kirduwe.. kabray çayçî serî qałe
aram bigre ba pêy biłêm.. ça-ke, tałe
- gwê mederê.. hest be tałîy ça-ke nakem
çunke katî qum lêdanî.. temaşay çawî to dekem
temaşay lêwî to dekem
- dîsan xom û şa’îrêtîm.. kiz debînim
beramber be giftekanit dademênim
beramber şî’rekanî to.. min her hîç nîm
- çon diłit dê!.. herçî qiseyek min deykem
hana bo meylî to debem
xurpem leto wergirtuwe
ewey deyłêm.. şitêke-kem..
.. lewey le tom wergirtuwe
- dexîl xanim.. çi řewanbêjêkî gewrey!!
beramber to hemû şitêkim bîrçuwe
dexîle to le kwê derçûy! çît xwênduwe?!
- hênde çawî tom xwênduwe
hêndey meylî tom xwênduwe
ewende hîç kitêbêkî pîrozî kem.. nexwênduwe
xotit boçî le bîr çuwe
to berg û zincîrî zêřî
qur’anêkî bexşirawî
be gerdinma hełwasrawî
le nêwanî memkekanma..
têbînî: dyalogekanî afreteke hî xatûnêkî hawřêy qutabîm bû tenya hendê destikarî hunerîym le formekeyda kirduwe.