ey cwan
Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
1 Xulek
1670 Dîtin
ey naskitir le şî’rî cwan
belezettir le tezûy gyan
ey diłgîrtir le mosîqa..
ey cwan.. ey cwan
çawmendî kemê xewałû
perwanem û şeware bûm
leber tîşkî çawta kewtûm
ey sing berzî kemer barîk
tesrîḧe wek şewî tarîk
estêrem û aware bûm
le şewî perçemta win bûm
dem û lêw wek nuqłe mîno
pepûle bûm dexulamewe
be lêwtewe gîrsamewe
pûz kafûrî, lence nask
azarêk bûm.. detlamewe
le lenceta twamewe
ey cwan.. ey cwan
belezettir le tezûy gyan
ey diłgîrtir le mosîqa..
ey cwan.. ey cwan
***
ey esmerî bała serûçawmendî kemê xewałû
perwanem û şeware bûm
leber tîşkî çawta kewtûm
ey sing berzî kemer barîk
tesrîḧe wek şewî tarîk
estêrem û aware bûm
le şewî perçemta win bûm
***
ey qise wirdî leserxodem û lêw wek nuqłe mîno
pepûle bûm dexulamewe
be lêwtewe gîrsamewe
***
ey sîḧrî naz.. şêwe askpûz kafûrî, lence nask
azarêk bûm.. detlamewe
le lenceta twamewe
ey cwan.. ey cwan