ey cwan

From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  937 views
ey naskitir le şî’rî cwan
belezettir le tezûy gyan
ey diłgîrtir le mosîqa..
ey cwan.. ey cwan
***
ey esmerî bała serû
çawmendî kemê xewałû
perwanem û şeware bûm
leber tîşkî çawta kewtûm
ey sing berzî kemer barîk
tesrîḧe wek şewî tarîk
estêrem û aware bûm
le şewî perçemta win bûm
***
ey qise wirdî leserxo
dem û lêw wek nuqłe mîno
pepûle bûm dexulamewe
be lêwtewe gîrsamewe
***
ey sîḧrî naz.. şêwe ask
pûz kafûrî, lence nask
azarêk bûm.. detlamewe
le lenceta twamewe
ey cwan.. ey cwan