darçîn

From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  527 views
dwênê «xor» çepkê le pirçî
lê win bûbû
em beyanîye ke tom bînî
be qijtewe.. posticê bû
***
dwê şew lelay małtanewe
şewgar kemê kał bûbuwewe
emřo bîstim
çawekanit pê řiştibû
***
dû estêrey xincîlaney
cwan û sawa
ber şewarey çawit kewtin
berebeyan.. cûtê gware bûn
le gwêta.
***
xanim her em şî’rem mawe.. ewa ewîş be fîdat bû
nekey pêm biłêy «namewê» bo nazêkit bîxere kar
eger her hîç.. her hîç nebû
bew dem û dane wirdanet.. lecyatî binêştî darçîn
kemê bîcû.