hawîn

From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  627 views
le hawełêkit pirsî bû:
kabray diłberd.. kabray diłsard
em hawîney çon řabward?!
***
em hawîne!!!
le baxî yadgartida.. şetił bûbûm
le astî nazî partida.. kiłoł bûbûm
bebê ewey pêm bizanî.
***
le şewî çawî toy bo min «bit»
çwar car xom şit
hatuçoy dergaketim kird
meytî diłî xomim pê bû - dexulamewe
wek şitêkî hergîz nebû... pařamewe
le gořî çwar sałî zîndû
hetaweku twamewe
bebê ewey pêm bizanî.
em hawîne..
be derdêkî kuşnidewe gîrsamewe
hemû diłope firmêskê
parçeyek le diłmî tya bû
hemû girmołe heniskê
parçeyek le «sî»mî tya bû
heta weku biřamewe
bebê ewey pêm bizanî
***
bełê ey cwan
kabray diłberd.. kabray diłsard
em hawîney.. wa řabward