tabûtî zordar

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1318 Dîtin
duktor cekfer miḧemed kerîm le dest nûrî se’îd řay kirdibû, le lenden dejya, minîş le beẍda bûm wek nameyek em şî’ranem bo nûsîwe:
biray dûr wiłat ẍerîbî şaran
toş zyad bûy lenaw hurdûy hejaran?
toş leser weten bêweten wek min
toş penabirdû be małî dujmin
bêpena, bêkes, bêxał û bêkak
bimrîn bêkfin, bêhełgir, bêxak
kurd perj û biław lenaw cîhanda
dujmin degewzin le kurdistanda
le ême řûy da witarî ’amî
diz be xanexwê dełê: ḧeramî
be newtî kurdan urûpa dejî
bo xoman atac bo çingêk řejî
min le patextî papetî û birsî
to le semawat lay ’erş û kursî
min lenaw yabay feqîr, bestezman
to lay saḧêbî řêwî û fêłezan
min xinkaw lenaw germa û ẍumara
toş çaw deçřênî be çwar kenara
bo min mi’êdî mast beser ling řût
lay to şoxanî mil piř le yaqût
lêre birş û řeş be qurmî tendûr
lewê nazaran lêw û pence sûr
dezanî le çîn em gişt yaqûte
eşkî hetîwî bê berg û řûte
xwênî milyonha lawçak û gence
ta kîjêk lewê sûr deka pence
be êskî milyar şerqî xakeser
berz botewe burcî «wîst mîster»
le nałey hetîw le xodanî jin
awaze deda zengułey «bîg bin»
cumcumey hêndî û sîlanî û syam
bûne binaẍey koşkî «bakîngiham»
lêre řût lenaw quřda dexewê
koşkî sed qatî berz ebê lewê
lêre nałeye leber bênanî
lewê carîye şetî şampanî
lêre swałkerin piř be kołanan
lewê qaqaye le qumarxanan
***
le giştî xoştir gurgî îstî’mar
nêwî lê nawîn: gelanî řizgar
birsî û bêpêxef binûyn lenaw quř
sełewat bideyn le ’alemî ḧuř
bełê azadîn birsî û nexoş bîn
ḧuřřîn xa’în û weten firoş bîn
azadîn eger hergîz nexwênîn
bo wan beḧîzî ser dabniwênîn
bełam herkesê biłê: nan, jyan
dełên: têkdere û sûre û bê’îman
azadî bijît bêberg û birsî
mel’ûnît eger sebeb bipirsî
ḧuřřî herçendî gêj û eḧmeq bî
xa’înî eger daxwazî ḧeq bî
nexoş kewtin û bêderman mirdin
azade bełam nek çarekirdin
nawî musteşfa bênî le’înî
duktor dawa key dujminî dînî
***
kake to dûr nît le amrîkawe
ke bo xwênmijîn bote serçawe
lecyatî hejar hêndêk wełaman
binêre be hoy deryay bê saman
bêjin be tîmsal ḧuřřyet ta çend
debî be gepcař xot ekey wepend
to takey piştit le amrîkaye?
bo carê awiř nadeye dwaye?
řoywe ewdemey bexot binazî
xoł weser însaf ker bote qazî
lecêy baze qel, lecyat waşniton
tiroman deqřê û magî û açîson
bûyte tîmsalî xuday şeř û ceng
dekirêyte gulle bo top û tifeng
meş’elî destit dinya sûtêne
îsti’mar tînûy firmêsk û xwêne
xiřey esleḧey merge dête gwê
xawenit bo şeř şimşêrî deswê
be bombay atom kuřanî mam sam
beşer qiř deken bo ḧîfzî selam
nawî îsti’bad bûyte azadî
pêy dełên selam cewr û bêdadî
çend milyon zengî le jyan bêbeş
bang deken tîmsal řûy dirozin řeş
ey tîmsalekey řemzî îstî’mar
dałdey xwênmijî gelanî řizgar
xozge dest biřwa bit kem be bizmar
pêt dabbestim tabûtî zordar