mey

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  3077 Dîtin
dermanî xefet: meye, meye, mey
xefetbar nekey hergîz terkî key
herçî se’atêk xem biřewênê
hemû gencîney ser zewî dênê
ger le ḧewt ’asman nîte estêre
xot be pyawetîy areq bispêre
mey esleḧeye leşkire, perçem
şořşe dijî dîktatořî ẍem
xem muḧtekîre demjê xwênî dił
be mistî mestî ḧel debê muşkił
le zîndanî xem yexsîrim zelîl
şořşî sûrî meyî nab dexîl
le dinyay mestî îştirakîye
feřqî hejar û padşa nîye
dinya tazeye leber çawî mest
hêşta têy neçwe payeberz û pest
mestî çend xoşî, xem bar deka lêt
kê mestî naka ba pêy biłên şêt
***
hênde nahênê dinya xem bixoy
amanet hatûy debê zû biřoy
xo betaybetî řojanî pîrî
başe xû bigrî be goşegîrî
bebê xem bijî bebê xem bimre
goşey tarîkî meyxane bigre
be mestî bimre be mestî heste
ta řojî meḧşer yek mestî beste
sofî besyetî řastî mepoşe
were legeł min pêkêk binoşe
êre bo ewla wekû mezraye
kiłoşî řîşt çî lê dernaye
kê lêre mone lewêş her mone
lêre řûxoş bîn ewêş î xone