bangî şeř le marsewe

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1177 Dîtin
dewłetî sofyetî ałay aştîxwazîy hełkirdibû, le hemû layekî dinyaşewe feqîr û hejar çûbûne jêr sêberyewe. amrîkaş şeřî be korya firoştibû. minîş le ziman xway şeřewe emem nusîwe:
hawar komełî sermayedaran
destey xwênmijan gelî bedkaran
ey xwênmijanî feqîr û hejar
dagîrkeranî gelanî řizgar
ey cê humêdî xudawendî ceng
ke êwem nebê bêkarim, diłteng
carêke û em car le mintan kewê
hergîz wek êstaw bo heł nakewê
eger dexwazin dinya wêran bê
xełkî serzewî řût û bê nan bê?
eker dexwazin piř bê gîrfanû
laşe dabnên le çînî xanû
musteşfa û mekteb biřûxên pakî
bikirêne deştî kakî bekakî?
le şaristanî bełge nemênê
le însanyet nemênê şwênê
gyanî milyonan le jin û mindał
derçê û bo êwe bibête kûtał
dexwazin zorbin: bêwejin, hetîw
ewîş şik neben derman û bijîw
qîmetî xwênî pîr û cwanan
biden be şeřab le qumarxanan
ger detanewê xwêntan her şîn bê
nazyetî baqî leser zemîn bê?
destu de kilkî amrîka girin
heta ew ma bê êwe namirin
ta ew bê, mawe şeř û xwênřişitin
îstî’bad kirdin, bêçarekuştin
mełên nazî mird kes nema boman
hîtler nawî xoy nawe «tiroman»
açîsonKes kuřme, çerçîlKes birame
bê ewan jyan bo min bêtame
bomî hîdrojên yan bombay atom
nawmete destî tiroman boxom
dujminim řenicber yan kirêkare
hêzî bekarî piřolîtare
eger min nebim herzanî debê
jyan, derman, zanit, hemwanî debê
gewredujminî xwên û şeř û şoř
sovîtistane û hêzî supay sor
be sindimî wan pêwend kirawim
bangî aştî bote liẍawim
sitalîn destim weber nehênê
serzewî dekem be gomî xwênê