gořanî dwaxewm

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  859 Dîtin
korpey azîz
çaw.. le firmêsk.. bêdarîy debê
bêdarî.. le jan.. ẍemxiwarîy debê
ẍemxiwarê.. hemû werzekanî «dêr»
le naw çawyaye
birûskekanî le hengawdaye
heta meymûnî.. hemû dûrgekan
neka be însan
heta beybûn û.. gułe sûrekan
neka be dîwan
guł napşikiwêt û naçîn bo kwêstan!
***
korpe cwanekan
zistan.. le payz.. beharî debê
payz.. le behar.. řêbwarî debê
řêbwarê legeł dest zibrekanda
řêgay dûr degrê
legeł bazuwe esmerekanda
řêy sinûr degrê
heta sinûrî dûrge dûrekan
têkeław neka.. bo hemû însan
tirsî dirince berçaw birsîyekan
becêy nahêłê.. sîmay xewekan