bo cyayin?

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  625 Dîtin
ey taze dost.. destim bigre û şerim meke
demê sałe ême yektirman nasîwe
le gişt şwênî demannasin
dar û guł û gyay baxekan
bałindekanî asmanî
şarî beẍda-silêmanî
kûçe û goşe û dîwarekanî zanistiga
otombîlekanî řêga.. demannasin
***
beharî hemû şarekan
hewarî gişt seyrangakan
swałkerî serşoste û textî şeqamekan
kitêbî namexanekan
řêbwar û nameberekan.. demannasin.
***
bełam.. le hemû şwênêkda leyekman dûr dexenewe
danîştinman dû kursîye
nanxiwardinman dû dewrîye
heryek bedestî xoy dexwa
heryeke bepêy xoy deřwa
mirovekan bedû çaw têman deřwanin
bedû kesîş demanbînin
bo min leto û.. to le minda
netwêmewe û.. netwêytewe!
boçî weha leyek dûrbîn!
boçî beleş dû sinûr bîn?
***
her detgemê.. gerçî êsta
katê berew řûy to.. hengaw denêm
zyatir dûr dekewîtewe
dełêy zewî nêwanman-dekşêtewe!
dełêy çerxî se’at bo piştewe dexulêtewe!
ey ẍemekem.. her detgemê
emcareyan -becya le dayk nabîn
becya namrîn..
her detgemê