pêş yaxîbûn.. be çend satê

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  541 Dîtin
- birokanit.. dû şepoln.. tirîfey çaw..
bexşîwwinî becênîştey perçemî xaw
qijî lacan.. xaw û pexşan.. leser gona
çend dêrêkin.. wek şî’rî cwan.. le dîwana
-bełê caran ew goranîyet.. bom deçirpan
bîrit mawe
-bełî xatûn..
peşman nîm lew hengawe.
-ey bo êsta wek caran nît
le min waye.. diłdarît le berçaw kewtuwe û
minit nawê
-bepêçewanewe êsta, zyad le caran
xoşim dewêy
caran demwîst tenya hawřêy naw cêgam bî
bełam êstake demewê, hawřê û řêbwarî řêgam bî
lebrî boynbaxêkî cwan
tifengêkim bikeyte şan!