giryan

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  921 Dîtin
êsk sûke neşmîlekem
le nameketa.. nûsîwte:
«to pyawêkî be cewherî.. to şa’îrî
boçî degrî!
ger hatû destexuşkekanim
řojê giryanî toyan dî
wełamyan çon bidemewe!!»
sakare xwên şîrînekem
giryanî min baranêke.. nêrgiz û gułî sûr degrê
înca debête deryayek.. soz û şî’ir
«hîwa» têr têrî lê dexwa
«biřwa» xoyî tyada deşwa
giryanekem legeł hogda hawar deka
-«peyman.. peymane ta dwa bit
bitekantan pêşêl dekeyn
dasî merg le dirwêney mirov dexeyn
be bazûman le textey sêdarekantan
kursî xwêndin.. bo mindałan dirust dekeyn».