ferhengî endêşe

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  577 Dîtin
ey tîşkî xor
be pencerey zamekanma
be pesaportî janma.. řabbûre
pirçî «ayşê û fatme»key min
řengî sûre
***
ey lawaze řeng zerdekan
ême kemman degeynecê.. řêge dûre
heniskî řê.. bê sinûre
bełam řêbwarî em řêye řûy sûre û
her řengî sûre
***
řûsûrekan
pepûley gişt zamekantan
le nêrgizî şî’rekanim - mare dekem
be ferhengî endêşekem
bo endêşey êwe dedwêm