ezanî diłberim bo çî bedaym diłperêşanim?

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  590 Dîtin
ezanî diłberim bo çî bedaym diłperêşanim?
cewabit pê biłêm qurban gezîdey nêşî hîcranim
desa bê yarî şîrînim be lencey tawis manendit
le tek xunçey beharî nwê bibe mîwanî dîwanim
be qurbanî nîgahêkî sibeynanit bê gyan û dił
be ferşî řehguzarit bê qałîçey singî nexşanim
be tenya parçeyek ẍezel şik’ebem min le dinyada
ewîş piř be pêstî bałate bîpoşe canî cananim
natîqNasnava edebî neymawe be qurban ḧewsełey derdî fîraq
bêre ser resmî caran perêşan ḧał û wêranim