bêyne ser barî ḧeqîqet diłim êşawe gułim

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  595 Dîtin
bêyne ser barî ḧeqîqet diłim êşawe gułim
çunke êste çeşnî bulbul bê hêlane û bê çiłim
koşî gerimit aşîyaney řoj û şewm bû ke çî
be qewlî řeqîbî nakes şêwandûte menziłim
werzêr başêkî mezir’ey ḧusinit bûm nazanim bo
wa be carê agirt berdaye dexił û ḧasiłim ?
her be ’îşqî çawî towe řojûm degirt nazenîn
lew demey to lûte la bûyt minîş řojû betałim
çawê bixşêne be xetî tomarî sewdaserîym
ca dezanî bo nîgayek çend demêke matiłim
bêre ser řesmî caran û řeḧmê be ḧałî min bike
bê řewace êste sikkem beder le řewyey ’aqiłim
natîqNasnava edebîm goyay ḧeqim diłgiran mebe dełêm
gunah le to bû ke wa diłim êşawe gułim