cîlwet sed û yek te’ney le mahî minewwer da

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  791 Dîtin
cîlwet sed û yek te’ney le mahî minewwer da
te’mî maçî demeket sewqatî be şeker da
xunçey lebit hengamêk ke wa kirdî tebessum
xamey be destî hunerewer ye’nî misewer da
çawanit ke qesdî serî dêwaneyan fermû
dû tîrî mesmûmyan le dił û hem le ciger da
însafit hebê mewsîmî ’eyş fesłî behare
bo cunbuşî xwênî zewqimit da be hederda ?
lew ḧucreyey ’îşweta min fêrî řimûz bûm
diłber xot minî mubtedat be xeber da
lew mezre’ey ḧusinit çiłê řeyḧanet nebexşî
be minî şîftet her çiłî zexmî xeter da
sewdazedete natîqNasnava edebî le taw ḧesretî toye
«sîrwanî siruşkim ke eka haje le serda»