11 tiranehay kirdî kirmancî silîmanye‌î

Li pirtûka:
Gorani
Berhema:
Mihemmed Mukrî (1921-2007)
 1 Xulek  1139 Dîtin
427
ewa min deřom bo wiłatekey xom
pirist pê dekem biřom ya neřom
428
ey dad û bêdad! xo min nemawim
wek cûgeley aw, xwên dê le çawim
429
le xudam tełebe, bendit zencîr bê
ledway beş biřaw, her beşt pîr bê
430
to le silêmanî be kirasî ḧewt řeng
min le taranim, aware û diłteng
431
deçim bo pênciwên, pêncim pê deçê
takû dêmewe gyanim derdeçê
432
le dûr dyare perçemî xawî
dêwaney kirdim be goşey çawî
433
xozgem bew kesey dirawsêtane
be şew û be řoj agay lêtane
434
bew estêraney wan be hewawe
hêşta meylî tom be kes nedawe