10 tiranehay hişt hica’î sih misra’î kirdî kirmancî mikirî

Li pirtûka:
Gorani
Berhema:
Mihemmed Mukrî (1921-2007)
 2 Xulek  853 Dîtin
414
kes nazanî boç denałim
yaxuda gawir, bê be ḧałim
becê mawe çaw kejałim
415
kes nazanî boç bê řengim
gîrûdey destî ferengim
becê mawe şox û şengim
416
herçend dekem, fikir û endêş
tewela mam, le qewm û xwêş
ledway bałat, bûm be derwêş
417
herçend dekem fikir û řaye
gewherim kewte deryaye
be sed ẍewas bom dernaye
418
małî wêran kirdim çawî
dêwanem bo zulfî xawî
emnî hejar kewtime dawî
419
çawit řeşe degeł birot
bew xałeykem dewerey lîmot
daykit maç kem ya ne bo xot
420
çawit řeşe bexumarewe
memkit sêwe be darewe
xuda dawye, meyşarewe
421
małe babit serewjêr bê
’izayîl be małî fêr bê
kê toy řencand, xuda gêř bê
422
çawit le biroyan řeştirin
le marî řeş wiryatirin
hemû řojê řêga girin
423
qestem bew xałey le řûte
fincaney destit yaqûte
serhełêne cergim sûta!
424
herçend dekem, dił pîr nabê
destim le memkî gîr nabê
yar mindałe, bom jîr nabê
425
ne mecnûnim, ne ferhadim
zeḧmetkêş û řenc bebadim
le paş leylî bê muradim
426
bew qur’ane lêm xwênduwe
bo xom le melam bîstuwe
xêrî maçêk sed řojuwe