5 tiranehay kirdî kirmancî sinnidicî

Li pirtûka:
Gorani
Berhema:
Mihemmed Mukrî (1921-2007)
 8 Xulek  1664 Dîtin
226
xwem kurdisanî, farsî nazanim
be zwanî kurdî derdit le gyanim
227
çawim bo çawit, çaweçawye
diłekem bo diłeket, gilarawye
228
demeket bêra demdemanî kem
dem û saḧêw dem be qurbanî kem
229
îmşew çen şewe nemkirdige maçê
daxî ew maçe le dił dernaçê
230
demeket bêra, bîne naw demim
ba ke sakit bê diłekey piř xemim
231
demeket bêra, xweyçim dem têrim
maçêkim be pê, be xwat espêrim
232
eger beyte pêm lew demte maçê
hefit pişto gewr bê, be dozex naçê
233
min xatirxiwa newm, xatirxiwam kirdî
lenaw kurdisan bewnawim kirdî
234
xeyałê meke xwem xatirxiwatim
xatirxiway exlaq, qed û bałatim
235
agirekey mecnûn, ber day le gyanim
nan xatirxiwayî nyayte damanim
236
ew bała berze, xwa be toy dage
miḧnetî dunya, her bo xwem mage
237
çen keře witim mêre pencere
leser maçeket şeře xencere
238
kem be goşey çaw, derdim karî ke
deway derdekem nadyarî ke
239
kaşkay řoj eweł newayte yarim
newayte ba’is diłekey xembarim
240
eger emzanî to bo min nawî
emnya jûr serit ciftê mar’awî
241
çe bikem? çe bêjim? çem desełate?
be berzî bałat xemim xełate
242
le xwam gereke gîroyey ḧeq bî
le ban dakefî wek şîşe şeq bî
243
be qurbano bim, le dûr dyarî
çeman wenoşey eweł beharî
244
lenaw pencere ser bêrane der
qezat le gyanim wêney mang û xwer
245
leber małeket hatim berew xwar
çawim kefit be to bûme giriftar
246
kirdigte beban banekey xwetan
kiras pûłekdar, ber yexe ketan
247
meger to gewrî? dîno nemage
agirt le cesey xweyçim berdage
248
kem bê! kem biço lem dewr û pişta!
xway banî ser biçê be gêjta
249
le dûrew hatim bişnase dengim
tozî ẍerîbî nîştige le řengim
250
xway banî ser karê pêm kerden
’aciz bûm le gyan, řazîm be merden
251
min xatirxiwa nîm, min derdedarim
pejmurde řuxsar xałekey yarim
252
ta key danîşim le sayey darbî
ta key bikêşim řencî ẍerîbî
253
hezar yarim bê her xwet yarmî
her xwet yarekey wefadarmî
254
erê bałaberz goşey çaw sya
kaşkî małeket lemlatir bya
255
sereket bêra bîne ban řanim
er bêjim laywe, lał bê zwanim
256
xałê ha leban şilkey řaneket
gyanekem derçê ber le gyaneket
257
ewsa meylit bû, be meylit jyam
îse bê meylî, bo xwem diłnyam
258
bêre małekem! le kê tiriste?
gewre ta bûçk ḧewał piriste
259
to key henardit delîlê bo lam
ta xwem û delîl bequrbanit bam
260
dû kew le qefes guftugoyane
temay meyl biřîn min û toyane
261
le kê toryagî bikêşim nazit
be maşînî ford bême pêşwazit
262
zułfeket bêra bîkeme şane
ba lê nenîşê toz bałaxane
263
bew hesarekey kel ḧacî mûsî
diłim pêtew bû, xwa neynûsî
264
bałaket berze wek beyaxê řom
’alem ezanê min be temay tom
265
be berzî bałat tûłê bûřim
nawe xweşeket le kê biçiřim
266
ew bała berze, ew guł be sere
xwemî kuştige, xwey bê xebere
267
ewne sewrim kird taqetim lê biřya
małî sewr biřmê! perdey dił diřya
268
her ke xwatirxiwas le dûr dyare
řeng zerd û ze’îf dił bê qerare
269
cifte çaweket wek dûrbîn ałman
le qesrew eyxey bo banî xweman
270
bêre serînim, têr bike şînim
’aqîbet merge, newa netwînim
271
ne xwa emkujê, ne bo xwem emirim
xakî pêr paket bwête qewrim
272
bew mange qesem, mang xeylê berze
maçî jin şûdar, her îmşew ferze
273
îmşew çen şewe yar le mał nîye
kes le nałey kes xewerdar nîye
274
bew pîre miḧemew, bew taqe dare
diłim ha pêtew çarem naçare
275
kûçey kurdisan, baran teřmî kird
gonay afaq gyan le dîn dermî kird
276
taqe gułê bûm beser yałewe
’aciz bûm ledes bay şemałewe
277
taqe gułê bûm, bo xwem eşnyam
bay şemał day lêm le řîşe kinyam
278
bałaket berze, meye le dîwar!
dił her yekêke, meye be hezar
279
ye çi karê bû, xwem be xwemim kird?
dosî exlaqî, ledes der kirdim
280
şewan exeftim be tasetewe
bom enya be boy henasetewe
281
ewe min mirdim, qałim biřyawe
gełay cwanîm le dar kinyawe
282
banman beranber, çîxman cyayî
kafir nexefî şew be tenyayî
283
xway banî ser, nan daykim bûřî
wa xwemî neda be tûłe kuřê
284
hey dad hey bêdad! lem bêdayîme
bêdayîm le des şew tenyayîme
285
hey dad hey bêdad ta key nekem deng
gewher firoş bûm mayem bû be seng
286
bawerêz xweşe, çwardewrî kêfe
maçê lew demte, şekere sêfe
287
bawerêz xweşe, çwar dewrî dare
maçê lew demte, denke henare
288
dwêşew dîm le xew dûr, wa to mirdî
kelîmey şadet le yadim birdî
289
ya pîre miḧemew! berew řût hatim
nyazim qebûł ke! xakî jêr patim
290
ewneme nałan bedem berdewe
felek le bextim lay nekirdewe
291
baran ewarî, nim nim teřmî kird
gonay afaq gyan le dîn dermî kird
292
baran ewarî, nim nim day dage
egrîcey leban gonay deq dage
293
mange şew hełat, day le lêfeke
dayko nezanê, bigre sêfeke
294
êware weqte, xwer le xwerawa
herçî nazare, hatnew xesrawa
295
goşey leçkeket berew xwar meke
hezarî wek xwem giriftar meke
296
heway banewban, dagye le kellem
her wekû sone ’aşiq be melem
297
eger gerekte diłekem der bêrim
le cyey ḧił û guł botî binêrim
298
îmşew çen şewe yar le mał nîye
aw le řoxane berqerar nîye
299
eger emzanî bem tewre mebo
diłim eda be seng, nem’eda be to
300
le ber małeket pam sûřya keftim
le xweşbextîma şew lelat xewtim
301
hey dad hey bêdad, lem gewre şare
ne dengey dos tê, ne yar dyare
302
cwan danîşî belay pîrewe
êjî dûsaxe û be zencîrewe
303
cwan danîşî belay cwanewe
wese şemame be bêsanewe
304
hey dad hey bêdad, cergim tawtawe
satêkim lerze, satêkim yawe
305
xuwa xuwame, befrê buwarê
yare tazekem banê bimałê
306
sero berzew ke! řû le gerdûn ke!
twaşay qirçey pîre derûn ke
307
ey xało řêwgar xweyçim řêwgarim
bo ser deşt eçim bo xûmet yarim
308
le qesrew hatim, lîmo barme
diłxiweşîm yese, ew kiçe yarme
309
maşînê hatge barî henare
xwezgem bew kese dezîran dare
310
xwem kirmaşanî zwanekem çefte
daway aw ekem, qismetim nefte
311
êjin le bane sê çit herzane
yekêkî maçe û duwanî lerzane
312
çaw řeşe kałê, şeřim lê lade
xem we boney to, serî lêm dage
313
xwem û bayequş lêfe duwane
ew le çoł eyxiwend, xwem le wêrane
314
ey xało řêwgar! bê meřorewe
îmşew lelay xwem řoj bikerewe
315
ewne sewrim kird mang le kel derat
xewerê lelay dosekem nehat
316
małî bawkeket bêt be çepkey ney
agirî tê ber bê, şemałê le pey
317
dos ’ezîzekem, bew biçînewe
gułwenî leban kemerçînewe
318
hey dad hey bêdad! xo min nemagim
dosî bê beynet cwawî dagim
319
her wek bazûben, bitkeme bałim
her êjim dûrî tałan bê małim
320
le kel heł hata, wamzanî mange
nemzanî yarim taze ḧemame