2

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 16 Xulek  1662 Dîtin

ew jine qełewe sûr û selemxorey lay çepî kuncekey «ame» ke bedegmen debînra binêştî le demda nebê û sê çwar jinî ko nekirdibêtewe û leber dergakeda kořyan nebestibê nawî «tawis xan» bû... zor şanazîy be nawekey xoyewe dekird, debû hemû řojê legeł yekê le jinanî geřek şeřê bikat û xełkî kokatewe bo ewey çend carê dûbarey bikatewe û biłê:

- kiçê hey kusû, hey gander to legeł kêda şeř dekey ha?... hey qeḧpe eger nazanî min tawis xanî kiçî ’ebdułła xanî cwanřom... tawis xan nebim ger řiswat nekem, ger teriftiwînd nekem ger tawis xan bim debê şewałeged bikeme ’elem... tawis xan nebim îla kûsd diřnim...

bedegmen řojî wa debû ke ferteneyekî away têda nenêtewe... ewendeş řiqî le «ame» debuwewe way dezanî bawkî kuştuwe, herke amey debînî be jinekanî dewruberî dewt:

- seyr ken. ’emird nemênê... min nałêm êwe biłên emeş jine?.... ha, ha, ha... em tilyakkêşe ḧeyay geřekekemanî birduwe... bo mezbetey lê nekeyn?.

ameş hendê car bêdeng debû hendê carîş le serexo deyut:

- řase min tilyakkîşim, bes le tû xastirim... min selemxor nîym û nawim... diłit xoşe ke guşxarey ḧesîbe le guşde, mild we milwank fate řazanîde... pencegand piře le kilkiwaney se’dîye ha... tawis xan min le tû fire xastirim he...

hêşta ame qisekanî tewaw nedekird debuwe şeř, îtir ewey nawbijîşî bikirdaye her şitêkî ber dekewt.

tawis xan, lewetey xełkeke nasîbûyan her bêwejin buwe, ne kuřî hebuwe ne kiç, ne xizim ne ne, her memkêkî hêndey pênc kîlo debû, demuçawî meger xwa bizanê çend loçî tya bû, hemû řojê çawekanî be kil deřişt û sûraw û sipyawî le xoy hełdesûy û hendê singî xoy řût dekird bo ewey mûrû û milwankekey milî dyar bê, paw û pûzîşî hendê hełdekird bo ewey bazin û ḧicîlekanî derkewn, mûrûy defroşt û deyut:

- em mûruwe çermîye hin şûy kirdine.

- ey qirimze hin şewes.

- ey qeḧwayîye hin řizqe... ey gewreye hin xoştwastne...

cige le mûrû firoştin daw û derman û kil û sipyaw û şitî qaçaxîşî defroşt û hawřêy mela tofîq bû ke pêyan dewt «tofîq qere». ewîş dełałî bo mela dekird, melayş du’a û cadûy bo afretan denûsî. leber’ewey «tofîq qere» be cadûgerî nasrabû, jinan şermyan dekird řastewxo biçne lay bełkû tawis xan wekû awřoşnikere le nêwanyanda dehat û deçû û beyektirî degeyandin, em dełałîye parey çakî tyada debû... zor carî wa debû her bo lay melaş nedeçû. çunke ewende çûbû xoyşî fêrbibû çon kaẍez bipêçêtewe û mom bitawênêtewe û xam çewr kat û du’a dirust bikat û hendê kaẍez û aw bênê û biłê:

em parçeye hemû nîweřwanî çwarşemme legeł řoj’awabûnda bisûtêne.

- eme awî debaxaneye... bîřjêne ber dergakeyan...

- eme qetrane... eme... eme...

cige lem kare be barimteş şitî werdegirt, bazin û milwanke û... we... kesîş neydewêra le mirîşk û ’eleşîşekanî nizîk bêtewe... ame xoyşî neydezanî tawis xan bo em dujminayetîyey legełda dekat, bedegmen hefteyek beserdeçû bê ewey ḧewt şeřî tya neken... xełkeke deyanut ke ame tilyak bikêşê nawî tawis xanî lê têk deçê pêy dełê sułtan xan, îtir boye tawis şeřî pê defroşê. zyatir lewe tûře debû ke car carê ame zor be’espayî demî denaye lay gwêy tawis xanewe û pêy dewt:

- bûme qurban xuda ha tû teḧne we min dey abûme qurban xuda tû.

kesîş gwêy le řistekanî paş em «tû»ye nedebû ke zor be çipewe şitêkî pê dewt meger xwa û ame û tawis xan bizanin çî pê ewt. her weha meger xwaş bizanê řengî tawis xan çon hełdebziřka...

***

«ame» paş hemû şeřêk degeřayewe kuncekey, henaseyekî sardî ewtoy hełdekêşa û becorêk xemî dexward û deykêşa be ejnoy xoyda û, meger her xoy bizanê lenaw çi dinyayekî azar û ẍemda detlayewe îtir be naçarî tilyakî dekêşa...

bedegmen, deytiwanî řûbeřûy dujminekanî bwestê cige le tawis her kesêkî tir twancî tê bigirtaye bêdeng debû ya du’ay bo dekird û pêy dewt «xuda xas erad biked», piştî be kes nedebest. basî ewtoy bo degêřamewe nek her tênedegeyştim, bełkû zor çakîş deyzanî eger de sałî tirîş bête ser temenim hêşta têy nagem bełam carêkyan dîmenêkî ewtom bînî nek tenya her lebîrim naçêtewe bełkû le naxî derûnmida birînêkî dirust kirduwe hergîzawhergîz sarêj nabêtewe.

le nîweřoyekî gerimda leser hîç ameyan daye ber twêkłe şûtî û berdebaranyan kird ta be pendyan bird herçend hewłim deda mindałe wirtikey le koł bikemewe bêsûd bû, gwêyan nededaye tika û lałanewey bêşmarim ta le pelupoyan xist wekû kosebebe be dewrya heleke semam bû, ewanîş deyanut:

- bidene lî ey qeḧpeye desdan xoş bûd ta tobe biked...

lew kateda «ḧacîyek» em wez’ey bînîbû, çûbû polîsî hênabû, ameyan hełsan û hendê le gencekanyan girt... keçî ame lem ḧałeteyda destî polîsekanî maç dekird ta gencekan berełła biken, ame be ḧacî û polîsekanî wit:

- waz lelî yan barî tawan eyane nîye.

ḧacîyeke tûře bû û witî:

- ame ey tawan kîye?.

ame herdû destî bo asman berz kirdewe û hawarî kird û witî:

- tawan xudas.

ḧacîyeke xoy pê negîra witî:

- hey cinde hey kusû!!

tifêkî kirde řûxsarî ame û becêy hêşt, ameş kewte dway û pêy wit: ḧacî tû nimaz keyd û le xuda pařîde û we şurte û kelepçe ’alemege xas keyd? minîş îse tilyakkîşim û lałkyeme xuda řeḧim we ’eqiłd biked!.

serbarî ew dîmeneş dadgayek çaweřêy dekirdim ke hezar diroyş fayde nakat tyayda û her lêm deden...

nemzanî çon lenaw ew xełkeda tund destim gîra û berew mał birdimyan... daykim yekser witî:

- diruzin... îse nêzanim qep le kured bigirim... le zwand le pad, le desd? ḧayr mam! min dî le dereqet tû nayem! bîla bawgid bad ey kirdeweyle giştî îjme pî. xełas dî le des derçîde û bî’ar bîde kuştinîş faydey nîye meger we ḧebil bixinkinmed, meger we çeqû serd buřim weban belu’e û bixemede ban sîrkewan ta seg û pişî bixoned meger daẍd bikem. meger gîsd buřim meger çawid derbikem... meger... meger...

daykim wekû qumsêr dosîyekemî kirdewe û xirapekanmî xiste ber destî bawkim... îtir kwêt dêşê.

***

ame her ke ẍem daydegirt destimî degirt û berew ełwen deybirdim û ẍemekanî deda bedem řûbarî ełwenewe. beyanîy ew řojey «feyme» le xanekeda dozrayewe ke zyatir le sê řoj bû mirdibû, bonî kirdibû, destimî girt û birdimî. le řêgada her deyut:

- ax, feyme kesas... feyme.

her ke geyştîne zibłidanekey çayliẍ, řûbeřûy «ekber» bûynewe, ame pêy wit:

- řafzî sîwił fiş... era ey segane kuşîd? gunaḧ nîyn?

- biçû axir tu çeyd... netřîgîd dengid bad û netsîgîd bund bad?

min we pîm wetryas seg bikujim tû ḧeqid çes wey beyanîye welîm bîdese meḧamî segegan?

- meḧamî, he... axird şeř bûd ke weha şeř bîye eye çwîn le diłd têd seg bikujî û gulle bixeyde naw tifengeged?.

- ger fire qise bikeyd tuş kuşim ha... bîje pîm tû era çe xasîd eger tû jin min bwatayd, îse le cyatî segeke wegû leyîg ekuştimed...

- xwêřî nacesen min wek daygidim... wełła çe bîjim tû eger seg bikujîd jin û dayg û xuşk xodîş kuşîd... le desdû têd minîş bikuşîd... bes gereg bizanîd - min le mirdin nêtirsim mirdin heqe famistî?

- inca tû le çe tirsîd hetakû le mirdin bitirsîd.?. ame řeş wiřim neke bîla segeke bikuşim... we pîm wetryas herçenî seg bidwînim bikuşmey bîla tu le cyatî seg nekuşim! dibçû daye biçuwe ban karegey xod waz le ’ałem bar bîla kasbî xoyan biken!.

- weban kuştin her segîk çenî pare dene pîd? ’imird nemînd era xod û kar û kasbîd. he!.

- hîç her me’aşekey xome û bes... kar ey mangem seg kuştine.

- eger beqałî bikeyd ley kare xastir nîye?

- era? ta bayd gişt mîwe categanim bidzîd?...

- ûm axir şeř. ’eqiłd her ewene biř ked. min wegel kî qisekem?. swîç xome dem neme naw demd? bes seg nekuş biramî.

- he şît bîmes ’eqił xom bideme desd? era xuda eram xiraw kirdîye wey wey...

’ałemegan ban temaşa biken ame řeş temem ked, eye bike û ewe meke, eye xirawe û ewe xase, daye gûşe bitekin min ’eqiłim nêdeme des jin... famistî? weha zanîd ey ’ałeme kar û kasbîyan nîye gûş le tû biteknin... biçû hey mał xiraw biçû le mał xod binîş çekeyd leser aw? tilyak wekard têd, ’eybe her ey qisane meke... he...

ame he!

- hîç nêkem. temaşay segkûş kem, îs qesabeganîş dwînim ser manga û bizin biřn... çend car wetmese pîyan xwîn meřjinin!!.

- ha ha ha... ame řeş!! eger manga û kawiř û bizin sernewiřn meger ser tû buřn, tuwe kar hîç çiştîg nayeyd... a serd bûřn û gûştid fiře bidene ban sîrkewan ta segekan zyatir har bûn û inca yekîg tir têrin wegelim era seg kuştin segekan qîz lelîd ken, baweř nêkem bixoned, nasned bîdese meḧamîyan, bes le hwîrd neçd ewanîş lelîd tirsin, bixoned. ne fîkarey tilyak bûn. eger bixoned gîj bûn û kefin inca kem tilyakkîş hes ley şare, takû segekanîş bûne tilyakkîş?!! he tilyakîyegan le segekan zyatirin. ey şare twîş çi bedbextîyeg bîye! ey şare era weha hatêse serî? eger ’ereq nexon tilyak kîşin, eger tilyak nekîşin qumar ken, eger qumar neken yektirî xon, xas nîye min seg kuşim pyaw nakuşim... tû çawid we çe keftye eger bidwînîdem pyaw kuşim çe keyde pîm? inca xod kuşîdem... ha ha... kure dunya fire xoşe û ’ecaybîşe binyadem ser lelî dernêked...!!

- tûş pyawî hey axirşeř, ew kese xoy we binyadim ḧisab ked ey karey tû nêked!.

- erê ame xan tû çe xwardîde? îmřu zwand fire dirîje nêtirsîd bitupnimed? wek seg tupnimed, ta bizanim kî xawende û kî leser tû têde cwaw, segekanîş nayene cwaw, ey ’alemeyş îjin: desd xoş bûd xas kirdîd tupanîdey.

- he, ’ałem bîla era xoyan bîjin, ’ałem? he!, kî le derd kî zand? her le xoyanewe qiseken, kar û kasbîyan çes? hîç bes buxt kirdin ya ẍeybet û!! min bar xom ha leserşan xom... encaẍ bitwanim bar xom hełbigrim û kes ley řuje qeşmerî û ’eyb we kes neked... xuda zand binyadem ta mirin çe têde serî !

- ame bîdese muła we’iz dey... eger muła ey qisane le demd bijnefd xoy kuşd.

- bawig le qing tû û muła bixod hey řafzî tû zanî we’iz çes?...

- çwîn nêzanim!.

- řwîd sîye bûd, kûre tû çe zanîd xod we çe ḧesaw kirdîde?!

- ame! eye çede?... bizam qar dił xod we min řişnîd?! biçû daye biçû mild bişkin...

waz lelîm bar bîla segekan bikuşim. eger nekuşme yan ḧepeḧep ken û beyanî minîş finîş ken. wełłahî webîlahî nêzanim we çe qesem eradû bixom, xu kes baweř wepîm nêked eger bîjim le ban ełwen demeteqî wegel ame řeş kirdim... doyte we şeq derim ken qisegand řasin bes ewan diłyan nîye... tû xas zanîd ḧikumet wek xudas diłî nîye bisuzyed... eger bîjim seg nedwînistim... he... ame bîjim seg newî kî baweř wepîm ked?. îjne pîm xod byatayd we seg... ame waz lelîm bar xas zanîd xawen biřîg miłałim kî îwetyan ked?! tû... he... eger bidwînnem wegeld qisekem weşîtde neme qełem û îjin: îme era çe tû nar dîmne sede ban sîrkewan seg bikuşîd ya gûş le ame biteknîd. ame gûş metekin xuda kerîme... řas keyd le îmřu ta beyanî nêzanîn çe têde serman... ame minîş diłim piře wek tû bes çare nîye...

- çare hes.

- carî bîla teqe we dirû bikeme ey sege mirdye xuda kerîme era çare.

- bîla min biçim inca teqeged bike, le diłim nêtyed temaşay seg mirdîş bikem.

- xas daye, di biçû dî biçû.

ame řeş û ekberî řafzî qisey zoryan kird, ewey ke lêy ḧałî bûm ew giftugoye bû, zor şityan leser seg û mirov wit.

ekber řafzî le seretada her gałtey be ame dekird paşan ke ame destî girtim û pelkêşî kirdim min her awřim dedayewe, em qiseyeş dengî dedayewe...

- «eger min seg nekuşim yekêk tir peya ken era seg kuştin, ḧikumet desî dirîje».

xom amade kirdibû daneçłekêm ke ekber teqe bikat keçî deqîqeyek, duwan, pênc, hîç dengê nehat, nawbenaw her seyrî dwawem dekird.

- eger pyaw newd nûrî se’îd, nûrî paşa xoy seg kuşd.

keçî ekber řafzî destî beser tifengekeyewe meybû... wekû ewey xwaḧafîzî le xoşewîstêkî xoy bikat... awha řeq řawestabû.

leber’ewey sed metir zyatir lêy dûr kewtibûynewe, nemdetwanî firmêskekanî ekber bedî bikem... dengî teqem nebîst... bo sibey bîstim, ekber wazî le polîsî hênawe û buwete gořhełken!.

***

hemû pêncişemme û heynîyek bawkim le neftixane dehatewe bo naw şar, hemû řojanî şemmeyş debwaye se’atekeman leser çwar danaba, hemûman be zengekey hełdesayn û legeł bawkiman nanî beyanîman dexward û beřêman dexist û yeke yeke maçî dekirdîn û deřoyşit bo ser karekey. ew řoje şemmeyey ke bawkiman berê xist min leber derga mamewe... daykim herçende witî:

- bewe mał.

xom asayî gwêm nedaye... nazanim bo nedegeřamewe... jinêk bepele beber demma têpeřî, ’aba û pêçey kirdibû, nemnasîyewe...

minîş her serincim deda lam seyr bû bem beyanîye zuwe jinêk wa be pelepel deřwat...

geyşte ber dergay mizgewteke ke her çend metrê le małî êmewe dûr bû, hendê westa û seyrî em law ew lay kird... minîş wekû şitêk hanim bidat her wa wirde wirde kewtime dway jineke... buxçeyekî leser sekûy mizgewteke dana û be pele řoyşit... her legeł dananî buxçekeda dengî giryanî minałêk berz buwewe, tirsam be pele berew małî ame řamkird...

- ame miłałêg leser sekûy cam’ege niryas.

-..........

- daye ame miłałêk miłał.

-..........

- kûre îjim miłałêg miłał le werdem qapî cam’ inga inga ked...

- we çaw xod dwînistîdey?

- a we herdû çawim we îmam.

le řastîda cige le deng minałim nebînî... bełam ame zanî dirom kird boye dûbarey kirdewe:

- we çaw xod dwînistîdey.

- ha, a. ne.

-..........

- bes we guşim jineftim gîrist, miłał bî, we dengî nasîmey.

- ha... ewe...

- çes?

- zûłe.

- daye zûł yanî çe?

- tû carî nêfamîd.

- ye’nî hîn hîn yanî yanî zûł.

- ewe lewra niryas tayekî bodey... tû we çaw xod pyawegan dîd?.

- a çîne naw cam’ û temaşakirdine pê û ame her wek ewey birînekanî kulabêtewe bew beyanîye zuwe destî be qisekirdin kird, her beřastî qisey dekird çawekanî deçeqîne şwênekeyanewe, seyrî em law ew lay dekird... her wekû ewey le awêneda beramber be xoy westabê legeł xoyda qise bikat, awha qisey dekird, ca minîş ya xew demîbirdewe ya bepêçewanewe têdegeyştim ya be pirsyar gîjim dekird. ameyş her ke dûbare û sêbarey dekirdewe... le mebestî ḧałî nedebûm çen carê dûbarey kirdewe û witî:

- car car nîweşew têne şwînim, miłał dwêteganyan têrim, zaynimeyan yan lebaryan bemey... bes we kes neyjîdha.

- ey çe le miłałeganyan keyd?

- xuda zand, bemeyan era paşa kuprî era qewrsan û şwîn gumyan kem... çe bikem?

qar xom... bes çare nîye řûłe.

- ha...

- řûłe çare nîye eger bawig û daygyan bizanin ser dwêteganyan biřn û ḧeyayan çid, tû carî miłałî çe dîde?.

- ey eye nîye îjim miłałêg le ban sekûy cam’eges.

- ha ha ha - era, xenîd?

- min fire çişt dîmes.

- biçim miłałege borme mał û bîjme daygim.

- ne ḧeqid newd.

- era?

- îse xom çim we dizî hełîgirim.

- era xod têrîdey?

- ne.

- bes era kî?

- ḧeqid newd.

- tû xuda bîje pîm.

- temîne miłałî nêwid. fir ḧez le miłał ked... ḧez ked îwetyan biked... lejîr ’ebagem şarmewey û bemey eray.

- beydem wegel xod?.

- ne biçû era mał îse daygid îjd wey beyanîye era kûre çîye?.

ame xoy pêçayewe. bepele geyşte ber dergay mizgewt. waynekird xełkî bînasnewe be ’aba û peçe xoy poşî û minałekey hełgirt û řoyşit.

***