1

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 29 Xulek  2235 Dîtin

nemdezanî bo çî degeřam, hemû kitêb û defter û govarekanim em ser û ew ser pêdekirdin û teputozî çend sałeyanim lê dadetekand.

lepiř wêneyek xoy hawîşte naw bîlbîley çawekanim û bo çend satê tasî pê birdimewe û le bê’agayîyekî derwêşaneda řaygirtim.

deşê lew çend sateda hendê cûłe û em ser û ew serim kirdibê, bełam êsta ne dezanim çîm kirduwe û ne deşkewêtewe yadim.

daxekem wêneke ewende kon bû, eger bewrdî serincî nedraba nedezandira wêney çîye... wêney dû kes bû... çon dû kesê?...

minałêkî pêpetî, çiłkin û qij bij, kirasêkî diřaw û pînekirawî leberdaye, deste biçkolanekey be destî afretêkî qełewewe bû ke nawqedî le bermîl eçû û demuçawî řeş... lewe eçû qerecêkî koçer minałêkî dizî bê û peley bê leberçaw bîşarêtewe, ewha destî minałekey girtibû.

herçende bîrî lê dekemewe nayetewe bîrim bizanim em wêneye le çi kat û satêkda û le çi şwênêkda gîrawe, eger çî le piştî wênekeda be qełemî řeş hendê «şeře pişîle» nûsrabû, herçend hewłim deda bom nedexwêndirayewe... herke wênekem dozîyewe xoşî û hêmnîyekî seyr daygirtim, herwek ewey şitêkî gelê bayexdarim dest kewtibê ewha leseryek «oxey oxey»m bû...

bemezene temenî ew wêneye 23-24 sał debû, bewrdî seyrî minałîy xomim dekird. lebatî ewey bem qed û berge karîkatorîye pêbkenim, lepiř henaseyekî sardim hełkêşa û wênekem naye qed singimewe, kitêbekanim be perşubławî cêhêşt û wirde wirde çûmewe naw dinyay minałîmewe... ew dinyaye ke êstaş le řeftarî řojanemda be heman şêwey ew serdeme, şitekan debînim û!!...

***

ame řeş ya «ame řeşî dayenim», be mîratî le bawkîyewe xûy tilyak kêşanî bo mabuwewe... řenge taqe mîratîyek lebatî mułk û mał û.... em xuwey bo cêhêştibê...

ewî řastî bê zorî dekêşa û tûşî core ḧałetêkî seyr debû, bo nimûne gelê car bêdeng debû wirte le demîyewe nedehate derê û, gelê carîş belese debû, cige le cinêw û bołeboł û nařezayî derbiřîn şitêkî tirî lê nedebîstira...

legeł hejarî û bêderbestîyekey, agay le dewrî xoy hebû ta mest û gêjtir bibê û řewişt û akare napesendekanî şarekey ewendey tir birînekanî nekulênêtewe... her ke be ’eqłî ew serdeme le amey dayenim depirsî:

- era fîkare bîd?, wełamî dedamewe, deyut:

- bîlem dwêtim tû carî miłałîd hîç nêfamîd.

tê nedegeyştim, derkim bewe dekird ke çawekanî sûr hełdegeřan, letrî deda, bezeḧmet xoy be pêwe degirt, taneyan lê deda û minałekan be twêkłe şûtî û tematey řizîw dekewtine dway û deyanqîjand, be minîşyan dewt.

- amey dayenit tilyak kêşe û... we... we.

minîş wekû kuçkûçe dekewtime dway, kołan be kołan legełîda desûřamewe.

min û ame řeş û hemû kołanekanî xaneqîn, şitêkî seyr û taybetî bûyn bełam kam min? kam ame řeş? kam kołan? kam xaneqîn?.

min?... emeyan carê na... lêy nadwêm...

ame řeş:

bergêkî řeşî hemîşeyî wek pêst nûsabû be leşîyewe, milyonê gořan le satêkî mestîda le řûxsarîda derdekewt...

eger bêt û zorbey zorî wênekêşanî hunermendî em cîhane ko bibnewe baweř nakem bitwanin řengêkî bekełk bidoznewe, ke bo řengî lêwe şîn û mor û bor û řeş û qaweyîyekey ame řeş bişêt.

herçenê gořanî loçî demuçawî mirovekanî em zemîne heye kokenewe nagate ew sate gořaney demuçawî ame ke mest debû, betaybetî katê hewałî mirdinî yekêkî debîst, ya mergî yekêk dekewtewe yadî, lepiř le pêkenînewe bo giryan degořa... kirj debuwewe, hezaran hêłî beyekaçû lenaw çirç û loçekanî řûxsarîda debînra.

ger hemû hunermendan kobbanewe neyandetwanî le portirêtî ya le hezaran portirêt řengî demuçawî bidenewe...

eger ew hunermendaneş bitwanin beşêkî kemî azarekanî derûnî ame bikene řeng û fiłçekanyan têkeł be řengî şanekanî xwênî biken, ewa le astî ew cûte lêweyda fiłçekanî xoyan deşkênin, natwanin řengî kwêrewerî yek řojî jyanî ame lenaw qełşî lêwekanya kokenewe. eşê wênekêşe hunermendekan. peykertaşan bitwanin le wêney vînos û nêvertîtî û monalîza cwantir bikêşin, bełam hergîz natwanim baweř bewe bikem hunermendê, feylesufê, nûserê bitwanê wêney wişeyekî bêdeng û meyû le nêwanî dû lêwî bargirtûda derbixat.

eger pena berme ber çawekanî xom wekû kamêrayek byanxeme kar ewa debê biłêm:

demuçawêkî xiř, goştin, dû gilêney qaweyî lenaw sipêne zerd hełgeřawekanya melewanîyan dekird, birjangekanî wekû fiłçeyekî zor bekarhênraw û swawî hunermendêk, tełekanî kurt kurt û hełwerîw bûn. liç û lêwêkî estûr şoř bibuwe qed dergay demêkî heşt no didandar... çenageyekî pan, gonay xiř, foteyekî řeş ke bezeḧmet le řengî pêstî řûxsarî cya dekirayewe, hemîşe ałabuwe seryewe, hemû serî wekû topê wa bû wek ewey bezorî çeqênrabête ser şanî.

nazanim çon basî milî bikem... eger biłêm milî nebû ewa!!. qełew, deng nask, singî kemtir nedebû le singî meryem makîba, singî berz û çwar şane bû, memkekanî zor gewre bûn, eger leser xoyş biřoyştaye her deleranewe...

be şîrî ame řeş perwerde bûm, katêkîş temenim geyşte heşt sał hemû řojê pêy dewtim:

- biçû řûłe, ha bigir eye dû ’ane, biçû era bazař bîje ḧesen tûtniçî dû ’ane ciẍare eram binîrd... zwî biçû îse dûkanegey wesd û çide mał, aramî biřyas, eger qiseş kird gûş metekin zwî bewe duyawe.

hemû řojê ser lebeyanyan be pêy petî řam dekird û deçûme lay ḧesen tûtniçî ewîş bê ewey hîçim lê bipirsêt yekser de panze cigereyekî be kaẍezî sipî depêçayewe û deydaye destim çon be pele û řakirdin le lay ame řeşewe deçûm bo bazař, be heman pele û řakirdin degeřamewe. pêpetîyekanim bibûne tirumbêlî agir kujênewe, aẍze cigere fiřê dirawekan deçzan be pêmda û dekujanewe, ewende aẍze cigere çiza bû be pêmda řahatbûm řaneçłekêm û nełêm: «ûy».

gelê carîş ḧesen tûtniçî be bołeboł deyut:

- he tewaw newî ciẍaregey ame řeş, we şew tilyak kîşd we řujîş ciẍarey kurdî... nêzanim ey jine takey tilyak kîşd, gwî we řuḧ ew bawgey yarû fîkarey kirdîye, bîjwe ame we qeder dû ’ane ciẍare nîye, eger carêk tir hatîd webawgid îjim famistî?

car car ḧesen tûtniçî qisekanî be core tûřebûnêkewe deda be gwêma, waydezanî wişe be wişe bo ameyan degêřmewe.

le seretada carê duwan wîstim em qisane bo ame bigêřmewe keçî ame qisekey pê debřîm:

- jinî nîye qar dił xoy wekî biřşind doyteganî nêhîłn jin bixiwazd.

îtir leser em qisane eřoyşit û basî ewey dekird ke ḧesen tûtniçî her bo ewe azaye bołeboł bikat û kiçekanî nahêłn jin bênê, bełam ew gwêyan nadatê û çend carê dûbarey dekirdewe:

- eger jin eray peya bikem heta řuj mirdinim we petî ciẍare eram nîrd... hezar řeḧmet le qewr jinegey jin xasîg bî û xasîşî fire ha le ban serim, min çwîn le diłim têd jin era ḧesen tûtniçî peya bikem? beyanî dû beyanî mirim û lew dûnya gileyî lelîm ked û îjd:

- ame řwîd řeş bû era xatir qur’an! leye zyatir! ewene xasî kirdim erad wewer çewd nehat? zwî çîd jin eray xwazîd... xasîyegem le fikird çî?

paş ewey cigerekanim bo dehêna, pêy dewtim kiçim gwêy mederê û loke bixe naw gwêyekanit û derbes meye îtir axrî şeř buwe... xełefawe... bo jin şêt buwe... eger boy bilwê hemû jinekanî em şare xwazbênî dekat. leber ewey tirsinok û bêẍîrete, ’alem wa dezanin wefadare le diłî nayet jin bênêt, hemû jyanî bo xizmet kirdinî kiçekanî terxan kirduwe.

***

êsta zorim pê seyre... ew serdeme ame be wirdî zor be wirdî qisey legeł dekirdim wek diłnya bêt ke min lêy têdegem û le mebestî ḧałî debim.

gelê car wa řêk dekewt çend se’atê leseryek lebarey şitêkewe qisey bo dekirdim. ewî řastî bêt nek her tenya tênedegeyştim çî ełê û mebestî çîye...

bełkû gelê carîş le katî qisekirdinî ewda hendê serxewîşim deşkand û dûr nebû xewîşim bidîba bełam wekû dełên bîrî minałîy tîje, keçî min tenya ew şitanem dêtewe yad ke zyatir le çend carêk dûbare debûnewe... debwaye heman qewaney tûtniçî bibîstimewe. ameyş herwek ewey gwêyekanî minî hełbijardibê bo aramgey wişe axdarekanî:

- kiçekanî ḧesen tûtniçî katê ke min debînin dergakeyan le řûm dadexen deçne jûrewe, min be ’izra’îl debînin. min řoḧî daykyanim kêşawe... gelê pyawî çakîş dêne lam û daway ewem lê deken biçme xwazbênîyan... bełam nawêrim le qîjeyan detirsim hawar deken.... kiçekanî qeyre bûn.

beher ḧał be famî êsta û ewsayşim lewe nedegeyştim boç ame derdî diłî xoy be wirdî bo min degêřayewe. bişê kesêkî ewtoy diłsozî nebûbê gwêy lê bigrê û emîş pêwîstî be badanî xermanî derdî hebûbê. ya baweřî be xunkî kirdinî xełkî nebûbê... ya ew řastîyey zanîbê ke her yeke û derdî diłî xoy heye û pêwîstî be gwêgir heye û minî wek minał û bêgerd hełbijardibê em qisaney bo bikat, beherḧał nazanim.

gelê car dembînî be kizîyekewe danîştuwe û dû ’anekeyşî nîye her ke bem şêweye dembînî le sê ’ane le xercîyekey xom bê ewey pêm biłê deçûm ciẍarekem bo dekřî le binî baxełimda demşardewe, herke çawî pêm dekewt deyut:

- pad suzyaye, daygid nekuşted? newt era we pay petî çîde se deşt?.

minîş demut:

- pêm toqłey kirduwe ’ezyetim dedat.

dirom dekird, ke geřamewe bo małê têhełdanêkî çak debuwe pêş jemî xorakim, cige le dadgayîyekî seyrîş û daykim deyut:

- era pad suzyas? ewe dû kewş nîye?! sê ’aneged çewe pîkirdî? bîj. era cwaw nêdey? he... le beyanîyewe ta hefteyeg filsîk nêdryede pîd, ta tobe bikeyd û neçîde bazař û pageylid bisûzyen îse we derzî toqłegey pad diřim û awegey derkem neyjîd ûy.

beher cor hewłî ewem deda xom le destî daykim derbaz bikem û herçendeyş pêm janî kirdiba zorim le xom dekird û demut nayeşê bo ewey ber destî nekewm be řêkî hengawim dena, daykîşim deyzanî û heřeşey lê dekirdim û deyut:

- bawgid nîwerû têdew îjme pî dî kewş erad nesînd.

tûře debû û le zimanî xełkîş detirsa û hawarî dekird.

- xû bawgid bedede neft xaneha! bedede lay dixtor derzî ded lelîd. eger dî biçîde bazař demuçawid řeş bûd wek bin qezan wek řûy ame řeş.

em heřeşeyey daykim tirsêkî zor seyrî le derûnmida řwandibû, ewende siłim le qisekanî dekirdewe wamdezanî eger qisey asayîş legeł bawkimda bikat ewe core îşaretêke û şikate le min dekirê...

boye hemîşe xom be peşokawî debînî, mat debûm ya be danîştinewe xewm lêdekewt ya bê’îrade berew lay ame řam dekird û xom le baweşîda degirt. henasebřikêm pê dekewt û be tirs û bêdengîyekî seyrewe serincî řûxsarîm deda wamdezanî em demuçawe řeşey be řeşîy jêr menceł řeş kirawe, emîş serpêçî qisekanî daykî kirduwe û le minałîda kewşî le pê nekirduwe û be pêy petî sûřawetewe û bin pêyekanî hemû sûtawnetewe û toqłeyan kirduwe.

nazanim boçî em tirsem řoj beřoj gewretir debû «derûnî dagîr dekirim» sereřay ewey ke xom le baweşî ameda debînî û henasebřikê û tirs řêy qiseyan nededam û ame lem bêdengî û şipirzeyîyem têdegey û deyut:

- řûłe netirsîd.

bêsûd bû hewłî ewem deda be ame biłêm:

- key demuçawtyan be binî menceł řeş kirduwe? eger be sabûn bîşoyt sipî debêtewe?.

keçî ew řêy nededamê û qisekey le demim debřî. boye minîş wamdezanî ame zyatir le carê siza dirawe. řenge daykî, bawkî, bira gewrey, xuşkekey, nenkî hemûyan sizayan dabê, îtir minîş herçî xizim û kesukarim hebû, herke çawim pêyan dekewt ew řojem dekewte berçaw ke dest û pêm debestinewe û yeke yeke be binî menceł řuxsarim řeş deken, boye le diłewe ḧezim le bînînî kesyan nedekird.

daykim be heřeşekirdinîş diłî danedekewt û hemû řojêk deyut:

- him. ey bawig mirdîye xû cwawîş nêded bikefde desî małege çûł ked û giştî bederay ame řeş û îme xede ban sac ’elî.

***

her lew serdemeda fêrî dirokirdin bûm... diroy řêk û nayab û lebar û nalebarim dirust dekird. her ew řojaneş fêrî dizî bûm. dizîyyek nek bo xom... tenya leber xatrî pêkenînêkî ame amade bûm hemû wirde şitekanî mał bigwazmewe boy... hemû řojê deyan çîrokî sûryalîm le xeyałda dirust dekird, řahatme ser dirowdelese hełbestin, hemû řojêkîş bedeyan dirom lê sipî debuwewe bełam kesîş lew nihênîyane nedegeyşit... darkarîy dekiram, yaxîy debûm, leser bizmar û pet û şitî kon dexewtim, her firsetim dest kewtibaye dergay serbanim dekirdewe û bazim dedaye serbanî mizgewt û hawsêkan, ta degeyştime małî ame.

le zistanda naçar debûm gorewîyekanî nenkim dedzî û bo amem debirdin, herke nenkim bewey bizanyaye ewa aşubêkî gewre le małmanda berpa debû, her lew kataneda twanîm çend demamkê bepêy pêwîstî sat û corî kêşe hełbijêrim û le řûxsarî xomî binêm.

ca çî biłêm pêwîstî kesanî kiłoł bo minî kiłołtirî saway bêgunah, fêrî diro û dizî û sed řûyî dekat! min nałêm eme nexoşîye... na... zadey corî dabeşî nacorî komełî bêbezeyîye... hergîz bemîratîş bo kesan namênêtewe. gileyî le kê bikem?

qutabxane, mał neyantiwanî řegî em şitane le mêşkim řîşekêş biken... êsta çon detwanim dasî řastigoyîm be hesanî êş tîj bikem û be mişarî xewnekanim serim şeq bikem?

destî lerzokim çon detwanê daseke bigrê û serî emane biqirtênê? gileyî le kes nakem.

paş ewey gorewîyekanim bo ame debird naçar debû nizîkî małman nebêtewe ta gorewîyekan nebînin... ger daykim yan nenkim bo îşê bangyan bikirdaye ewa naçar debû her be ’aba řeş û qaweyî û borekeyewe danîşê ta pêyekanî pê bipoşê... nazanim ger pêyan zanîba çon pîney dekird... min bûme dizêkî çak, yexçałêkî texteman hebû herçî tya bwaye emdizî û be hezar firtufêł dembirde małî ame. ewîş herçende heřeşey lê dekirdim ke be daykim û bawkim biłê û lêmî wernegrê, bêsûd bû, zyatir berdewam debûm... her ewende le dizîyekeda serkewtinim bedest bihênaye, îtir wamdezanî dinya û ser leberî hî xome...

le hawînanda ke bo befir kiřîn deçûme bazař, le řêgeda parçeyekim lê dekirdewe û demdaye ew, ya leber dergakeyanda cêm dehêşt, ewca degeřamewe bo mał û yekser daykim deyut:

- eye key bayî çwar ’anes? fiłan hełs biçuwe xwînîy. bikefe gyanî şel û kûrî bike ye fire bî’ar bîye faydey nîye wegelê.

lêdanêkî çakim dexward, hêşta firmêskekanim wişk nedebûnewe bîrim lew dekirdewe kemçon bo sibeynê befrekey bo cêbecê bikem... bełam em bîrkirdineweyem ewendey nedexayand û le mêkşima deqirta, çunke řojanem sê ’ane bû. demtiwanî be dû ’aney řojanekem cigere û befrî ame misoger bikem, ewîş řojanem zû xerc nedekird ta êware her be destimewe demayewe... êwareş berew tarîke bazař dekewtime řê.

***

tarîke bazař gewretrîn bazařî şar bû, dûkanî bezazekan le řîzêk bûn beranber be dûkanî ’etarekan... beqał û wirde firoş, ’itar, tûtniçî û sertaşîş le nêwan û lew laşewe xeyat û çikeçkî mekînekanyan kewtibûne ew lay çaxanekan.

dû çayîxaney gewre beranber yektirî hebûn, yekêkyan her le beyanîyewe heta êware qewan leser giramefonekey lanedeçû. her le goranîy «ketan ketane» û «kiras zerdê» û nedebřayewe.

çayîxanekey tirîş be «qoryat» (ay hawar degîrmançî men xançî sen karwançî) berperçî dedayewe, cige le dengî domîne û çeqene lêdanî danîştuwanî û hawarî şagirde minałekanyan ke le řiqî yektirî be tundî le camekeyan dekêşa be dołke fafonekeyan yekêkyan deyut:

- sû sû sû.

ewîtir boy desendewe û deyut:

- aw aw aw.

cige lewey ke hendê carîş danîştuwanî herdû çayîxaneke leser kełeşêr debuwe şeřyan û bazařekeş deşêwa...

«’ebe çiłminî mîm sekîne» dondirmey leberdem herdû çayîxanekeda defroşt û hawarî dekird: dondirme bûz. ezberî bûz, dondirme...

keçî «ḧacî ełła wêrdî» xawen çayîxaney duwem be goçanêkewe boy deçû û deyut:

- quzełqurit bûz kopek oẍlu.

’ebe çiłminîş ciřtî bo dekêşa. minîş zor ḧezim lewe dekird «ḧacî ełła wêrdî» bibînim be şeleşel û cinêw dekewte dway ’ebe... danîştuwanî herdû çayîxanekeş çepłeyan bo em dîmene lê deda û pêdekenîn... xełkekeş deyanut «’elî ezẍer»y xawen çayîxane fîtî ’ebe dedat wa bikat.

paş em şeř û pêkenîney «’ebe çiłmin û ḧacî ełła wêrdî» bayî ’aneyek dondirmem dexward û bayî dû ’aneş befirim dekřî û be dest hełmidegirt... destim bergey sardîy befrekey nedegirt û demnaye naw koşim û beřakirdin bo małî ame deçûm. minałekan gałteyan pê dekirdim...

- hî hî hî qulî dyare pay dyare.

ew hewałe zû degeyşte małewe û daykim yekser deyut:

- wextî dondirme quzełqurit kirdîd era şewî yeged hełgirdibîd û pad dyar bî?.

çend car wetme se pîd şewî yeged hełnegrîd?... newetim ’eybe doyt nawid yeg kes pay bidwînd?...

...- - tû, řojî hezar kiław kiław keyd. dwêtim řiswa bûyd ’eybe ’eyb. carîg tir eger jineftim şewî yeged hełgirdîde herdû pad suznim û hîlmed le mał binîşîd dî nêçîde deşt famistî?.

eger beřastî hemû şitêkim butaye, ewa debû perjînêkî berz û estûr le nêwan geřekekeman û małî ame řeşda dirust bikirê... îtir ew bê min demayewe û minîş debwaye jyanim her be giryan bibirdayete ser û her xomim bixiwardayetewe... řastîşim butaye demzanî pêm dełên:

- îme kar û kasbî bikeyn û tinîş gişt çiştegan boyde era ame řeş ley řojewe gereg nîweřû biçîde bazař û le dûkan babad binîşîd famistî?.

maweyek nîweřwan deçûme dûkanî bapîrim... çunke degeřayewe bo nwêjkirdin û nan xwardin, minîş debûme pasewan, ladêyîyekan dehatin û deyanpirsî:

- ketan dîrin?

minîş le xomewe demut:

- ne nîye... nêzanim... ta bapîrim têd dûyaxir bew...

- hew min îse çime awayî xuda zand, key carîg tir têmew!...

- bîjme pî nawid çes?

- xoy nasdem.

em core giftugoye hemû řojê bo çend carêk dûbare debuwewe... nemdezanî eger bapîrim geřayewe bo dûkan çî pê biłêm.

eger biłêm pyawêk hat û hewałî toy pirsî û witî: xoy demnasê û îşim pêyetî dełê: nawî çe bî?.

ger bimutba nawî xoy newt ewa lêy depirsîm:

- çwîn era? çelewerî bî?

nazanim biłêm çî, eger biłêm hemûyan wekû yek wa bûn ewa baweřim pê nakat... bełam mebest nebû baweř dekat yan ne, minîş hemû řojê em qewanem bo lê dedawe «çwarşane bî, kiłaş le pay bî, kewa û sełteyekî qaweyî, mişkî û cemedanî, sîwłî řeş û gewra bî».

paş ew birûske û řaportaney min, bapîrîşim em řistaney dûbare û çendibare dekirdewe.

- ê ê... a a... ha... nênasmey.

minîş pêdekenîm û berew mał řamdekird... yek dû hefte wekû dełên nanim kewtibuwe řonewe bewey ke bapîrim degeřayewe û minîş le dûkanda demamewe... topî qumaşekanim pak dekirdewe û dûkanekem gisk deda... ê bełkû le dexîle yan le qase yan le gîrfanî bapîrim penca filsê kewtibête ser zewî. zorcar le penca fils zyatirim dest dekewt îtir ew řoje ewende bextewer debûm wamdezanî hemû şar, be bazař û dûkan û çayîxanekanyewe hî mine û her xerîkî ḧîsabat debûm û lêm têk deçû û serlenwê dûbarem dekirdewe:

1- dû ’ane era ciẍarey ame.

2- dû ’ane era wefir.

3- yeg ’ane era ezberî...

na debê bo dû sê řoj ciẍarey bo peyda bikem bełkû sibeynê hîçim nedozîyewe... îtir bayî heşt no ’ane ciẍarem dekřî bo ame. ew řojey ke hîçim le dûkanekeda nedozyayetewe ewa detut hemû dinyam be serda řûxawe û matemînî daydegirtim, wamdezanî hemû dinya le şînuşepor daye, bapîrîşim car ne carê ke deybînî dûkanekey xawên kirawetewe maçî dekirdim û deyut:

- ha aferîn eye dû ’ane era xod.

ger kilîlî qase û dexîlem dest kewtiba ewa heta hetaye dabînî parey befir û mîwe û cigerey amem dekird... keçî daxekem em karem her dû sê heftey debird wek dełên finîş kiram ewîş: dûkandarekanî beramber dûkanekey bapîrim mezbeteyekyan le serim daye bapîrim... hendê le dûkandarekan mast û ḧełwa firoş bûn herke giskim deda lêm ko debûnewe û deyanut:

- toz meke.

- masegem pîs bî.

- gizî mede.

- ḧełwagem pîs bî.

- ey teputoze çawim kûr kird.

minîş becarê wełamî hemûyanim dedayewe:

- min ḧeqim çes... bapîrim wetêse pîm dûkanege pak bike we îwe çe? dûkan dûkan xomane qabîle bîlim pîs bûd era dûkan îme wek dûkan îwes?... temaşa biken qumaşegan birîqe den, îweş her megez têdeban ḧełwa û mas û penîregedan, xodan genyane... bûme qurban xuda yarû îwe kird dêse dûkandar... daygim îjd dûkanegandan hin îmes, derdan keymin, dûkanegan pîs kirdines îse xom we babam îjim qawdan bided.

îtir wekû şare zerdewałem wirujandibê awha dewrûjan wilêm kodebûnewe û xoyan tûře dekird û sûr debûnewe û heryeke şitêkî dewt:

- dwêtege tû çawid derçîye û ḧeyad nemaye gewra û bîçg nêzanî... îse bapîrd têd û îjme pî felaqed biked dî bizan îtir nîweřwan leyra mînîd hey aram biřyay...

ewî tiryan eyut: şîr ame řeş xwardîye wekî bad we ame têd.

- edeb siz meger saçû kêsem ikî gozû çixatrem .

îtir nemdezanî wełamî kameyan bidemewe, ewende be tûřeyîyewe řûyan têdekirdim nemdezanî ew kat nemdetwanî wek êsta biłêm:

- to ḧacî fetḧułła heta emsał ke çûyte ḧec wek ame tilyak kêş bûyt.

- toş řeḧmanî fate qere hey ḧîz hey hey xwêřî xo hemû şar detnasin.

- to her... her azayd wek jineyl bixenîd hey çaw ḧîz.

keçî řûm tenya le yekêkyan dekird û demut:

- bîje pî era min le tû tirsim? he!.

- îjme kuřegem ḧesen bided lelîd.

- era çes herkî era xoye xału dî dirîjî meke û bûřewey. biçuwe ban kar xod, maseged pîs bûd û nêwid wecîr û ceḧenim xû ałtûyn nîye. şew û řoj û mase turşya yeged megez nîşde banî.

- xas tû her zwan dirîjî bike hey «gobenî» û ser le îme bişîwin bizan çwîn fitîl fitîl le lwîtid derî keymin.

zor seyre ew ḧacî û macîye diroy wayan dekird bo bapîrim nebêtewe her baş bû bapîrim neydekuştim, deyanut:

- eye wete pîman gewad teres bêcge le hezar qisey xeraw, tif le lîman kird, xoł xiste naw masegeman, we ne’il hat eraman. we kuçg kuçg waranman kird...

wete pîman:

- gişdan bî şerefin...

îmeş le wer xatir řîşe çermîyeged demman nekirdîne û her yeke û çîye ban dûkan xoy û dem xoy kilîl da û hûwiskût bîn. le wer xatir cenabid bes weha weha ekirdîmne pî, bes cenabid xod le îme xastir zanîd temey bikeyd... xû ey dwête nêmînde êwe, eye era weha hatêse pî, îwe giştan, elḧemdulla merdim xasîgin...

pyawin... bes ey dwête fire cerbezes, çe bîjîn şîr ameřeş xwardîye... doyte hey... maxer çwîn we îme îjîd gewad ha?

ewendem pê seyr bû yek piştî ewî tirî degirt û naw benaw swêndêkî gewreyan dedaye pał qisekanyan, bapîryan wa han deda her bimkujê... xomim pê negîra witim:

- we xûda dirû ken.

keçî bapîrim goçanêkî kêşa be piştimda û witî:

- eye nîye le werçaw xom wey řîş çermêyane îjîd dirû ken hey çaw derçî.

ay lew darkarîye û le seg û segbabîy ewanîş paş ewe damyane lêdan û yeke yeke dehatin û destî bapîrmyan degirt û deyanut:

- le wer xatir îme bîley wazbar lelî nekujey.

keçî bapîrim zyatir lêy dedam, cinêwî pê dedam û tifî lêdekirdim... xo min derbestî ew goçane nedehatim... eger biłêm azarim negeyşit beqed ewey dûfaqî û dûberekî û diroy ewane ezyetî dedam û demzanî her yekeyan lejêr simêłekanyanda bizeyekî pîsyan şarduwetewe û paşan legeł yek pêdekenin û beyektir dełên:

- kar weha we syaset xas bûd!.

îtir ewe dwacar bû. dûkanî bapîrim nîweřwan becêhêşt. be giryanewe geřamewe... le řêga bîrim lewe dekirdewe êsta biçme małewe daykim dû ewendey tir darkarîm dekat ca heta êware bapîrim dêtewe, bawkim, daykim, mirîşkekanî małman, dar, berd, seg, qap û qaçaẍim têwerdeden. îtir her xwa dezanê çîm beser dehênin û heryeke ger hîçim lê nekat û diłî pêm bisûtê ewa le řêy xwa be dû sê tifî xest nawçewanim swax dedat û çend cinêwêkî pîsî tirim têdegrê... le řêga bîrim leme dekirdewe... boye biřyarim da carê neçmewe bo mał... ba biçim bo lay ame... îtir baqîyekey xwa kerîme... keçî lem ḧał û wez’eyşim her bîrim le cigere û befrî ame dekirdewe... be giryanewe geyştime małî ame... ame wekû şêt řûbeřûm hat:

- ha řułe çewe?

-......

- eřa gîrîd?

- ihî ihî ihî.

- negîr çe bîye bîje pîm?

- daye... ihî ihî... ihî ihî... hełs boreme mał. m... min na... na... xêzanim nîye kuşnem...daygim. bawgim ihî ihî... denelîm... ḧacî fetḧułła segbawig gwî bikeme ban keşîdegey ihî... şikat le lîm kird... řeḧmane çiłminîş bye şehad... meger dwêtegey bikuşim babam we goçan kuştem hî hî hî.

ame piştî hełdamewe, destî be giryan kird, be peřoyekî pîs ser û çaw û firmêsk û birînekanî piştimî desřîyewe û leseryek deyut: ew kafre bîřeḧme çwîn da le lîd?!

minîş herçî řûydabû beřêkî bom degêřayewe ewîş le min zyatir firmêskî deřişt, keçî min bêdeng bûm ew destî be giryan kird û ewendey min henasey hełkêşa... destî be ser serma hêna...

hestim dekird eger serim leser singî ame bêt hîç şitêk nîye azarim bidat, keçî ame destî girtim û pelkêşî kirdim û berew mał birdimî...

min namewê biçme mał, keçî ew be zor bo małim debatewe... ey hawar çî bikem le destî daykim?. xo her demkujê eger leser hîç nebê leser ewe lêm deda bo pêm petîye û şûşeyş qaçî biřîwim û pêm nezanîwe... xwên pêyewe meyîwwe... pêm dełê:

- tû kewş sendîd era serd?!

ay hawar çî bikem eger zanîbêtî be nawî ew heřeşem le dûkandarekan kirduwe!!

ay hawar çî bikem.

***

eger bikirê wêneyekî fotografîy kuncekey amem bo bikêşrê û bitwanim nexşey małekey dest nîşan bikem, wa dezanim debê geřekêkî biçkole dabeş keme çend sedeyêk, be watayekî tir kuncekey «ame» û ew dû sê xanuwey lay çepî kuncekey «ame» û xane gewrekey lay řastî û kelawe konekey lay jûrû û zibłidanekey lay xwarû ewa detwanim biłêm em hełete le sedey sifirdan.

herçen małêk ya çareke kîlometrê bewlawe małî «řeşîd begî muxtar» be hemû baẍ û dar û guł û ḧewz û meř û małat û pelê kareker û desteyek nanewa û heşt no cilşor, de dwanze mamostay taybetî bo kiç û kuřî gîrabûn cige le mîwane hemîşeyîyekanî ke baş çaweş û qaymqam û polîs û mudîr beledîye, dawde keçełî zeřengerî dewłemendî selem xor û mam řeḧmanî «serokî qaçaẍçîyekan» û karwançî.

bekurtî małe gewrekey řeşîd begî muxtar... ke zyatir le sed jûrî gewrey tya bû, wiłatêkî serbexo bû û peywendîy dîplumasî û bałwêz û xezêne û pîlan û de’wet û bertîl û sułḧ hemîşe her berdewam bûn .

bekurtî lew geřekemanda ke jimarey xanuwekanî le sêsed mał zyatir nebû hemû sedekanî mêjûy kokirdibuwewe her le sedey sifrewe ta yek û dû û sê û dwanze ta bîst... yanî be’asanî le demuçawekanî xełkî geřekekemanda mêjû becwanî dexwênrayewe, hemû řûdawekanî mêjû le řeftaryanda dûbare debuwewe, «ame» nek leber ewey ke le beşêkî biçûkî geřekêkda řengî derewey sedey sifrî denwand, bîrkirdinewe û soz û řewştîşî wek mirovî ew sedeye bûbê... bepêçewanewe ewaney ciluberg û pak û temîzî wezîfeyanî le mirovî sedey bîstem deçû betaybetî komełekey «řeşîd begî muxtar» keçî soz û bîr û řewişt û cûłaneweyan le mirovekanî tafî berd deçû zurbeyan le serbazekanî holako û teymûrî leng û kahîn û řebenekanî sedekanî naweřastî ewrûpa deçûn, řeşîd begîş bo xoy řaspotînêk bû, be îşaretêkî gewretrîn kêşe debřiřayewe be řû kirjkirdnîşî biçûktirîn kêşey dekirde cengî cîhanî, şa’îrî taybetî û esp û ker û katib û mela û şer’î taybetîşî hebû, ew geřeke mêjûyîyey ême le hemû şew û řojêk û le deyan sułḧ û de’way seyr seyrda dejya.

fiłane kiç legeł fiłane kuřda le ladêwe řayankirduwe, êsta le małî řeşîd begdan...

aẍa û kwêxa û xawen kiç be hezar swênd û tełaqewe hatûn bo kuştinî kuř û kiçeke...

carî wa hebû le germey ew gişt tundî û tûřeyîyeda aşt debûnewe û be şayî û zemawend sułḧ dekira.

carî waş hebû debuwe şeře tifeng... xo karbedestanî mîrîş lew hera û kêşeyeda miteqyan nedekird û her seyrî demî řeşîd begyan dekird, herçîyekî butaye řet kirdinewey nebû... ca ew core řûdawaneş le małêkewe bo małêkî tir řengî dedayewe. eger małê dû jûrî hebwaye legeł kuncêkî wek ameda, wa dehate ber çaw, debwaye wa bibê xawen dû jûreke benîsbet xawen kunceke debuwe řeşîd begê bo xoy...

***