3

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 32 Xulek  1369 Dîtin

- wewêge hawirdin.

- kiłłiłłille...

em helheleye eger nełêm heftey carêk debîstira ewa mangî carê dwan debîstira... bełam helheley em êwareye cyawaze, hezar jin řikeberî yektirî deken, bizanin kamyan nefesyan dirêjtire!! kamyan dengyan xoştire, kamyan cilî cwantiryan leberdaye, şayîyekey em êwareyeş beramberî małî êmeye!

zawa û çend hawřêyekî be berdem jinanda befîzewe têpeřîn, «şefe» şelî zawa cemedanîyekey nabuwe serşanî û kiławekey be qûtî beser tepłî seryewe debrîqayewe.

ewende zengyaney řengawřeng û surmey pêwe bû, detut pełkezêřîneye. daykî şefe şel nawî «seyzade» bû, bełam herçî sîfetî seyîd heye lew jineda nebû: xo kes neydewêra be geřekekemanda têpeřê, ewende amoza û biraza û xałozay bo xoy dedozîyewe, eger kesê taqetî gwêgirtinî hebwaye deybirdewe ser adem û ḧewa.

meger her xwa bizanê çon basî xełkî dekird. le ferhengî zimanîda wişey çak û xêr nebû. hewłî deda herçî wişey xêr heye hemûy biqirtênê û koy katewe bo şefe şelî taqaney ke tenya mangê zyatir leser hîç îşêk berdewam nedebû, her le şagird fîterî û çayîçî û şagirdî çîştixane ta natir û kulxançî û řîşołe firoştin û ezberî bûz û kirêkarî û cambazê. ew řojey jinyan bo hêna mangê bû erz û ḧał nûs bû.

şefe şel legeł hawřêkanîda be çeqene lêdan benaw jinekanda têpeřî û berew çayliẍ řoyştin... paş dû sê se’atî tir be letirdan geřanewe, yekê le afretekan be çipe pêy wit:

- şerîf oẍilim çox îçmyesen, soreTirkî!!..

kes gwêy nedaye, her zelam bû deyut:

- řujîg era tû.

- memnun ’umir dirîj bûyd.

- na... na wełła min jin nêxwazim.

- era we şerit çeqû newd jin nêxwazîd?

- qismet û nisîb kî îjd cwan nêwid?

- ne min bextim řeşe... biçme ban ełwen wişkî kem waz le min barin!

em giftugoyey nêwan pyawan le hemû şayîyekda şitêkî dûbare kirawe û asayî bû.

egerçî kemtir řastî le du’akanda hebû, her tenya xunkî bû û bes. dûrîş nîye ew kwêre şaraney wekû xaneqîn wan le yek kat û serdemda bûbne kokerewey hemû sedekan. řa û ’eqłyetî hemû mêjûş kokenewe. her le mirovayetîyekî petîy sadewe ta tawanbarî xestî řeşî řeş... sipî sipîş lenaw çend sed małêkda bin.

hefteyek pêş ewey em şayî û bezim û řeşbełeke bigêřn, jinan û minałan be sebete û ḧemał bargey bûkyan hełdegirt û kołan be kołan her le małî zawawe ta małî bûk û be berçawî xełkîda deyangêřa. îtir her ḧemał bû birinc û bamye û řon û wirde şitî degwastewe, bo małî bûk. şewî «xenebendan» bûkeyan deřazandewe û kirasêkî pemeyîyan dekirde berî, dest û pêyan le xene degirt, demuçawyan hełdegirt bekomeł!! legeł berizbûnewey dengî helhele û dabeşkirdinî pare beser demuçaw hełgira... jinan bo em bezmeş de’wet dekiran, ewey zor dewłemend bwaye řub’êkî dedaye, bayî demuçaw hełgirtinê û bexşîşî demuçawhełgireke, paşan emîş mał be mał hewałî em şewî degeyande małan, penca fils û řub’êkî le her małêk dest dekewt û gîrfanî hełde’awsa. hendê carîş afretan dekewtine mezad û mezad bazî, bo naw derkirdin dînarêkyan dexsite nêw miştî demuçawhełgir, bo eweş çaw bigêřê bo zawayekî çak yan bûkêkî cwan bo kuř û kiçyan. bûkeyş debwaye herwekû bit leser kursî danîşê- memberêkyan- bo dadena, bełam ne bizeyek ne qiseyek ne çaw hełbiřînêk, mercîş û abû ke herdû destî binête ser řanî... eger xwanexwaste bûkeke zaway bedił bwaye û řûy geş kirdiba û pêkenîba ewa yekser danîştuwanî ew ḧewşe be kiç û jin û minałewrdike û ’azeb û pîrî geřekewe yekser deyanut:

- wî ’eyb û şûreyî adîde û amîn îme nedwînistîmne wewî bixend!!

hendê afretî nîmçe xwênewar wełamyan dedayewe:

- era nexend! îmşew şew xines û beyanî beney eger îmşew nexend key bixend?.

hendê jinî ’eyarî tirîş wełamyan dedayewe:

- wełłahî min wext xoy ke şûy kirdim, îse newd, û hawridnem era lay bawig minałekan û le mał bawgim derçîm ewene gîristim ewene gîristim çawim bîye temate!! ta dû řuj çawim penemya û ta mangîgîş şerim ekirdim temaşay şûy û xeswîranim bikem...

ta dû miłałîşim bî ne’ewîristim le werdem bawig û biraganim cime bikem... axirzemane...

wewî ey zemaneş wek wewî caran nîye... îse wegel dezwîran řesim girin, xenin!

her doytegem nud wextî dezwîranegey têde mał û cimanegey eray têrd zûy xoy şarde û çide ḧucre... çenî çiřdey her nayede ḧewş, era gişt jinîg twênd doyt îwet biked!! doytegem wexom hatye!! gwî xwardine we zwan xom bas hom bikem.

îtir her afret bû be firsetî dezanî şitê biłê... hendêkyan qiseyan nedekird, pence û şayetîmanyan řezamendî ya nařezayî xoyan derdebřî, hendê tirîşyan be çawdagirtin û lêwgeztin qiseyan dekird... ca bûkî bestezmanîş ewende sûraw û sipyawyan dekird be demuçawyewe, eger sipî bwaye demuçawî debrîqayewe legeł birîqey milwanke û gware û bazin têkeł debû... eger řeş ba demuçawî bor debû û lejêr fotekeyanewe pêy pêdekenîn.

- bîj xoy řeşe wek badmican dî qabîle ey «ingilk kirşane» çermîy ked! çaw daygî kûr bî eye eray xwazî beyanî dû beyanî bûde xawen miłał û ze’îf bûd xû bûde çeqeł... temaşay bike îjîd derzî û meçîre... lwîtîşî kiftes, çawî mîtmîtes wek qing mamir... ey mil řwîte çes? we xizmeçî nayermey mał he!!...

diłyan xoşe jin era guřegeyan xwazînes hedwêt qeḧet bî. zawaş diłî xoşe we xoye û nextînes, beyanî dû beyanî telaq we qingî ked...

le zorbey şayîyekanda em zêřumêřane dûbare debûnewe, çon dest dekewt? le daykim!.

minyan denard:

- biçû bîje daygid ḧicîl û menteşe û sileḧilẍ û tezbîḧ û kilkiwane û tikukegey binîrd eraman, gûşxiwaregeşî... ne ew gûşxareye kewewîyegey feyme kirdey gûşî .

gûşxiware tazegey yarû kes le gûşî nekirdêsey!.

daykim qisûrî nedekird, her gwêy le hewałêkî jin hênan bwaye xêra gware û engustêley tazey dekřî yan konekey dedaye carełła zeřenger û řub’e dînarêkî dedaye û gwareyekî tazey lê dekřî.

carełłayş bem bezmey dezanî, boye parey zorî lê wernedegirt û... ew xişił û zêřaney ke ne le dest û pêy kirdibû ne le gerden nabû, hemîşe be dest û pê û gerdenî em û ewewe debrîqayewe, eger dawayan lê bikirdaye be tewazû’ewe deyut:

- ’ezîzegem biçû ha le naw mêz twalêtegem... newełła leban mêzeges. min key ałtiwîn xeme qedim.?. biçû we qutîyegey borey.

ewanîş neyandezanî ke pêş nîw se’at danrawete ser mêzeke, egîna lenêw ḧewt kunda şardirabû ke gwaye bê derbeste... le kotayîşda afretan deyaniçpane gwêy yektirî...

- ey xişłe hin dayg leylas, pareyan le kûre xişił bisînin?.

- bes gûşxiwarege hin ew nîye.

- he, dwêke le bazař dîmey lay- carełła- bî.

- ha, me’mîlî carełła zeřengere, dayg leylî xişił we ḧuqe dîrd...

- dadayşî.

daykîşim wa xoy denwand ke gwêy lem qisane nîye û lepiř çepokêkî dekêşa be serma bo ewey danîşim û berçawî negirim. eger danîştibam çepokêkî tirî dekêşa û deyut:

- şwîn qeḧete likyaydese pîm... era nêçîde lay la miłałeył le ban pam nîştîdes.

axir pam tezî.

bo ewey munasebeyek bêt û afretan nizîkî binewe û pêy biłên:

- era deydilelî? şwîn le kûre hes? ’ałem giştî hatne era temaşakirdin we xişłeged nek we wewî, bes, nêpuřde pî!.

seyrêkî ḧicîlekey nenkimyan dekird le pêy daykim û dekewtine ser basî zêř û carełłay girancam û sałḧî zeřenger û...

cige leweş daykim zor şanazîy bewewe dekird ke małekeman bibuwe baregayekî hemîşeyî bo mare biřîn!! hendê qenefeman le cûleke kiřîbû legeł se’atê çałme...

debwaye «ḧakim» û mela û muxtar û şayet bihatnaye małê nextê řêkupêk bê...

daykîşim bo em mebeste ew jûrey řazandibû be gułdan û gułabdan û zyû û şûşe û be gořînî perde û çerçef û mafûr û panke û řadyoy gewre û wêney bapîrim û awêne û qutûy cigerey ẍazî û lokis û perdaxî surmedar û sînêy werşe û semawer û meqełî werşe û çi jûrê? jûrêkî şûm, małî zor kesî wêran kird!!.

em êwareyeyş dîsan «se’e dewłçî» be kirasêkî zerd û sûr û birîqedarewe goranî deçřê û sema dekat, heman çeqenekanî bedesteweye û nizîkî afretekan debêtewe, wekû hemû carê pêy dełên:

- ûwî se’e ’imird nemînd çenî jinanîd hî hî hî, kî kî kî, hahaha, kakakaka, era ewene xunkîd?! hey cirtige, hey çaw ḧîz, hey çaw pişî?!.

her jin bû nizîkî bûke debowe û dînarêk ya řib’e dînarêkî dexsite nêw gîrfanî bûke, gîrfanekeyan dekirde qase, pare be bûk danîş řikeberîyan legeł yektirîda dekird, minałanîş be wirdî seyrî bûkeyan dekird û deyanut:

- gîrfanî xas le pare piř bîye, wey pareye çeked? xozgeman we xoy, xû wek îme nadedey çinicg û çuklêt, kiras wepî sînd.

- kûre ne daygim îjd şûyegey duyaxir lelî sîndey eye era xoy nîye!.

hendê pyawanîş em firseteyan le des nededa, wek biłêy çaweřêy şitêkî wa bin...

le serbanekanewe û le kunî perjînekanewe seyrî qaç û dest û singî jinanyan dekird...

îtir beyanî ew řoje ya her şew, şeřê dwan deqewma... ke leber çend hoyek yek bewî tirî dewt:

- pay jineged çermîye, îjîd xeyar awîyye.

- gewad jinegem le qapî dernêçde deşt we ’eba newd tû le kure dîdey? çwîn çawid kefte pî?.

- xuda zand.

- çwîn?

- îjim meger xuda xoy bizand çwîn çawim kefte pî.

-....... îtir her pyaw bû le hîçewe tûşî guman dehat, ew jine quř besereş eger nekujraba, ber têhełdan dekewt, yan be çend minałêkewe tełaq dedra û tûşî meḧkeme û meḧkemekarî debûn.

řaste afretan be paredan be se’e beşabaşî şayîyekeyan germ dekird û se’eyş be zuřnakeyewe benaw afretekana desûřayewe û goranî deçřî bepêkenînî dehênan...

bełam bacî ew pêkenîne zor dekewtewe, wate paş hemû şayyêk belay kemewe yek dû afret têhełdanêkî çakyan dexward û yek dû afretî tirîş tełaq dedran...

gelê carîş nek têhełdan û tełaqdan, bełkû kuştinîş debuwe bacî ew gumane bê mana û pûçe.

beherḧał nazanim afretekan bo ewende ḧezyan lew denge napesendey se’e dewłçî bû, dawayan lê dekird:

- se’e goranîy amînê nazenînê eraman biçřu bidelelî.

- webançaw...

- se’e goranîy kewa leser kewaye biçiř goranîy bew bew bew biçiř.

- se’e goranîy qałî daxryay doşeg le banî bîj.

dawakerekan debûne dû bere, berekey tir bekomeł û beyek deng.

- se’e ’imru qałmesin... neç maw yeleg mor dûgme çalimsen?Tirkî.

- ey gozim istine.

- wî se’e kor olesen... ay hawar degîrmançî yaduden çixteTirkî .

- se’e gêye bure... yaxunim ol «beçpewe» beyram beyram z ołsin duşman qurbanimz ołsin bûne çaẍir!!Tirkî .

se’eş her şeş goranîyekey têkełî yektirî dekird û dengî xoy degořî û leser dû şepolî seyr bedû ziman goranî deçřî û be’arezûy xoy wekû meymûnêk xoy dexsite jêr arezûy afretanewe, lêy têk deçû, neydezanî kamyan řazî bikat bełam ewendeş zoł bû deyzanî çî dekat, zyatir arezûy afrete dewłemend û cwanekanî becê dehêna.

car carêkîş se’e arezûy deste xuşkî bûkeyan «se’duc» becê dehêna, ewanîş leser yek henaseyan hełdekêşa, bûkeyş neydewêra qise bika û neşîdewêra bicûłê. eger mîzełdanîşî biteqîbaye leřûy nedehat daway çûnewey ser awdest bikat... ta zawa legeł hawřêkanyan le «çayliẍ» benay û dumbełek degeřayewe, dengî çeqene û qořyat têkełî asmanî ew şewe debû, çi şewêk? her qeyre kiç bû be batmanêk zêřewe axî hełdekêşa... her bêwejin bû yadekanî xoy debûne sujin û cergyan kun kun dekird, her pîrêjin bû xozgey bo kuřekey dexwast, her minał bû çawerêy řengî xenekey destî dekird... îtir ew şewe guman û řiq û xoşewîstî û ḧez têkeł beyektirî debûn.

xełkekeş yeke yeke małî bûkeyan cê dehêşt tenya zawa û kesukarî zawa û legeł «ferîde»y berbûk nebê bo beyanî zû hemû geřeg leber herawhurya bexeber dehatin û deyanpirsî:

- ha zawa bî yan ne?.

«seyîdzade» bekzîyewe liçî şoř kird û witî:

- ne.

- era?

- xuda zand.

- dwêtege nayłid nizîkî bûd?

- nêzanim.

- dyare kuřegedan besryas, giryas, du’a eray biken.

- nebałî, şew hezar car le qapî edayn, carîg min û carîg paxe swî û her ew tîn xełas kirdîd?

şerîfîş lenaw ḧucregeyewe qîje û hawar hawarî bî her ewt:

- biçin bixefin, ḧeqdan çes le min, carî bîlnem xom xewer deme pîdan.

- de panze car daymine qapî û her wetîmne ya «ełła» ta beyanî nexeftîmne, her le qapî dayn û faydey newî bîjim çe gunahî newd!!!.

- çe? binî nîye?

-.......

- weyřu neyşin gîsd buřn, fate era xod û doyte bê bineged. kî řûyî sendîye...

bisim alilh alirḧimin alirḧîmErebî... xuda dwîrman bixed ley petpetîye ley řîswayîye xû ḧeyayan çî. ta řoj qyamet dî nêwîrin seryan lenaw ’ałem berz biken!!

- çe bîjim bext şefey kuřme tiwayd le jin bextî bûd?

ta dwênê şew şayî bû... ewa em beyanîye em hewałe diroye, em buxtaney «seyîdzade» be satê be hemû şarda biławbuwewe...

şefe şel û seyîdzade çûne małî bûke, bawik û biray bûkeyan hêna... ay kewêneyekî samnak bû. bestezmaneyan letupet kird...

kesîşyan amade nebû bîşon û bîben bo qebiristan. nemzanî ame lew kateda çon peyda bû, xoy lê hełkird. hezar cinêwî be şefe û seyîdzade û bawik û biray bûke da... bemeş newesta, be hemû xaneqîn... be mela û şer’ û mîrî... nêr û mê... ewey bihatayete nizîkî be tif û cinêw têy ber debû. neyhêşt şarewanî termî bûke bo qebiristan biben... le kuncekey xoyda legeł hendê xêrewmend şordyan û berew qebiristan birdyan... şewê herçende demwîst be ame biłêm... eye çe bî? era weha hate pê? her deyut dwêtim tû nêfamîd... zor bêzar bûm. gelê ḧezim bewe dekird lem nihênîye bigem...

ke çî ame ewende bêdeng bû ger nextê le cêy xoma cułem bikirdaye řadeçełkî ta tilyakî kêşa û paş hendê bêdengî witî:

- dwêtim ḧesen aẍa emir kird bikujney.

- era?

- tû carî nêfamîd.

her ke geřamewe bo małî xoman, ew şewe ta beyanî xewnî ałoz û beyekaçûm debînî, gelê carîş le samnakîy xewêka bexeber dehatmewe, nemdewêra daykim bexeber kemewe. le tirsana çawim denûqand û xom han deda xewm lê bikewêtewe. çi şewêkî seyr û lebîrneçû bû. her emser û ewserim dekird, berebeyan xewnêkim bînî ta mawim le bîrim naçêtewe:

lepiř dengî dehoł û zuřnake westa. mêşe pîsekanî ser zibił danekey ber małî ame hemû bûne qeleřeş. ewende zor bûn berdem hetawyan girtibû. ew nawe tarîk hełgeřabû. se’e dewłçî cilî polîsî leber bû... be demançe qele řeşekanî dekuşt. gulleyek ber ame řeş kewt. se’e le tirsa gulleyekî na be serî xoyewe...

bû be hera û qîje, lew denge deng û hera û qîjeye řapeřîm... bexer hatmewe... areqim kirdibû... ewende tirsam agam le xom nema. kwêrane bemla û ewlada deřoyştim, daykim bexeber hat.

lêm tûře bû... bezor xewandimyewe... xewm lênedekewt ew şewem belawe wekû sałê wabû... beyanî xomim geyande baweşî ame. xewekem bo gêřayewe... wextê ke wişekan le demim derdeçûn, firmêskîş le çawmewe dehate xwarê... ame zor diłî pêm sûta witî:

- ew kese le xew bimird ye’nî ’umrî ley dunyaye dirîj bûd.

dûbare wîstim lem nihênîye bigem, keçî ame ḧazir bedes bû, zû witî: dwêtim qisey kîtabumîtabe... tû carî miłałîd nêfamîd.

gelê nihênî tir hebû nemdezanî çîye û mebest çîye... carêkyan kiçî pyawêkî dewłemendyan dabû be mamostayek, małekey sed metrê le jûr małî êmewe bû...

paş ewey gwastyanewe... beyanîyek çûm bo małeke... êsta lebîrim nîye boçî çûm...

ewende dezanim bûkeke bangî kirdim û witî:

- bûme qurband le hwîrd neçd biçuwe lay ame řeş bîje pî carî xom nedamese des. çe bikem?

eger çî tênedegeyştim eme manay çîye, bełam wekû tûtî leberim kird û xom wa nwand ke têdegem... wekû bêtel em hewałem geyande «ame» ewîş witî:

- biçû bîje pî netirisd, ta dû řuj tirîş xoy nedede des xom çarey kem, heqî newd... îse merdim îjin ’adil besryas.

minîş meger her xwa bizanê be çi firtufêłê çûmewe bo małî bûke û bedzîyewe em qiseyem pê wit. gîrfanekanim piř kiran le çeres û çuklêt.

leber xatrî to ḧezim dekird hemû bûkê îşî nihênî be ame řeşî dayenim hebê ta hewał bigeyenim û wełamîş bigeřênmewe.

hestim dekird karêkî gewre dekem... debê karî gewreş benhênî û wirdî bikirê û dwa nexrê... boye cige le ame û bûke, kes hîçî le demim nedebîst.

eger řayanspardmaye bo em şitane dunya serujêr bibwaye derbest nedehatim, xom dwa nedexist û qisekanim degeyand bo demzanî çî bû? ne... ḧezim dekird bizanim, keçî ame deyut:

- tû nêfamîd.

pêm seyr bû. her paş sê çwar řoj be ser em posteçîyey minda dengê gwêmî dehejan:

- kiłłiłłe. kiłłiłe.

hemû geřeg becarê deyanpirsê:

- ha çe bî?

her be dengî helhelewe çend afretî leser yek deyanut:

- ’adil efendî kiryawe...

çî kiryawe? nemdezanî! tenya ewe nebê paş hemû basêkî wa xełkeke amade debûn bo ewey biçin bo zyaret-bo kerbela û necef û kufe- bo beyanî afretan kobûnewe, berew êstigey şemendefer kewtineřê, ta le beẍdawe bûke biben bo zyaret . xizim û kesukar û hawsê em core zyareteyan be erkêkî pîroz û ayînî dezanî...

dwakewtin corê bû le naḧezî... naḧezî bo kiranewey bûke!! qurbanî û nezrîşyan serdebřî, daykim û nenkim lem core zyaretaneda debûne serqafłe.

gelê carîş beboney zyaretî awhawe herçî naḧezî û naxoşî hebû hemû detwayewe û, asûdeyî şwênî degirtewe.

geyştîne beẍda. wekû hemû carêkîş destim bedestî «ame»y dayenmewe bû.

lewêşewe be pas qemere berew necef kewtîneřê, daykim û nenkim bo ’eba û peçe wirdewałe kiřîn kewtine naw bazařewe û sifryan dekird... hestim be serbestîyekî tewaw dekird. legeł ameda desûřamewe, daykim û nenkim ke xerîkî şit kiřîn bin xwaşyan lebîr deçêtewe... legeł ame berew gořistan çûyn, deyut:

- bew řûłe, netirs... gurg nêxoded.

- era kûre?.

- daygid ewan çînese bazař era çişt sendin kes we kes nîye minîş parem nîye, le bazař çe bikem? bew bîla biçîn era qewrsan.

bew nîweřo germe birdimye gořistane gewrekey necef, leber pêxawsîm zû zû hawarim dekird.

- pam sûzya nêtwanim řî bikem.

ameyş hemîşe em qiseyey dûbare dekirdewe:

- bew bixemede ban qeleşanim.

yeke yeke destinîşanî mirduwekanî dekird, deyut:

- eye xuda, řeḧmî biked selefxor bî. îjin ew kese selef bixod lew dunya bûde weraz. her weha îjin mirdîyege lenaw qewregeyewe we şikił weraz têde deşt...

famistî xuda řeḧmî biked bîla fatîḧayeg eray bixonim.

minîş zû zû pirsyarim dekird. gelê pirsyarî wa hebû zyatir le sed car dûbarem dekirdewe û demut:

- daye ey qewrane çenî firen řesne kûre daye?

- binyan nîye, ey zewîye qûme, mirdîyegan, lenawî gûm bûn.

- era kûre çin?

- era ew dunya xuda zand.

- çwîn? era tû nêzanîd?

- hem wetîd çwîn... îjin.

- axir twam bizanim.

- bew biçîne ew dîm, temaşa bike leyrawe we parçîne çine xwar xas temaşa bike.

jêr zemîneke zor germ bû. nawnîşanî mirduwekan wek bokis fayle yek le tenîştî yekewe řîz kirabûn. ame deyut:

- lejîr padîş mirdî hes.

çawim biřîye binmîçî jêr zemîneke, dûbare pirsyarim dekird:

- era lejîr zewî nêneneyan? era wek qewregan xoman hin paşa kuprî nîyn? era leqey yektirîn?

- eyane giştyan yeg małn... bawig û bapîr û kuř û doyt û wewî miłał, ey jîr zewîye senryas.

- we çenî? era małe?.

- we sed we dûsed dînar, xuda zand.

- hełs biçîmne deşt bûn mirdî kasim kird.

be qałdirmekeda serkewtîne ser zemîn... berew ew xanuwe baẍe kewtîne řê ke le nawendî gořistanekeda bû... xanûyek yexçał û telefûnî tyabû. ame destî girtim û birdimîye jûrewe û be ’erebî le kabray pasewanî pirsî:

- eye qewre hin kîye?

- qebrî fiřokewanêke le dîcleda meley kird û xinka.

- ey ew telefûne çes?

- daykî lêre daynawe... daykî şêt buwe... dełê bizanim řojî heyînî diłî çi xwardinêkî dewê baboy lênêm... telefûnî bo dekat... min wełamî dedemewe minîş diro dekem... carî wa heye dełêm xewtuwe... daykîşî dełê tûxwa hełîmesêne dyare hîlake ba bo xoy bixewê.

- ey ew bîbî metuwe «tûtî»ye çes?

- ewîş her daykî lêre daynawe dełê ba diłî kuřekem teng nebê.

bekurtî vêlla bû, hemû şitêkî tyada bû, îtir ameş wekû min le pirsyarkirdin nedekewt, le hemû şitêkî depirsî... seyrî qenefe û kursî û jûrî nan xwardin û hoł û bixurd û cigerey dekird. ame be kabray wit:

- îme wirisgimane.

- danîşin her êsta.

le de deqîqe kemtir hemû şitê ḧazir bû... destim bo nan bird û hawarim kird:

- ame zwanim sûzya.

- aw bixo.

kabra zyatir le dû sê pakete cigerey ẍazî û tirkî û loksî da be ame û ameyş bayî cigere û nan xwardineke fatîḧay xwênd.

hatîne derewe be amem wit:

- mîzim têd le kûre mîz bikem?

- lewra.

pencey bo layek řakêşa, çwar qebir betenîştî yektirîyewe wekû qebrekanî paşa koprî wa bûn witim:

- gûnaḧe mîz bikem we ban mirdîyegan.

- mîz bike û ḧeqid newd.

- nêdwînî ewe dû pyaw û jinîge lewran lewra nîştines.

- yekîgyan seyîde marey ew jin û pyawe biřd era se’atîg û dwan, yeg řuj dû řuj duyaxir tełaqî ded.

- era?

- uwe... wiř bîm eye wepî îjin sîxe.

- sîxe çes?

- nayjim fire nepirs.

- axir daye twam bizanim.

- ha... ey ’ałeme le gişt layîg era zyaret têne eyra inca bîwejin û kirminegan ta mangî leyra mînin û inca şûy ken.

- her le qewrsan mareyan biřn? era ḧucrey qenefeyan nêye?!.

- ne, le bazař... lenaw îmam... leser dûkan... le gişt şwînîg... bîla biçîne ewla mîzeged bike ta minîş dû fatîḧa era «.........» bixonim.

- eye qewr kîye?!

- eye qewr cide «feyme»s... xuda řeḧmî biked fire pûlekî bî çend jin lejîr desî mirdin... mamanîg xas newî... a... eye axir yesî... axir şeř... ewene pare cem kird...

ta ser lelî şîwya pare... pare. weha ezanist we dadî řesin... bełam çend car ewtime pê: xasî bike û fiřey bide naw ełwen... we qisem nekird!! ’ałemegeş le wext tengane eçîne şwînî û ewt:

- taqetim nîye wey nîweşewe bam... serim jan ked.

ewtine pê: çenî pare tiwayd deyne pîd.

eyîş eger bizanistad dewłemenin zûy xoy û çeqû... we... we... tiř û teşqełegey werew ew małe dewłemene ekefte řî... eger bizanistad feqîrin ne’eçî... eger ew jine sê řoj jan bigirdad her ne’eçî... dî ta emirdin. ya we hezar ezyet ew jine feqîre minałegey ewê û feymeyş her gûş ne’etekan eger ew małe feqîre fire tengaw byatan ewe zûy ehatne şwîn min «he, min fate belaşim»...

inca řûy le gořî feyme kird:

- ê feyme axirşeř, kuřeged... pareged... doytegand ê we fikird têd pareged gulîle ekirdîd û exsitîdey naw çał... îse gyand lenaw çałe... bîla ew pareye bitwand gyand ley çałe derbiked. bizanim twênd?! çawid kûr bî qimşî nekirdîd ’emelyatî bikeyd, ئێەکە zîng bîd, gûş le kes ne’etekanîd inca îse!

emwîst têmbigeyenê ke mebestî çîye... ya be zimanê basî em şitanem bo bikat.

ke min têy bigem keçî zû wełamî damewe û witî: key gewra bîd xod famîd.

le destî girtim û witî:

- yałła bîla biçîn duyaxir ḧeyaman ben, tû zûy mîzeged bike minîş fatîḧa xonme ban ey qewre.

le qebrêk nizîk buwewe û řûy le min kird û witî:

- eye qewr jinîge nawî «nene ełmase» xuda ’afî biked karî xiraw bî. çend dwêt û jin lewer desî bîn lewdîw kordere małîg gewra daşt cîgey qeçaxçî û herçîwperçî û herzewmerzey xaneqî û ew awayîyaney çwar dewrî «nene ełmas» enasîn. mał hezar kes wîran kird dwêt û bîwejin û feqîr hełxełetan. eger her jinîg cwan byatad ewweł car wek dayg xoy nîşan eda... duyaxir era xirawtirîn kar řewaneyan ekird... lew małe çend jinîg kujrya, çend kesîg zamdar bî... ḧikumet dway gişt şeřîg ḧewşegey xişt kilîl eda duyaxir ḧesen aẍawe waste małegey ekirdewe.

- era?

- ḧesen aẍa dost nene ełmaz bî... dwît cwanîş eray ehawird.

ame řeş iniskilopîdyay min bû. ta geyşte lay daykim û nenkim û afretekan, her qisey bom dekird... herke daykim êmey bînî hêrşî birde serman û witî:

- ame gîs biřyay! we pen kiryay! le kûre bîd? eye dû se’ate çaweřîd keymin...

- çîme qewrsan...

- era xû bawig û daygid leyra guřweguř nekiryane era çîde qewrsan?.

- ta dû sê fatîḧe bixonme ban mirdîyegan.

- îse wext fatîḧes? tilyakeged le kû û fatîḧa le kû? ey miłałe era birdîd?

lewrisgî nemird?.

- ne nan xas xwardîmin... fire xoş bî.

- le qewrsan çwîn nan xwardin, îme leyra we kewaw pîs xoman tîr kirdîn,, wełła bawe dî çetway?. bextid hes xuda nîrd erad... zyaret kirdîd?.

- îse kemey.

minîş lem giftugoyey daykim û ame řoḧim çûbû û çaweřêy ewem dekird daykim kezîm bigrê û bimda be ’erzekeda, herçî xełkî necef heye netwanin lejêr destî řizgarim biken... bedzîyewe seyrî demuçawî daykimim dekird. emzanî çon lepiř pelamarim dedat û destim lê deweşênêt... minîş wirde wirde her berew dwawe deçûm... eger na pelamarim bidat destî pêm negat û řabkem...

xway dekird be pê le necefewe bigeřêmewe bo xaneqî... belamewe asantir bû lewey bikewme ber destî daykim, xo ewende be kafrane lêy dedam derbestî ewe nedehat lejêr desîtîşîda bimirim...

hawarim dekird bêfayde bû... demqîjan kes nedewêra destî bigrê... baş bû, dyare emcare lêm nadat ya lebîrî çûmetewe, řenge be herzan buxurd û ’aba û peçey dest kewtibê.

daykim we amey wit:

- yałła dî biçû weçemerî gyand, zyareteged bike.

ame destî girtim, berew jûrê çûyn û bedewrî îmamekeda sûřaynewe... hatîne derê û le ḧewşekeda westam û seyrî ew mirduwanem dekird ke leser «qefes û be erḧem» poşrabûn û be çwar dewrî îmamda deyansûřanewe... dû dîmenî zor seyrim bedî kird.

herçîyekim kird «ame» bom bas bikat bêsûd bû... le nawendî ḧewşekeda serim wekû colane dehat û deçû... eger bikirê wêneyekî karîkatorî bo sere biçkolekey ew serdemem bikêşrê wa dezanim aweha dekewête berçaw...

serim buwe dû beşewe. beşêkyan:

gwêyek, çawêk, kunelûtêk. nîwdem... ew beşey tirîşyan beqed emey tir bû û le serêkda kobbûnewe: dîmenî yekem le nizîkî awdestixanekewe çend xiştêkyan hełkend û pankeyekî biçûkyan hêna be wayerî seyar xistyane kar, bo ewey bonî jêr zemîneke hendê derkate derê û fênkî katewe... kûne lûtêkim piř bû le bonî seyr, bonêkî kuşnide lenaw kune lûtêkma pałepestoy mêşkimî eda... kabrayek dabezîye jêr zemîneke û mirduwekeyan bo şořkirdewe xwarewe, kabra hate derewe xiştekanyan xiste cêy xoy û banî jêr zemînekeyan dapoşîyewe.

dîmenî duwem: le ḧewşey îmamekeda penca metir le nizîk merqedewe baẍçeyekî cwan û çend muḧecerêk... zyatir le sed kes jin û pyaw be sîmay hemûyanda dyar bû dewłemendin... bedyar mirduwekewe danîştibûn, bonî buxurd û kafûr û ’etir kune lûtêkmî piř kirdibû, çend zelamêk be berdî meřmeř mirduwekeyan lenaw baẍçe dapoşî... em dû dîmene herdûkî le yek katda bû... minîş le nêwanî em dû dîmeneda serim wekû bêşke deheja, carê be lay çepa... yek dû zelam bepele û bołeboł, îş deken, bonî awdestixane û bonêkî naxoştir...

emca be lay řastida... hendê demuçawî geşawe, be hêmnîyewe karyan dekird û lejêr lêwewe qisey sitayşyan dekird û firmêskyan bo deřişt. gwêy çepim deybîst:

- yałła dey biřon... îtir tewaw... ewa nêjra... xwa ’efûy bika... xoy û kirdewey xoy... çî le nawçewan nûsra bê her eweye... xwa kerîme ḧîsabî xoy legeła ekat...

dey mewestin biřon. yałła biřon, ewa îtir...

gwêy řastîşim emey debîst:

- fermûn ewe geyşte darelbiqa û înşa’ełła le beheşte xwa xêrî binûsê. zor pyawî çak bû... êweş xwa sebûrîtan bidat, mirdûy hemûmane, betenya hî êwe nîye.

gwêy çepim: dey qerebałẍî neken... biřon... mewestin... erê kwa xawenekey? dînar û nîwêk parey... kwa le kwêye?... pare... ey bê şerefane xo... dek ’emirtan nemênê...

gwêy řastim : zor memnûntanîn... ’emirtan dirêj bê.

gwêy çep: tif le’net le gořit.

gwêy řast: hezar řeḧmet le qebrî bê.

çawî çep: yek dû zelam be peşokawî bedway xawen mirdûda degeřên!!.

çawî řast: hemû be hêmnîyewe danîştûn û hendêkyan be destesiř firmêskî çawyan desřinewe. řast çep... řast... çep, serim herwekû colane deheja...

westan le nêwan dû dîmenî dij beyek, le yek katda debête hoy ewey mirov dabeş kat û bepêy karîgerî yekêk le dîmenekan sozî hełçê û be layeka xoy bibînê, wate piştigîrî kirdinî her layek bestirawe be cor û şêwey derkewtinî û řadey karîgerî. ca nemzanî bo kem kes serincî bo dîmenî «çep» deçû û zyatir seyrî dîmenî řastyan dekird... eşê dîmenî lay çepim yekêk bûbê lew dîmene dûbare kirawanewey ke le řojêka deyan car dûbare debnewe û dîmenî lay řastîş yekêk lew dîmenaney ke řenge le mangêkda yek car kesêkî dewłemend nemrê... mirdinî hejar her małwêranî nîye...

nefret û tif û cinêwe... hejar le mirdinîşa kes danî xêrî pêda nanêt... seyr eweye...

ewe cinêw be mirduwe hejareke dedat her ser beheman çîne û eşê hejarî tirîş bê...

řenge le katî ewhada cinêw manay cinêwî nebê, corê bê le diłdanewey xudî, řenge le řêy ew cinêwewe ew řojey bikewête yad ke demrê û nîyetî û xełk dexate azarewe...

wekû xul xule be dewrî xoma sûřim dexward heta ame řeş destî girtim witî:

- dwêtim bew biçîn.

- nayem.

- era?

- twam bizanim.

- çe bizanîd?

- ey dû mirdîye.

- kamane?

bewrdî basî çawî çep û çawî řast û gwê û kune lûtî çep û řastim bo dekird... keçî dûbare gwêm le wełame asayî û kutupřîyekey buwewe.

- tû miłałîd... nêfamîd gewra bûyd xod famîd... newetim fire mepirs!!

be tûřeyîyewe witim:

- di ne... tinîş !! gewra bûyd gewra bûyd!! key gewra bûm?

- çend sałkî tir...

- hew çend sałêg tir... min îse twam gewra bûm eray çeme dway çend sałîg tir...

ke ḧezim dekird gewre bim nek bo ewey wekû daykim û nenkim û hemû afretanî geřekekeman ’aba û peçe be xomda bidem û beçerẍet û boyeme serim bipoşim û ta begewrem bizanin û gwê le qisekanim bigirin... mebestim ewe nebû bełkû nyazim ewe bû ke carêkî tir le pirsyarêkma pêm nełê hêşta minałî key gewre bît xot dezanî... nazanim bo ewende řiqim lem wełame debuwewe...

xerîk bû pêy biłêm:- ey ew gořhełkenane gewren, bo nafamin bew mirduwe îjin guřweguř... bo nazanin mirdû gwêy lê nîye û gunahî nîye...

neyhêşt qisekanim tewaw bikem û bê eweyş le mebestim têbgat witî: bew biçîn...

îse hîlnemane cî.

destî girtim be naw ḧewşey îmamda wekû kuçkûçe řaykêşam. zyatir le çend carêk pêm heł’engût û xerîk bû be dema bikewm...řaydekêşam... serim her řast û çepî dekird... ta çûyne derê her awřim le řast û çep dedayewe... ew dû dîmene buwe mayey ewey zyatir le wext û nawextida bipirsim egerçî emzanî ame pêm dełê zor mepirse gewre bît xot tê’egeyt, keçî zyatir le caran dempirsî û gwêm le wełamî ew nedegirt. ew şitaney ke ame be wirdî neyzanîba deyut nazanim... ewey mebestî bwaye lêy nedwê... deyut gewre bît xot tê’egeyt... min demzanî her katê tilyak bikêşê xoy wełamî ewane dedatewe ke pêy dewtim gewre bît... boye ḧezim kird bepele bigeřêynewe bo xaneqî ta tilyak bikêşê û le xoyewe des be baskirdin bika.

swarî pas qemere bûyn... be her corê bû lenaw pasekeda bûkeke xoy geyande ame, hemû řuxsarî bûkeke debrîskayewe. le diłewe deyut zor zor memnûnim ame...

hefteyekî tir cejne, cejnaneyekî başt dedemê... ameş serî bada û be’espayî pêy wit:

- heyhu kakey hu gûş metekin... ewene pîney weha kirdime mege her xuda bizand...

gûş metekin.

emeş nihênîyekî tir... demzanî şitêkî nihênî heye û pîney deken... nem dezanî çîye!.

***