4

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 24 Xulek  1218 Dîtin

řenge netwanrêt be çend řiste û lapeřeyek basî řojêk bikirêt... betaybetî le xaneqîda, ew řojey ke mangê leweber hemû xełkî xoyan bo amade deken, řaste le hemû şaranda waye çend řojê pêş cejin xełk xoyan amade deken, bełam xaneqî nek tenya cyawaze bełkû ewende cyawaze, ew cyawazîye buwete destûr.

êwarey ’erefat «kuştar», ser qebran debête řojî ḧeşir. her mela û ḧafze her yeke qur’anêkyan be desteweye, be penca fils «yasîn»êk dexwênin... leser qebrî dewłemendekan becarê le yek katda dengî de mela têkeł debû û her yeke be awazê dengî berz dekirdewe. jinanîş be heywe şêre û hey řo û hey řo û waweyla û şîn û lawanewe debûne korsî ew «qur’an xwênane»... inca eger kesê mirduwekey «yekem cejnî buwaye, ewa leber qerebałẍî kes be kesewe nedebû... her yeke û bepêy twanay le mucameleda ser qebiristanî dekirde mêzî «mifawzat», be dîplomasîyetewe dehate meydan... gelê wêney cergibiř lew êwareyeda debuwe sujin û cergî zor kesî kun kun dekird... ew wênaneş le řuxsarî amey dayenmida řengyan dedayewe... ewîş ame, her le nîweřowe dekewte řê... minîş her wekû ewey ke erkî serşanim bê wekû sêberî xoy lêy cya nebmewe dekewtime dway... ame nek her leser ew qebre tenya û ẍerîbane dewesta ke kesyan bo nedehat, bełkû diłî ew kesaneşî dedayewe ke tenyayî û bêkesî bibuwe serbarî hemû birsîyetî û ẍem û derbederîyan. ew qebre hełnegîrawe xerîke legeł zewyekeda text debê... kesî be serewe nîye tenya «’elî’ekber» û dû sê minał nebê.

- ame çe bikem... ey miłałeylme kî îwetyan biked? kesyan nîye ?!.

- xuda kerîme.

- beyanî ’eyde û carî genyanes.

- şew binîreyan xom bemeyane ḧemam...

- xas ame xuda xêrd binwîsind.

em wişane ew řoje zor dûbare debûnewe... leser qebrêkî tir tenya «fewzye» û kiçe biçkolekey nebê kes nizîkî qebreke nebû.

fewzye be amey wit:

- ame min gunaḧim çes eye sê mange ’alemege we bûney «destî bo qebrekey dirêj kird» ey cwanemerge şimarne pîm û nefret lelîm ken... min gunaḧim çes řeḧmetî pyawkuj bî. axir daye min çe bikem eye kuştin, minîş řasî tiwayd řujî bad doytegem bikuşin ya xirawî biken... ame çe bikem? xom û ey doyte řûy we kûre bikeyn?

- řûłe qar mexo xuda kerîme.

- axir xuday çe, małim kawil bîye?!

- zanim gûş metekin. îware bewe małman... netirsîd...

- axir.

- min îjim netirs.

- kesukarim qebûł nêken.

- di bîla biřesne dadid... era ewe guzeran bikeyd.

- axir.

- netirs dî... jinegey mirdîye û kuř xasîge şûy bike pî.

-...

- doytim carî cahił û cwanîd... xuda qebûł nêked we bîwejnî bimînîd. ’ałemîş le xuda nêtirsin xiraw îjin... duyaxirkî îwet doyteged ked? kî bûde xawenî? sû disû ’azew bûd... bawgid he, biraged? tiřḧew era îbaw he îbaw doyteged gewra ked hey hey... çekirdines erad?.

- we xuda mîm amîne- qisey xoman bûd- hîç eye dû mange kiray ḧucregem nedames, xawen małege dwêke řiswam kird le werdem ’ałem gise’atî têde gyanim û qab û qezanegem fiře dede deşt û ’alem cem ked webanim, îjd derbiçû, axir kurem hes, we kure biçim? bawig era xoy xase! bira era jin xoy xase kî? îbaw era kar mał xoy weřîxed? eye dû mange jinegey fiře dayese ban bawgim, bawgimîş îjd ’eybe, doyt ’ałeme, eger îwetî nekem ḧeyam çid. bes weban ḧeyay dwêt xoy nêtirisd, le qisey ’ałem tirisd? newek tane biden lelî. pîreke era mał řeşîd’aẍa nan kirdim desim ha «temaşay bike» giştî sûzya, «xû toqłegan dwînîd» paregeş her nêzanim damey çe beş hîç çiştîg nekird, bereketî newî, çunke çawyan we şwînî bî, miçeş lew řojewe şûy kirdimes, qise wegelim nêked axir miçe era? tirsim daygimîş temaşay demî ked û eger qise bikem wegelî îjd «di bixorey wetîmin şûy wey «pyawkuje» meke- dest bo qebreke debat- ’areqxor û şilatyenekey beyanî dû beyanî xedede ban sac ’elî?!...» ame bîj çe bikem bûme qurband xod xas zanîd. şerim kem des era ’ałem dirîj bikem û dû bira û bawig mil qewî dîrim.

- şûy bike era xod.

- wełłahî le řûym nêtyed dû şûy bikem carî...

- era dizî kirdîde? ḧîzî kirdîde? min îjim kuř xasîge kesî nîye bes du miłał dîrd û kasbikare.

ew dîmene cergibřey «’el’ekber û fewzye» le êwarey cejnida, her kesê le kuncekey ameda ew dû zerdexeneyey bidîba hestî dekird ke mirov le hemû kat û serdemêkda û paş hemû karesatêk hêşta jyan ewendey beberewe mawe ke tenya satêkî ḧeqîqetî hemû eşkence û azarekan bitwênêtewe lenaw karêkî mirovayetîda ke kêşey dû kes le botey çareserkirdinî awareyîy minałanî bêgunahda dest nîşanî jyanî řojanî dahatû bikat...

«’elî’ekber» minałekanî bo lay ame hênabû bo ewe ame byanşiwat... fewzyeyş hatbû bo...

minałekan çendê çiłkin bûn... deste zibrekey ame xawênî kirdinewe... kêşey fewzye û ’elî’ekber çend dijwarîş bû qise naskekanî ame xawî kirdewe... cejin buwe dû cejin.

fewzye şûy be ’elî’ekber kird... ame le herdûkyan bextewertir bû... minîş egerçî le kakłey em bextewerîye tênedegeyştim, bełam eger biłêm le hemûyan bextewertir bûm ewa zorim beserewe nenawe, bextewerî belay minewe tenya bextewerîy ame bû, her weha azar û ẍemîşim her hî ew bû.

leber’ewey małekeman letenîştî mizgewtekewe bû... beyanîyanî cejin zû legeł şefeq le xew hełdesam, bew denge xoşey mela řef’et ke sûretî yûsfî dexwênd, hezar xeyałî seyr seyr le mêşkima dirust debû. legeł dengidanewey «alilh akbir alilh akbir لااله ala alilh... alilh akbir wililh alḧimd»y sema’ey mizgewt, leberdem dergay mizgewta necîbe ’ereb wekû hemû řojanî heyînî bermałêkî dadexist û depařayewe, bełam cejin ewende parey bo dehat ser bermałekey piř debû... zor ḧezim lewe bû leberdem mizgewtida ew xełke bibînim yektirî maç deken û be yektirî dełên:

- ’eydid mubarek, ’eyd şerîfd mubarek, weban xod weban kuřegand. înşełła sałêk tir le mał xuda ḧec keyd. gerdinim aza bike. gerdind aza bûd era řoj qyamet...

bawkim le nwêj degeřayewe yeke yeke hemûmanî maç dekird... nanî cejniman dexward û daykim yeke yeke eygořîn. guławî necef «misqitî» ekird be sermanda û cejnaneman werdegirt bo cołane.

kirasî taze zerd û sûr debrîskayewe... legeł minałanda berew «çayliẍ» bo swarî colane û goranî çiřîn... îtir çayliẍ lew řojeda nek tenya nimûney hemû cîhan bû be hemû dijayetîyekyewe, bełkû mêjûy hemû mirovayetî le řuxsarî ew çend sed minałeda be wirdî dyar bû. desteyek le minałan destyan be destî bawik ya biragewrewe bû û berew colane û yarî minałan deçûn, hemû cilubergî nwê û pêławî taze û gîrfanî piř le tow kulîçe û... we... we desteyekî tir lenaw xoyana destî yektiryan girtibû.

lemlaşewe minałêkî şiř, demuçaw çiłkin, be serincêkî zor seyr, seyrî minałe xwapêdawekanî dekird û be milyar pirsyarî bêdengî têkeł be serincekanî debû... minałêkî çiłkinî tir tebeqêk şekeratî pêye «ca kê le řojî wada şekerat dekřê?» minałêkî tir çawsaẍî kwêrêke benaw xełkekeya giřî deda û swałyan dekird. yekêkî tir qumarî ligawî danawe... yekê aw defroşê. yekê her hawar dekat:

- baqle baqle ban ledesdan çid baqley xas.

- çinicg çinicg qesqewan, qesqewan n n, çinicg şamî çinicg kałk çinicg.

- wey wey beqlawe. zilabye, ḧełwa şekkerî, şirûb ḧar û tîb şirûb bi.

yekê tir: leblebî, ho, leblebî, lekîsdan çid ho...

yekê tir: gwî mûyş, nuqił, çiklêt gyeln bermaẍî nuqił û newad...

ewî tir be turkimanîyewe:

- yałła, badem, fistiq, mîwe, řuḧ dinya, şekker leme yałła- ’erebane û sînî û dengî cîkecîkî colane û hawarî mam ’umerî ḧefta sałan ke pał be colanewe denê... sed kesî wekû mam ’umer ’arebaneyan pêye û be ’aneyek minałekan swar deken.

minałêk degrî, le minałanî hawsê gûm buwe. çiłmekey têkełî firmêskî řûmetî buwe, yekê tir le birsa degrî û minałan hêdîy dekenewe û be colane hełîdexełetênin, dey tir le şermana leber bêpareyî û şiřîy cilubergyan nedehatin bo seyran... her le kołan pałyan dabuwe dîwarekan û xewnyan be colanewe dedî û lepiř gêj debûn û dexewtin... quř beser ew minałaney ke ber le cejin řûdawêk le małyanda řûy dabê... çîyan beser dehat, komełe minałyan lê ko debûnewe:

- ha... eye fetaḧe... daygî tełaq diryas.

-..........

- ewe qadre nengî swał ked...

-.......

- eye fiłane... daygî leban... ḧepis kiryas le mał muxtare...

-.........

- ewe fiłane bawgî ’ereqxore... daygim îj qumarbazîşe...

bawgim wet kelpel ’eyd miłałeganî dayese qumar! cejnaney nîye, gunaḧe, bîla we çefke biçîn pare bideyne pî- ne we îme çe? xu bawig dîrd era yetîme?!... daygim îjd bes we yetîm řeḧim biken gunaḧin xêrdan řesde asman.

- ewe ’ebe şîte bîla we cefke biçîn û bideyn lelî.

- ne, gunaḧe, ḧerame, řuj ’eyde nawid şeř bikeyn daygim îjd xuda lew dunya nîrdeman era ceḧennim.

em qise û tanane, tenya qisey em minałane nebûn, bêşk em qisaneyan le demî dayk û bawik û kesukaryanewe bîstibû û gwêyan lê bibû, ke çon basî xełkî deken, be her cor bê hêşta em minałane be cerg û be cur’ettirin... yekser řûbeřû qise deken, wekû dayk û bawkyan nîyn le paşmile qise biken û newêrin řûbeřû dem bikenewe... zorbey minałan, berewřû û bêşermane taneyan le ame deda û qisey sûkyan pê dewt.

«ame» her bêdeng debû her ke bitutaye bo qebûł dekey? deyut.

- tû nêzanîd... eyane gunaḧyan nîye û ey qisaneyş qisey xoyan nîye, qisey dayg û bawgyane... şewan jin era şûy xoy ya pyaw era jin xoy ey baseyle ked û ey minałaneş gûş teknin û lelîyan fîkare bûn.

minîş demut:

- xas era. dayg û bawig «řeḧmane ser gewra» ketû dwînin des û pad maç ken, bizanim hîç nayjin.

ameş deyut:

- nedoytim... terbyet, terbyet.

sereřay colane û goranî çiřîn û yarî kirdinî «xet xetan» le gořepanî çayliẍ, debwaye minałe win buwekan bekomeł ko bikemewe kołan be kołan byangêřim û byandemewe destî dayk û bawkyan... her le mezre’e û paşa koprî û têlxane û eskî xan û kordere ta ’ebdułła beg û se’îd beg û meḧete û tołe firûş û aẍa û xelîfe, yek yek le dergay małekanim deda.

- mîmî, ey miłałe gum bîye û hawridmey, her egîrist witû etwast, minîş ewene pirsîm ta we mirdin řesîme małdan.

- wî ’ezîzegem xuda naciḧd biked... tû doyt kîd?

demwîst biłêm: ame řeş.

bełam detirsam newek xêra dergakem beřûda daxat. boye nawî bawkimim edaye dest.

- wî bawgid pyaw xasîge, ha bigir eye penca fils ’eydane- ne mîmî nêtwam parem fires.

- dibgir řûłe... ’eydane nêwid bade duya.

her ke beřêkewt ew afrete daykimî bidîba û pêy bûtba ewa berdebuwe gyanim.

- çes, bîdese muxtar, gum bûn nêwin wecîr û cehennim, mild şiknîd era çayliẍ, era muxtarîd? swar helûg bew bes... famistî?... dî minał kes nêřesnîde mał, xawen xoyan hes. şurte hes.

kem cejnî wa hebû bebê kêşe beser biçêt, eger leser şeřî dû minał, pyawêk û yek dû genc nekujrabêt ewa leser qumar, çeqo, ber yek dû kes her dekewt.

eme cige lew şeřaney ke le her çwar sînemakey xaneqîda řûy deda.

her minałe û serî şikawe, destî le milî hełbesrawe, deşelê û dem û didanî şikawe!!.

řojî cejin, ew řoje taybetîye ke emser û ewserî hemû dijayetîyekan yekyan tya degirt, dost û dujmin dest le dest yektirin, dû dost debin be dujmin... małî pirsedar be serexoşîy hawsêkan û beserkirdinyan azaryan kem dekirayewe...

cejin řojê bû bo hejaran debuwe hezar se’at. ew řoje hejar û hetîw û bêkes zyatir le hemû řojanî tir hestyan be hejarî û kesasîy xoyan dekird. ew řoje ke pêkenînî xwapêdawekan debuwe xwê û deřjaye naw birînî hejarekan. ay lew řoje!!

çend pêkenîn bo asman defřî û çend firmêskî germîş bo zewî dadeçořa... em berizbûn û nizmibûneweye... em colane û çerx û felek û seyrane... em gişt berge zerd û sûr û sewze... em gişt bawik mirdû û hejar û bêderetanane le bazney ew řojeda û le diłî amey dayenmida kodebûnewe... her ame deytiwanî bizanê cejin yanî çê...

ay ke ame ew řoje degrya wek ewey herçî firmêskî ew çend mangey lewe berî hebuwe û pengawetewe, becarê lew řojeda hemûy berdeda, be firmêsk, ay lew firmêske bêdenganey çon dekirde wişe... wişey bêdeng, řenge her leber dîmenî «ame»y dayenim bûbê, wa ḧezim le êwaranî cejin nedekird. nemdewêra biłêm ḧezim le cejin nîye, tirsam daykim biłê:

- hey «qeşmer» le ’eyd era weha key? kîd mirdîye? hey serexor! eycare tiwayd kî bikujîd? yałła hełs şewî muẍazeged bike we werd pîsî nekey, çiłim hîç miłałî wepî nesřî, hełîbgir era ’eyd qurban, kes neřesnîde mał, ḧeqid le miłałe wirdike newd, şeř wegel kes nekeyd, meqeyet gîrfand be, parey fire nedeyde ḧełwaşekkerî, megez le banî nîşd. fire berz neçuwe ’asman lenaw helûgege pawpild dyar newn řand nekefde deşt zwî bewre û birinc û qubłî kişmîş û mamir dîrîmin...

îtir minîş be nadłîyewe û be barê tirs û lerzewe legeł minałan berew çayliẍ dekewtîne řê... yek yek demzanî minałan çîyan leberdaye, kameyan kirasî îmsałyan leberdaye û kameyan hî par... hemîşe ke gum debûn dayk û bawkyan dehatne gyanim û deyanpirsî:

- su’ad nedwînistîde?.

- belî, şewî qirimz lewerî bî. qirdêleş besabîye serî, bes ewene swar helûg bî qirdêlegey gum kird, fire gîrist û le tirs dayg û bawgî neçye mał, çî wew derbûneye û xoy ḧeşar kird.

- wey řûłe, daygid bûde qurband, qirdêlegey gum bîye û tirsyas newek felaqey bikem û biçme xwînêy. îse le kures?.

- nêzanim. bes kemîg tir dwînistimey lelay ’erebangey xału emîn wesyabî û mîney qirdêlegey ekird... centegeyşî betałe filsîg lenawî nemabî... min ’aneyîg damepî û dû kulîçeş!

- wî řûłe! daygim bude qurband. beyanî yek tenwîr kulîçe erad kem...

keçî diroyşyan dekird, herke su’adyan dozîyewe le çayliẍ be heřeşe û pelekêş deyanbirdewe małê... su’adîş her le çayleẍewe ta mał her deyzîřand:

- we xuda min gumî nekirdime, qirdêlegem le xoyewe gum bî çayliẍ qełebałẍ bî.

dizîney le serim dî nayeme çayliẍ tobe!!

ta êware demaynewe seyrî awabûnî hetawman le naw ełwenda dekird...

ameş deyut: nedoytim xor çide naw çałîgewe.

- ey ewe nîye lenaw daregane?

- ne, tû nêfamîd.

- hem wet nêfamîd... neyîj nêfamîd... beyanîyan lenaw ełwen dyare eye çwîn masîyegan xor nêxon?.

- ha ha ha.

- era xenîd?

- ewe ’ekis xore.

- ’ekis çes?

- nêzanim çe bîşme pîd... ’ekis yanî wek guzgî.

lepiř wekû ewey şitêkî tazem dozîbêtewe demut:

- daye ełwen guzgîye.

ameyş deyut: a guzgîye.

le tenîştî małe derebegekanda, xanuwe quřekanî hejarekan bekzîyewe mat bibûn, geřekekeyş pêy dewtira «celewe»!! pirdî xaneqîn ember û ewberêkî seyrî dirust kirdibû, celewe kurd bûn emberîş turkiman... le çayliẍda sîrkewanê hebû bo xoy piř bû le qûtû û şûşey şikaw, tepałe û cilubergî kon, car necarê bekomeł deçûyn û mûrû û qopçeman le cile konekan dekirdewe û yarî «mûrû»man pê dekird.

xanêkî gewreş le piştî çayliẍ û le beranberî mizgewteke bû, meř û bizin û mangay zorî tya bû. «řeḧmane kwêr» be kirêy girtibû, pûre fate mangayekî cwanî hebû milî piřkirdibû le mûrûy şîn û nûşte. êwaran dehat bo doşînî û goranî bo dewt:

twê twê twê twê mangay xome û xom dûşmey qimşî nêkem bifruşmey twê twê twê twê îtir řojî pêş cejin qiř dekewte naw ew meř û biznane, manga, ga, herçîyekî tya bwaye defroşra û her lewê seryan debřa... îtir naw ew xane piř debû le xwên û xanekeyş debuwe qesabxane... tenya manga cwanekey pûre fate nebê ke ber çeqoy eḧmed şwan nedekewt... herçî ajeł lew nawe hebû ser debřan... ay ke řojanî pêş cejin belay minewe naxoş bû... naxoştir le řojî cejin...

carê řojî yekemî ber le cejin yekêke lew řojaney ke hergîz lebîrim naçnewe. wa baw bû hemû kesê pêş cejin xoy bişwat... xaneqîş çwar ḧemamî tya bû, dwan bo pyawan û dwan bo jinan...eşê nefretî min bo cejin bigeřêtewe bo ew řojey pêş cejin ke daykim wekû gîsk bezor řaydekêşame ḧemamewe, ḧemam, çi ḧemamê... çi bonê?! çi hera û huryayek?! çi cîhanêkî seyr û piř le hemû şitê... le dûrîy sed metrewe bonî ḧemameke xełkî gêj dekird... dergayekî darîn, be hezar řengî corawcor û bizmarî zil zil nexşaw bû...zincîr û ełqeřîzêkî jengawî beqed dergakewe hełwasrabû û hendê kunî gewre û biçûkîşî pêwe bû, le jûr dergakeda be xetêkî sewzî tox û naşîrîn nûsrabû «maşełła» her be heman řeng wêney minarey mizgewtêk û gometêkî naşîrînyan kêşabû... le de dwanze şwênî dîwarî lay dergake nûsrabû «ḧemamî ’elî beg» hin jinegan.

eger le dîwî derewe seyrî ḧemameket bikirdaye, detbînî sê çwar gumetî quřînî sûr û xanûyekî nizim û kulxanêkî řeş û cogeyekî panî yek metrî, kefî borî xest û pîsî û bonêkî seyr... hemîşe dûkełêkî řeş be asmanî gumetekanewe bû... hendê şûşey řengawřeng le cyatî pencere bemla û bewlay gumetekanewe bû...

herke le dergay ḧemamekewe biçûytayete jûrê, yekser detdî pûre ře’ney bêwejin wekû bûkeşûşe leser eskemlêkewe qît danîştuwe, emla û ewlay be sabûnî řeqî û coreha derman û berdepê û lifke û kîse û peştemał hełçinrawe...

tesbîḧêkî sed û yek denkî be destyewe «alilh akbir»y be dengî berz dejmard, be lalêwewe bexêrhatnî xełkî dekird û îtir bêdeng debû... hîçî nedewt ta lepiř be dengêkî kerxewe û bedem kokînewe deyut:

- doytim temîn... bew xizmet dayg leyla bike! qewm xomane.

temînî kiçî pûre ře’nay ḧemamçî meger her kamêra bitwanê wêney bigrê, pîre kiçêkî řeş û serî keçeł, dû memkî na’asayî le singyewe şoř bibûnewe, eger biłêm milî nebû, řenge bipirsin ey serî be çîyewe gîr bibû?... serî wekû dûmełê wa bû leser şanî derçûbê, çawêkî kwêr û ewî tiryan hemîşe sûr û xwênawî bû, qełşî pajney pêy ewendey demê debû, her ke le cêgekey xoy decułayewe, goştî leşî wekû memkekanî delerayewe û be hezar ya ełła hełdesaye ser pê... temîn le batî ewey xizmetî daykim bikat, daykim be sed ya ełła we destî degirt û le cêyekey xoy berzî dekirdewe. ewende qurs bû wek masî le destî daykim dexza û berdebuwewe... xizmetî çî her ewende cêyekî lelay buxçekanda bo buxçekey daykim dekirdewe, eme hemû xizmetêkî temîn bû, bo eweyş emey dekird ta sê ’anekey ḧełał bikat. îtir be hezar nikenk û ya ełła xoman řût dekirdewe û qapqape zilekanman le pê dekird û dergay nawewey ḧemamman dekirdewe... hełmêkî germ û bogen haławî bo dehênayn û her sê çwar afrete û çwardewrî ḧewzêkî gewre danîştibûn. îtir her le basî par û pêrar û genim û řon û sipîyaw sûraw û çêşt û meř û bizin ta tûkî singî mêrdekanyan û xetenkirdinî kuřekanyan dekira.

naw benawîş be bołeboł eyanqîjane ser «mîm şemse»y natir û guł’uzarî kiçî, ke awyan bo bênin. ḧemam bo min tełeyek bû... daykim debuwe řawçî û minîş nêçîr... le awî germ detirsam û lifkeke zibir bû, le berdestî daykima xomim bo nedegîra... ewîş zyatir destî dadegirt û deyut:

- a... awha... dwêke wetme pîd şewî ’eydeged neke wewerd, çaw qaym şewîyeged pîs kirdîd û ’eydege gwî kirde banî... minîş awha kem lelîd... pîreke le nan xwardin turyayd - astiẍfirallih- gwî kirdîde naw aşege wetîd... ḧez le qeysî nêkem nêxomey, gerek kuçg binryede werd bixoydey we’îllila.

herke wişey «awha keme pîd» le demyewe derdeçû be herdû dest çepokêkî dekêşa be serma û deyut:

- eger carîg tir dawan şewîyeged hełgirdîd, awha keme pîd. eger mîwan hat û zûy des birdîd era çinicg, weha keme pîd. eger qisey mał birdîde deşt û fîtneçêtî kirdîd, awha wepîdkem.

leser em çepokane û dûbarekirdinî «awha dem lelîd» demqîjand û degryam... ewa îtir ewendey tirî lê dedam emcareyan leser ewey bo degrîm. xełkeke bezor lejêr çingî deryan dehênam û gileyîyan lê dekird. gişt gyanim sûr û şîn debuwewe. hełm û bon û germa herasanyan dekirdim. lepiř be dengî qîjey afretêk řadepeřîm ke pencey řadeweşan û be dengî berzewe deyut:

- ha jinege hey «qeḧpe» ewe bas kî keyd? ha?...diřnimed wek patsiqe, doyte hey «gander» qełet nekey bas min بکەێ!

afretêkî bestezmanîş lewlawe be pařanewe deyut:

- wexuda bas tu nekirdemes.

- xom jineftim.

- wełłahî bas tû newî, bas «xecey mîm leylê» ekirdîn.

- inca tû xuda ’eyb nîye basî ken, nexełetyen. basî biken kusdan diřnim qewmime qewm.

- axir we xirawî basî nekirdîmin.

- qebûł nêkem her basî biken.

- xas.

lewlawe afretêkî tir deyut:

- qîje qîj meken ey hawar haware çes, weban kîye? weban mine?!.

afretê tir:

- xecey leylê ha ha ha.

yekê tir le yek dû deqîqeda ewey azaye xoy bipêçêtewe û řabkat. ger pirçî be serewe nehêłn û be cam şîn û morî nekenewe, ewa lejêr dest û pêda řoḧî derdeçêt. debuwe řojî ḧeşir... paş de deqîqe hemû xaneqî bem herayey dezanî.

îtir her mêrd û bira û amoza û kuřezay herçî ew afretane heye le dewruberî ḧemam kodebûnewe. herke afretan le ḧemam derdeçûn çawyan be řojêkî tirî ḧeşrî «nêreker» dekewt. dar û çeqo û qame... piştiwên û berd û cinêw û heřeşe debuwe îfadey polîsxane. her zelam bû bedway kefîlda degeřa... her zelam bû tawî edaye xoy bo mwacehey bira... ya birazay ḧepis bûy... le layekî tirewe her jin û minał û zelam bû leber dergay nexoşxane le polîsekan depařanewe biçin birîndarekan bibînin...

eme hêşta azarî ewe nîye ke le ḧemamekeda hejar û dewłemend be aşkira dyar debûn û le yektirî cyadekiranewe. carê herçî jine dewłemend hebû ke dehate ḧemam mêrdekey paş yek dû se’at sînîye kebab û pirteqał û şitî tiryan bo denardin. îtir her lîkawî minałe hejarekan bû be lêwyanewe dehate xwarê û dewłemendekanîş bem dîmene degeşanewe û zyatir le cyawazî nêwan xoyan û hejarekan diłnya debûn... min xom nemdezanî ser be kamyanim!!.

le řastîda le dûbarî seyrda dejyam... hejarêkî tewaw û nîmçe dewłemendê...

ewîş eger legeł amey dayenmida bûmaye ewa řewştî hejar û berg û bêdengî û diłpakîy hejaran delka be gyanmida û herke dekewtime jêr çepokî daykim îtir be ser kwêrê û be zor debwaye cilekanim pak bê, pêm petî nebê û qijim şanekem be îşaret hełsim û danîşim. ca le ḧemam bonî pyaz û kebab û pirteqał têkełî hełmeke debû. hendê afret ta yek dû se’atê be bołebołewe basî xirapî kebabekeyan dekird û deyanut ardî zor tyaye çak nebirjawe.

amey dayenîşim cejnawcejin wekû firîşte lepiř ḧemamî debînî, diłî be min desûta ke deybînî daykim lêmdeda û lejêr çepokîdam, nemdewêra hanay bibeme ber çunke eme daykimî zyatir lê tuře dekirdim.

ke ame xoy řût dekirdewe zorbey afretekan seyrî leşyan dekird. ameyş zor bêderbestane serincî afretekanî deda û cigerekeyş be lêwyewe bû... taqetî nebû xoy bişorê û deyut:

- dayg gułzar taqetim nîye serim bişûr.

- çe tû sałî carêg têyd era ḧemam, tiwayd ey ’aleme wecî bîłim û bam bişurmed. inca le îsewe ta sałîg tir we kîse û lîfe û dîme şûre bişurmed û pad we kuçg ḧemam bisawim, çirkid dernêçd... dayg řeşe xenegey lenaw cameges, gereg biçim bigirmey serî... dayg eḧmed taze miłałî bye gereg şanegey eray bixeme naw aw...

bewrdî gwêm bo em qisane şil dekird wekû ewey le nihênîyek bidwên awha dekewte ber gwêm egerçî çend carê be amem dewt:

- şane xistine naw aw ye’nî çe daye?.

ewîş her wełame ḧazir bedestekey caranî dûbare dekirdewe:

- gewra bûyd xod famîd. tû carî miłałî û nêfamîd fire mepirs!!

***