5

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 33 Xulek  1183 Dîtin

yekem řojî cejin herçî dijayetî û nakokî lenêwan xełkekeda hebû bo yek dû řoj nedema... her lebere beyanewe «se’e dewłçî» be kołanekanda be xoy û dûmełegekeyewe desûřayewe.

dim dim dim dim dimtik dimtik dimtik dimtik tik tik tik tik dim dim se’e zelamêkî dedaye pêşî xoy be texteyekewe fîlim û nawnîşanî fîlmekey leser nûsrabû «se’e bedûmełek» be kurdî û turkimanî û carcareyş be ’erebî basî fîlmekey dekird û deyqîjand.

min hîçî lê ḧałî nedebûm. boye nazanim ’erebîyekey çon bû bełam leweda ke kurdî û turkimanîyekey řêk û řewan nebû û herdûkyanî têkeł beyektirî dekird, debê ’erebîyekeşî her têkełupêkeł bûbê, îtir her minałî geřeg bû dekewtine dway «se’e», se’eyş her seyrî cemhûrî xoy dekird zyatir bezewqitir debû û tunditir deyqîjand... paş hemû fîlmêkîş se’e lasayîy qaremanî fîlmekanî dekirdiwe û wekû ewan qisey dekird û be dem teqey dekird... se’e dehołkut gencêkî barîk û demuçaw qupaw bû, kes neydezanî kuřî kêye, taqe dişdaşeyekî hebû wekû nejadî xoy wa bû, kes neydetwanî bizanê çi řenge... le hemû řengêka bû wate «sikob milun» bû.

her le řengî řon û girîs û çewrî xwardin ta boyaẍî seyare û pêław, serdestekanî çeqoy berkewtiba leber çiłmî wişkewe bû neydebřî. damênî dişdaşekey wekû zincîre çyakanî hemelaya bû... yexey heta nawkî diřabû. yexekey bistê çiłkî řengawřengî beserewe bû. piştiwênêkî çermî le piştida bû. carcarê kiławêkî denaye serî řeng û řûy kiławekeşî le dişdaşekey cwantir nebû. baweř nakem řojê pêławî le pê kirdibê, hawîn û zistan her pê xawis bû. zimanîşî deygirt û bezeḧmet qisey bo dehat... le her çwar werzî sał hełametî degirt, herdû kune lûtekanî wekû hêlaney çiłim pêda dehate xwarê, milî detût ḧacî leqleqe, serêkî biçkolaney xiř, nawqedêkî barîk, bibuwe maykirofonî şar. cige lewe le şayî û zemawendekanîşda se’e pasportêkî taybetî hebû ewîş kesê nebû řêy lê bigrê û yekser deçuwe naw afretanewe semay dekird û dehołî lê deda û xełkîş gałteyan pê dekird: cwantirîn kiç pêy dewt: se’e min şû be to dekem. îtir her afret bû bepêkenînewe deyut:

be xwa se’e ta to westabî min şû be kes nakem... to dezgîranî minî...

se’ey bestezmanîş baweřî dekird. ke don cwanî xaneqîye û zyatir le sed afretî cwan diłdarîyetî, boye se’e le çayîxane û bazařda xoy gîv dekirdewe û gałtey be gencekan dekird û pêyanî dewt:

- biçû eye we tewalêt û gud le nîye... we kelpel cwan nîye ey kare wefenne!!.

se’e ewende le xoy řazî bû, way dezanî hemû şitêk dezanê her le ’erebançîyetî û çayîçêyetî û mirîşk û hêlke û newt firoştinewe ta textey sînema hełgirtin, boye her řoje yekê lem karaney dekird.

le řastîda hîçî nedezanî cige le semakirdin û dûmeleg lêdan. êmey minał se’eman zor xoş dewîst.

kesmanî ’aciz nedekird. yekem řojî cejin be çepłeřîzan û goranî çiřîn leser awazî dumbełegekey debûyne dî’ayeçî bo fîlmekey, carcarêkîş ke awřî dedayewe û seyrî zorîy minałanî dekird pêdekenî û hełwêsteyekî bo dekird û çend carê şanî bo badeda. lew kataneda amem lebîr deçuwewe be minałekanim dewt:

- yałła bikefne şwînim.

hendê minał detirsan û deyanut:

- duyaxir dayg û bawgiman mîneman ken.

- we cîr û we ceḧennim.

qiseyekî ame řeşim bo minałekan dûbare dekirdewe:

- îme le felaqekirdin zyatir çe dwînîn, gişt řujî lelîman nêdryed? bîla îmřo weban wazîkirdin bidene lîman, îmřu ’eyde, kes nadede lîman... yałła ḧeqdan newud çe bûd bîla bûd.

minałê deyut:

- wełła min le daygim tirsim, qeb lelîm gird nayem... ne xoşkim nêtyem tirsim qeb lelîm gird.

- ûm hey axir şeř! tirsinok! ’eyb le xod nêkeyd tirsîd tû kuřî kuř.

- eger daygim daẍim kird?...

- ke gewra bîd lehwîrd çid.

îtir bedway se’ewe hemû kołanekan degeřayn. ta direngê her desûřaynewe. dayk û bawkî minałekan bedwayanda wêł debûn, ke degeřaynewe deçûme małê, paş de dwanze deqîqe her afret bû bo lay daykim dehat bo şikatkirdin.

- eye giştî swîç doytegedane, minałegmanman leřî derkirdêye. giştyan bê’edeb kirdîye, nêzanîn çe xonde gûşyan wa zûy hełyanxełetind. eye wekî hatye?

daykîşim leserxo deyut:

- daygim dwêtegem ḧeqî çes?? wek ey miłałeyłe keftêse şwîn se’e dewłçê.

- tû zanîd îmřu çe hate serman. çîmnese şûrtexane, we xomane û xinkyane û keftinese naw kordere. bawgyan keftêse layîg, birayan keftinese layîk. çîmin heta era qewrsan «paşakoprê» eyber û ewber mîne kirdîne. qewm û nasyaw nehîştîn tûş xanim xanim le mał xod nîştîdes, nêzanî dunya çe hatêse serê... ḧeqde le cyatî ewe bîjî ḧeqyane pişt doyteged girîd... wexuda min her ey qiseye kirdimes û wîşmewey:

- eger doyteged gewra bî sê ḧikumet dede yektirî!!

řûyan le min dekird û deyanut: îse wey miłałêdewe ey binicge bała weha miłał ey meḧele û şare xełetanîde, beyanî dû beyanî gewra bûyd çe keyd!

inca řûyan le daykim dekird: diłd xoşe dwêt îwet kirdîde... di biçû daye biçû...

bizan çwîn ’edeb doyteged bideyd. hawar neke banman wełłahî eger eye doytim bûd weleqe çime ban demî û xinkinmey a... !!

inca daykim serî germ debû û deyut:

- erî jinege tû kîd? dwêt kîd? jin kîd? weha qîřeqîř û tiřetiř keyde banim... yałła dî siktirbe... era doytegem çeyesî? kam řuj hate ban sînîyegedan? kam řuj qapyegedan wekû çig gird?! wey wey... tû îse eger bikefde desd panze ḧikumet deyde yek, nek doytigem, era kar weḧeyaszî bûd hey azałe.

le ewan qiseyek û le daykim dwan, debuwe hera û fertene lenêwan payanewe berew lay kuncekey ame řam kird... deygirtim û deyzanî her şitêkim kirduwe. depařamewe... ame waydezanî le tirsana depařêmewe, keçî neydezanî daway ewem dekird êware bimbat bo sînema!! bełê sînema!! ey le beyanîyekewe se’e çî ekat... ey ewe nîye hemû xaneqîn dezanin teřezan îş dekat.

sînemakeş her le beyanîyewe ta êware û nîweşew îşî dekird. bawik û dayk destî minałekanyan degirt û deyankirdine hołe tarîkekewe, minîş legeł ame û le baweşî ameda dadenîştim... ewanîş xêseyan lê dekirdim, wek biłêy ameş agay le hemû şitêk bûbê...

besozewe deyguşîm besnigyewe... egerçî ḧezim be bînînî sînema zor dekird, bełam ew soz û le’amêz girtine hezar car ewendey sînemake xoş bû... her le baweşîda xewm lê dekewt... amey bestezmanîş be baweşî deyhênamewe małê, sed qisey sûkîşî le daykim debîst.

serbarî ewey ew kesey ewî bidîba, wek biłêy şeytanî bînîwe tifî le zewî dekird û deyut:

«ٲe’ûzu byalilّhî mîne alşّeytanî alirّecîm» xwa nexwaste eger le şewanî heyînîda be berdem mizgewtekey tenîştî małman têpeřîba, ewa cige le ٲe’ûzu byalilّhî hezar qisey sûk û cinêwîşî debîst... řenge biłên bo şewanî heyînî? leber’ewey tenya le şewanî heynîda jinan ewîş paş ewey xoyan be ’eba û pêçe becorêk lûl deda tenya kunî çawyan dyarbû kes kesî nedenasîyewe. leber dergay mizgewta dadenîştin. ḧewt berdî biçûkyan beher çwar lada dehawîşt, le katî bangî şêwan kepyawe nwêj kerekan bekomeł berew mizgewt deçûn û legeł yektirîda dedwan, jinekan bewrdî hestyan lê řadegirtin bełku qiseyekî wa le demî yekêkyan derbiçê ke belêkdanewey ewan manayekî mijdey xoş û be’awat geyştin bidabaye... boye ḧezyan nedekird pyawê betenya têpeřê çunke pyawêk betenya qise nakat çaweřêy têpeřînî çend pyawêkyan dekird. bo nimûne afrete nezokekan zorbeyan paş ewey zyatir le sed şewî heynî em şebexûnîyeyan kirdibû, dehatin dadenîştin. ew pyawane beberdem mizgewta têdepeřîn beřêkkewt yan bemebest yekêkyan deyut:

- em darey min çend sałêke ber nagrê û baweřîş nakem bêteber.

em řisteye bes bû bo ewey ew afrete nezokey gwêy lêbuwe, ew şewe heta beyanî nexewê û bigrît û beyanîş le daxî em qiseye legeł dirawsêkanda ferteneyek saz bikat... boye hemû řojanî heynî her le beyanîyewe ta nîwe şew geřekekey ême le cengida dejya...

herweha afretêkî tir kekçekey qeyreye û kes nayet bo xwazbênî kirdinî, eger ew şewe gwêy le qisey dû zelam buwaye qiseke herçyek bêt û em řisteyey tyada buwaye «bimrêt beçawî xoy naybînêt».

eger ame têpeřî baye ewa hemûyan hêrşyan debirde serî.

- dem wiçawud şûme, wey şewe çe hawirdede eyra. řîge qeḧet bî?

ameyş deyut:

- erê ey ayn û ûyne çes?... daygim min weřîy xom têm û weřîy xom çim. gwî weřuḧ bawig ew kese guman lemin ked.

îtir her cinêw û tif û qisey sard û sûk ber ame dekewt û ew şewe debuwe hera û qîje qîj û le yektirî aşkira debûn û dirokanyan derdekewt. îtir ame lebîr deçuwewe û bem şêweye hera le nêwanyanda berpa debû...

- era we dirû îjî řujî panze car têne xwazwenîy doytegem? eger dirû nêkey era îmşew kucg cum’e fiředayd?!.

- ey tû era îjîd şuyegem wet: jinege guş metekin, miłałd bûd nêwid wecîr û ceḧenim jin naxwazme band.

em şeř û hera û şeře cinêweyan way lemin kird le řiqî dûberekî û diroyan leser banewe aw bikem beseryana û daykim bem karey dezanî û jeme têhełdanekey xomim dexward û car careyş pînem dekird: katê kedaykim deypirsî:

- era aw keyde ban jinekan?

minîş behemû baweřêkmewe wam dezanî mizgewt hî xomane û boye pêym dewt:

- cam’ cam’ xomane... dî cam’ qeḧete binîşin le werdemî bîla milyan bişkinin era cam’îg tir, giştyan oyn bazin.

em qiseyem bes bû bo’ewey daykim behemû sengêkî xoyewe xoy lê hełmałê û biçête naw şeřewe, çunke yekser afretan wełamî minyan dedayewe û qisekeşyan le daykim degirt:

- yetîmçe beçe... gormemîş gorde gumîş, îjîd małegeyan qisir alzihure... he...

îme le werdem qapî mał xuda nîştîmnes. cam’ mał xudas, îwe çen?. bawig le qingidan bixod, era ewene nedî bidîn? kes małî nîye? kawłî nîye? dîwaregedan tełas... eger qesrîg gewradan byatad wek qesregey çelebî çe ekirdin? xuda dwînistêse dan era ewe...

daykim neydehêşt tewawî biken xêra qisekey le demyanewe desend:

- jinege ey qiseye wekî weşnîd hey fiłqoş, hey qaş quncî!!.

- ay lew şewane keher kesêkîş bihatayete nawbijî kirdin... řenge le şeřkerekan zyarit qisey sukî berkewtaye... pyawanîş befirsetyan dezanî û ḧezyan dekird şeřeke germ tir bê, bo’ewey eger dwanyan leser domîne naxoşîyekyan bûbê firset ledes neden û emyan bewyan biłê:

- xodîş wek jine ged ḧeyaszîd!!.

ya eger pyawêk nyazî xwastinî kesêkî hebwaye ew lewcore şeřaneda ser û serbirde nihênîyekey ew kiçe bestezmane bedengî berz dexwênrayewe û xo’eger yekê le şeřkerekan hestî bikirdaye - fiłane kes nyazî waye, kiçî ew kese bixiwazê wa êsta şeřî legeł dekird, ay hawar çî deqewma!! eger yek duwanî birîndar û ser şikaw û qaç şikaw nebin ewa yekser kuře peşîman debuwew,e eger mare biřîş buwaye ewa tełaqî deda û bawik û biray kiçeş îtir ta dinya dinyaye legeł kabray benaw zawayan dujminayetyan dekirdu kiçe bestezmanîş îtir kes xwazbênî nedekird û le małî bawkîda herweku koyleyek jyanî beser debird, ta ame firyay dekewt wek ełên xerîk ebû pêstî biben bo debaxane... ame çon firyay dekewt... emeyan nihênîyeke û perde leser hełmałînî heman fertene û şeř dirust dekat. emcare nek kiçe tełaq dedra, bełku beçeqoy kul û behezar corî hunerî lenawdebra...

beboney ewewe ke’ew mizgewte le tenîşt małî êmewe bû, lehefteyekda hezar û yek gořan beser geřekekemanda dehat... mizgewtîş çi mizgewtê xozya cêy xwaperistî buwaye... carê her ke le dałane gewrekey mizgewteke biçûytayete naw ḧewşekewe yekser çend nîgayekî dij be yek berçawtî lêł dekird. le destî çepî ḧewşey mizgewtewe, çawit beçend tate şorê dekewt ke le darî sac û be’espîrto boyaẍ kirabûn û ayetî qur’anyan leser nûsrabû, beranber bedû tate şorî řizyû û şeq û leq danrabûn ke be hezar bisim alilh berzyan dekirdewe... aşkira bû tateşore sacekan bo dewłemend û tacir û pyawe gewrekan bû... ewanî tirîş hî řeş û řûte hejarekan bûn. eger hejarêkî nextê qełew bimirdaye, melay mizgewt û feqêyekan paş ewey deyanbird bo qebirsan û tabûtekanyan dehênayewe, ew mirduwe bestezmane hezar le’netî bo deçû, çunke hendê le tateşor û tabûte şeq û şiřekan textekanyan deşkaw bizmare jengawîye řizîwekanyan letextekan detrazan... lemaneş seyrtir lemizgewtekeda jûrêkî taybetî hebû, dewłemendekan bermałekanyan tya dadena... bermałekanîşyan nîwe qałîyek bûn... hejarekanîş le hawîn û zistanda leser ḧesîr nwêj û îta’etî xwayan dekird... kabrayekî şest sałan bangî deda, dengî zor naxoş bû, pêyan dewt «mela deng gewre». zor řiqî le ’emî ’ebas bû... ’emî ’ebas yekêk bû le hejare dî’ayeçêyekanî şar, dewłemendekan çak deyannasî. le çayxane û bazařda bedengî berz hawarî dekird fiłane ḧacî fire misułmane em sał zekatî da be min. fiłane dukandar le řêy xwa cil û bergî bo kirdûm... amojnîşim zor ḧezî dekird weku xêrewmendê binasrê. çakîşî dezanî ’emî ’ebas xêrî pênaşê û lew zor hejartir hen, bełam hemîşe deynardim bo mizgewt...

ke deçûme mizgewt kabray «deng gewre» deyut:

- ha hem hatî... wey nîweřûye çekey leyra? hatîde xurma û ’engiwîr mizgewtege bixoyd?.çaw bel!

- ne... amojnim wete pîm biçu bizan ’emî ’ebas lewras?

-çetway le ’emî ’ebas?

- aş eray têrim...

- le yira nîye.

nimûney wek ’emî ’ebas zor bûn... zorbey xełkeke ewaney mebestyan bû demamk le řû biken û ḧeqîqetî xoyan lepêstî xwaperistî û xêromendîda bişarnewe, bo em mebesteyan belayanewe giring nebû çend sed dînarêk le pênawî keşîdeyekda xerc ken û bew çend sed dînare bayî çend hezar dînarêk baweřî sakar û sawîlkeyetî xełkî ladê bikiřn ke le mangêkda çend carêk dehatne şar û kutał û pêwîstîyan dekřî û degeřanewe - ḧacî emîn - yiş yekêk bû lew dukandare demamk le řuwaney ke le pênawî keşîdeyekda çend sed dînarêk û yek dû meř û mewludêk û çend maykirofonêkî wek ’emî ’ebas û yek dû bêwejnî hetîw barî demewerî řazî dekird, ta baweřî xełkeke bem herzanîye bedest bênê... baş bebîrim dê, keladêyyekan dehatne şar. yekser řuyan le ḧacî emîn dekird û deyanut bewîjdane û pyawî xwaye û qerzî sûke. ḧacî emînîş defterêkî qerzî gewrey hebû bem şêweye qerzekanî tomar dekird:

1- sofî weysî qoretûyî - de gez caw + tenegeyek řonî ḧir + dû kîlo şekir + dû kîlo çayî + ferdeyek birinc + cûtê kiłaşî hersînî û sê kîlo xurma û pênc kîlo sawer û nîw kîlo leymûn dûzî û topê qamîş û mangayekî zerd.

sofî bem ḧîsabe gelê řazî debû, paş sê çwar mang eger dwa kewtiba ḧacî emîn be mentîq têy degeyand ḧîsabeke ẍełete, mangayek û gwêrekeyeke... řenge pêtan seyrbê...

ḧacî emîn deyut:

- sofî weys wew ḧecerul’eswede, ke’ey destanem webanî hawirdeme, weqewrî seydelmurselîn miḧimd (s), wew aw zemzeme kegişt tawanîk şurd, fermû eye qûtûyîg aw zemzem.

- ey xuda lelîman nesînded.

- sofî we waḧîde liqehar qed ferqid nîye wegel biraganim...

- xuda lelîd řazî bûd.

- sofî, dunya dunyas û qyamet qyamete...

- eşhedû mabîlla.

- sofî mał mał xode. dûkan dûkan xode... nek her îse, her wextîg her çiştîg twastîd le oẍirde.

- ey ẍews desî we ’umirdewe bûd...

- sofî nek tenya tû, beşkem gişt xełq qoretwî: weşertîg tû bîjîd pyaw xasîgin, min le řûyanda xawen mał nîm.

sofî behemû ’eqłêkîyewe xoy begewrey qoretû û dem sipîyan dezanî û dûrîş nîye lenaw ew xełke bestezmaneda şanazî bemewe kirdibê, destêkî beser û řîşî xoyda dehêna û zyad le pêwîst baweřî bexoy peyda dekird û deyut:

- mame ḧacî, wew mał xudaye ketu zyaretî kirdîde û ta’îse wensîb min newîye, we ẍews geylanî, wew qurḧane gewreye, mame ḧacî min gicarî îjme pîyan biçne lay mam ḧacî, eger paredan bûd ya newud... herçe twastin bes naw min barin lelay, ḧeqdan newud.

- dyare wełła dyare.

- ey çwîn mame ḧacî.

- bîla bayne ban qisekey xoman.

- bełê.

- îşim sê mang werc le îse manga zerdeged eger bihawirdaydewey - řas keyd.

- nehawirdîdewey?

- bełê bełê bełam...

bezorî qisekey le dem debřî û deyut:

- mange zerdege şîrdare weha nîye? qewłman wabî...

- bełê.

- bîla bîjîn her řujîg setłîg şîr ded.

- mame ḧacî zyatir, setłî çes!.

sofî bestezman tê nedegeyşit way dezanî ḧacî bedroznî dezanî kekatî xoy wextî qerz û qołe... miqaweleyan wa buwe kemanga zerde şîrî zore, boye leseryek deyut:

- mame ḧacî bê qezabî setłî çes, tû bîj sîyan.

- adem xoş... nek sîyan bîla bîjîn duwan.

- newełła mame ḧacî xû dirû wegeld nêkem, îjim welay kemewe sîyan, xû zyatrîşe, başe bîjîn sîyan.

- bełê zyatrîş.

- setłî şîr leqoretwî weçene?

- belay kemîyewe dû řupye... yanî pencayîg.

- ey leyra?.

- ewe xuda zand.

- tû bîj řu’bêk.

- zyatrîş.

- yanî le řujîg sê řu’b.

- erê wełła.

- lemangîg zyatir lebîs.

......... - - le sê mang şes dînar.

.......... - - min bêwijdan nîm...

- newełła xuda qebûł nêked.

- bes îjim manga zerde zawe?

- ha! çe bîjim... a...

- kwêregeyîg weçene?

- her wepenc dînare.

- xas, lebatî ew şes dînareke.

sofî serî lê têk deçû bê ewey bîr bikatewe beser řaweşandin řezamenmidî xoy denwand û deyut:

- mame ḧacî nek manga zerdege û gwêrekege, beşkem, xawenegeyanîş le oẍirde.

- nene... sofî eye ḧisab zegate... ḧisabyan kem û deyankeme pare û zekategeyan derkem.

- dek xuda era îme bihîłded!.

bekurtî nek sofî bełku wiherçî ladêyî, dewruberî xaneqîn heye me’mîlî ḧacî emîn bûn. ḧacî emînîş le meseleke becwanî geyştibû boye sinûqeke sîfonêkî le dûkanekey danabû û deyut beher yek lew me’mîlaney:

- fermû eye her qabîlî toye.

parçe sewzêkîşî le topî qumaşî dekirdewe û deyut:

- mufeřeke.

behezar memnûnêyewe ledestyan werdegirt. nek sofî, hezarî wek sofî hebû...

parey le kesyan wernedegirt ta ga û manga û meř û bizin û xurê û kere û penîyr hebwaye.

eger yekêkyan bîwîstaye parey bidaba yekser pêy dewt:

- erê xizme xo dûkanegey min gişt şitî lenaw nîye.

wey pareye biçû era ḧemam û kebab xane û ḧełwa era minałegan bisîyn... bê qezabî xû îmeyl ẍerîb nîn.

- ey mame ḧacî xuda...

ca mame ḧacîş weku zorbey ḧacî û tancî tucar û necar û ’etar û... we... we pêwîstî be’emî ’ebasêk hebû... xwa neybiřê, eger nełêm bo penca fils ewa dełêm bo řub’êk hezar ’emî ’ebasî dest dekewt... ca «amojnim» çî bikat... dukandar nîye defterî qerzî hebê. ḧacî nîye kes baweřî pê bikat... demuçaw hełgir û berbûk nîye baweřî pê biken... emane nîye, bełam mebestêkî seyrî hebû...

egerçî mayey pêkenîne bełam derxistinekey becêye... ewîş bo’ewey ’emî ’ebas ya ’emî ’ebas asakan biłên:

- doytegey - we řeḧmet bûd ḧacî cemşîdî sincawî - fire doyt xasîge.

bê şik yekê her deypirsî kam ḧacî cemşîd?.

îtir her le bineřetewe ta popey benawî destikird deyanbird.

cemşîdî kuřî řeza qulî kuřî nadrî kuřezay ’elî xan - y kemer şel û kuřî îmam zîn al’abdîn - y kuřî... kuřî... kuřî... ta eyangeyande ḧezretî îbrahîm...

eme seyr nîye... beqed ewey kedaykim baweřî bem lîsteye peyda kirdibû û behemû ’eqłêkîyewe, way dezanî amojnim kiçî fiłane û fiłane kes kuřî fiłane kese û bapîre gerewşyan ḧezretî îbrahîme, boye amojnîşim gelêkî mebest bû zorbey řojanî hefte çêşt bo ’emî ’ebas binêrê, ta ’emî ’ebasîş eme bas bikat û amojnîşim lenaw jinanda legeł binêşt cuwînda bexełkeke biłê «beceddim» qesem - mebestî ḧezretî îbrahîm bû- eme wa nîye û wehaye!!.

amey dayenim lem ced û qesem û meseme baş têdegeyşit boye herke amojnim swêndêkî bixiwardaye yekser ame deyut:

- gwî weřuḧ bawig ’emî ’ebas.

amojnim řengî zerd hełdegeřa... ame zyatir dengî berz dekirdewe: ’emî ’ebas çaw ḧîz dirûzin, gewad, bî şeref.

amojnim řengêkî dehêna û debird û hîçî pê nedewtira. ameyş deyut: ey gewade meger min binasmey.

amojnim wiř û kas debû, ame deyut:

- ey keran bawge wegişt bêwejnegan wetye xwazmedan.

ta ame ew nawey becêdehêşt, amojnim wiř û kas debû... ewca deyut:

- gwê weřuḧ bawge gewadeged ame tilyak kîş, tifû le dayge ḧîz û dizeged... ame qerec, kawlî beçe seg cins, kes nêzand cinisd çes, weha teriftiwîn kiryan...

meger minîş řujîg bad... teriftiwînd bikem, řiswad bikem, gwî biřşinme qapîyeged. xołe dûd bikem, sward bikeme ban xer, serd bitaşin, gîsd buřn, ew wexte diłim israḧet ked, xuda key ew řuje têd.

min çak demzanî ame weku amojnim nêye, her hîç nebê ew keseye le řû qise dekat!!! behîç kesê le paşmile qisey sûk nakat!! le tirsî darkarî nemdewêra be’amojnim biłêm:

- dirû keyd.

emîş îtir hezar cinêw û qisey sûkî pê dekird.

’emî ’ebasîş çak deyzanî boçî bem çeşne xêrî pêdekirê. wek dełên le karekey xoy geyştibû, boye paş hemû xêrê ḧacîyek deçuwe bin destî hemû kes û karekanî ḧacîyewe hełîdeda û eger dînarêkyan pê bidaba bedro deyut:

- de dînar daye se pîm!!.

ke ame pêy dewt: ’emî ’ebas gewad û çaw ḧîze řastî dekird...

carê ’emî ’ebas kabrayekî şest sałan bû, tenya xwa nebê hemû şitêkî denasî, dem wiçawêkî qupaw û řeş, cesteyekî barîkełey řeq û hemû êsqanekanî perasûy lejêr dişdaşe konekeyda derpeřîbûn, xeney degirte simêł û serî, eger řengî xeney simêłî kał buwayetewe ewa řengêkî zor seyr besmêłîyewe le řengî quřawêkî hendê qaweyî deçû... herçende xêryan pê bikirdaye zyatir tilyakî dekêşa... hemû qaçax çîyekanî denasî ewanîş bo ewey xeberyan lê neda yarmetyan deda...

gelê kesîş baweřî wabû kedestî legeł polîs têkełe, pêş ewey wa lê bikewê destî gewadîşî hebû. naw benaw bo çend řojê win debû, xełkeke deyanut:

ewe çêye era serdan lay dwêtegey le besre... meger xwa xoy bizanê kiçekey çî dekird... ame zor řiqî lê bû... şermî lê nedekird... řûbeřû hezar cinêwî pê deda û tifî lêdekird... ewîş zor le ame detirsa, beřadeyek tenya nawî ame bes bû bo’ewey řengî zerd hełgeřê û ew nawe becê bêłê...

le nawendî ḧewşey mizgewtekeda bîrêk hebû le řojanî lafawda ke ełwen lêxin debû û aw debřa hemû xełkeke řûyan le mizgewteke dekird û awî bîrekeyan hełdehênca.

lewkataneda ’emî ’ebas mizgewtî cênedehêşt û beranber bew jin û jale dewesta û simêłekey badeda, car carêkîş çawêkî le afretê ya kiçê hełdetekan, simêłe xenawîyekey legeł xwênî demuçawîda sûr debû qapqapî afretî ber dekewt...

leber’ewey min wam dezanî mizgewteke hî xomane weku çawdêrê leser bîreke dewestam bem û bewm dewt:

- tû bîs car hatîd aw birdîd... bîrege xałî kirdîd, carîg tir aw nayeme pîd!.

- çe cam’ mał xudas...,. awîş aw xudas. era tû xawenîyd?.

- cam’... cam’ xomane min wekeyf xom aw beş keme bandan.

- xas era we ame řeş dû teşt dayd?.

- ḧeqid newud, nawî neyer, tû ley kareyle nêfamîd, le tîngî bimrîd, qetreyîg aw nêdeme pîd... xas di biçû dî û naw ame neyer!

hemû afretekan dewrûjan, petî setłî bîreke lejêr destî min da bû, minîş bo ame bê qisûr bûm, ewanîş tûře debûn û bexêsewe seyryan dekirdim, inca deyanwîst diłim nerim ken yekêkyan deyut:

- a řûłe ’ezîzegem, tû dêt xasîgîd wek nengid nîd ey teşte eram biř bike le aw.

- xas mîmî bes era tû piřî kem...

hawarî afretan berz debuwewe:

- era cam’ mał bawgide? doytege era ewene çaw derçîd? îse têm û le peld girim û fiřed deme naw bîrege hey bê xawen!!

- he... era tû cam’ege sibuẍ keyd? tû ḧesîr eray sînîd.? tû gizî deydelî ?

tû giłop eray sînî? tin penke eray sînîd? min babam eyane giştî eray sînd...

dî era newwide cam’ xoman. tû pare deyde karebaçî? tû qapîyegey sibûẍ key?

- wey wey wey wey - dayge qełeweged çwîn doytîg xistyese zewî weha ’alem bisuzind, kesîg nîye biçde banî û bardey û le pelî bigird û zwanî daẍ biked.

řûy dekirde afretekan û minîş yekser demut:

- hawar meke çenî ḧeyaszîd? ’eyb le xod nêkeyd jin git gewrayîgîd, xod qełewîd temaşay qing xod bike batmanîge.

- hî hî hî hî.

- he eger fire qise bikeyd îse segîg têrim û xemey naw bîrege, tupid, jin twam bad le bîrege aw bikîşd. ewîş beheřeşe mizgewtekey cêhêşt û witî:

- xas xom zanim key le ḧeqid têm.

řastîşî kird... řojêkyan taze le sertaş xane geřabûmewe, kabray sertaş herdû kezîye beqirdêlekemî neşêwand tenanet perçemî bo biřîm. minîş le serexo degeřamewe bo małê bo’ewey legeł daykim biçîne mîwanî. pałtoyekî surî tazem leberda bû, cûtê pêławî tazey «bata», leser pence deřoyştim newek quřawî řêgay berkewê û birîqey řeşêyekey têk biçê, lepiř le pencerey jûrî serbanekeyanewe setłêk awî çiłkawî kird beserma, kezî û perçem û bon û qirdêle û pêław û gorewî sipî hemû bepîsyayî û tokłe bayncan û xeyar û temate boyaẍ kiran.

hawarim kird, serî le pencerekeyewe derhêna û pêkenî û witî:

- hî hî hî hey binicge bała newtim ḧeq xom le lîd sînim?!! debçuwe lay daygid îse felaqed ked û ewîş xas le ḧeqid têd, uxey diłim israḧet kird... eye ḧeq ew setłe awes ke’ełałkyame pîd û ne’edayde pîm.

inca afretekan naçar debûn û destyan derkirde pařanewe û deyanut:

- hey daygekem. bûme qûrban ey çaweyle, ey setle eram piř bike, aş bikem wepî era miłałegan, le wirisgî mirin.

- yałła qey nêked, biçû ey setłe buwe û setłî tir bar dûcar deme pîd.

- bawgimîd, xom zanim ’aqłîd û diłd řeḧim dare wek bawgid era nêzanim, le swîreged gereg ewene hełhełe bidem erad ta quřgim wişk bûd.

afretêkî tir her beheman merayîyewe deyut:

- minîş ewene goranî erad çiřim... taxuda bîjd bes.

eylan û ew land kem řuḧim wequrband kem.

yekser ew xełke minał û afret le cam û setił û teştekanyan deda û beçepłe lêdanewe leser awazî em goranîye kirdyane hełła.

ey lan û ew land kem
pişîle wequrband kem
ey lan û ew land kem
segekem wequrband kem
ey lan û ew land kem
ḧuştir wequrband kem
ey lan û ew land kem
mange ḧwîle wequrband kem
ey lan û ew land kem
quleybanî wequrband kem
ey lan û ew land kem
xeregem wequrband kem

herke katî bangidan dehat û mela deng gewre emey debînî yekser deyut:

- wey wey, eye mał xudas ya tyatru xanes... eye çeken leyra? yałła dey gwî weřuḧ bawig û dayg û xawendan...? dey îse wey dare ser giştan şiknim... dey biçne deşt. aw nîye... aw bîrege wişk bîye. bes beş pyawegan û feqyegan ked... dey siktir bûn îse qapî cam’ besim.

hemu le tirsî mela deng gewre degeřaynewe małê... dayk û bawkî ew minałaney keçaweřêy awyan dekird, tuře debûn, minałekanîş xetayan dexsite ser mela deng gewre, ewîş ewende tuře debû lebatî «bang dan» bew denge gewreye cinêwî bedayk û bawkekan deda û deyut:

- minałegandan bî terbyetin... xodan bê şerefin!! yek şemme minałî têrin, dû şemme zigdan piřbûd!! ḧîz bawgîne, bizanin çwîn terbyet minał diryed. xû her ewe nîye minałdan bûd wek pişî û fiřey bidene meḧele... xuda bigirdedan.

’emî ’ebasîş leber mebestî taybetî xoy hemû xetayekî dexsite ser mela deng gewre û beçpewe hemûyanî ḧałî dekird kemela deng gewre lew řojewe jineke tełaq dawe şêtî jine...boye serî lê têkçuwe... egîna ḧeqî beser em xełkewe çîye... aw awî xwaye... seyr leweda bû xełkeke baweřyan be’emî ’ebas dekird, eger çî zorbeyan deyanzanî nek ’emî ’ebas tenya dirozne û fêłbazîşe, bełam her baweřyan zyatir be’emî ’ebas dekird û kemtir bemela deng gewre baweřyan dehêna.

***

amojnim bedengî nizmewe bemammî dewt:

- ey ame tilyak kîşe ḧeyay meḧelege birdîye!! xo kes nêwîrd wegelî qise biked, ḧeqe mezbete webanî binusryed, şar weder bikiryed.

mamim nek tenya wiłamî nededayewe, bełku becwanîş gwêy le qisekanî nedegirt, betaybetî eger qise leser ame buwaye wirde wirde amojnim dengî berz dekirdewe.

- îjim mezbete webanî binwîsnîn.

.........- - ta şar weder bikiryed û pen bûd, ḧeyay dunya birdîye!

.........- - tilyak kîşd... gişt qeçaẍçîyegan çine małegey doyteganî bînese...!

- hûs.

- ha? wetemay çeyd... tway çaw erad giř bide û jin erad peya biked? era nêzanim era natwayd mezbete leserî binusnîd?... era nêzanim era jin serî mang şeker û çay û řwîn û ard eray sînîdu beydey małegey, herçe dîrîn û neyrîn çide quřg ame...

carî birazaged gişt řujîg le małman çiştîg dizd û eray bed û, tinîş pare û şeker û çay eray nîrîd. ewîş desî keftîse naw řwîn wey pareye tilyak sînd û mest bûd û çe bade ser zwanî îjdey... gewra û bîçg nêzand, fire bî ḧeyas...

gereg beyanî mezbete binwîsnîd û biçne şurtexane û bîjne pîyan şarwederî biken.

- era çe kirdîye?.

- ha... çekirdîye? xas! twan dî çe biked? ha? her eyema ye karxane leyra bikedew... era nêzanim erad weşwîn jin gerdid?

- ey qiseye çes?

amojnim zyatir dengî berz dekirdewe.

- ha. ey qiseye çes? xod wenezan keyd!! era nêzanim ame era çide lay «mela ełła wêrdî»? era nêzanim xerîke cadû erad ken? era nêzanim wetemay dwêtegey fiłanîd?! ḧey tiř...! temaşay xod kirdîde? ’eynen mînîde meymun, weqed le’af xod pad dirîj bike...

- jinege tû.

- hus hus ’eybe... giçşitîg zanim. giçşitîg wetnese pîm.

- diru keyd.

- ha.

- carî tû îjîd weha nîye, gişt ’ałem weye zand, çwîn wa nîye?... wehas û zyadîş!. kî xełetnîd... min? hey tiř erad.

amojnim mammî tengaw dekird. serî lê deşêwand. mamim herke deywîst pêy biłê wa nîye ew ewendey tirî dexsite serî, ta řadeyek tawanî tilyak kêşanîşî dexsite pałî û pêy dewt:

- a tilyak kîşîg erad peya biked!

- doyte min cigareyş nêkîşim.

- ḧeqim nîye... gereg weban ame mezbeteyek binwîsiryed.

carî wa hebû tûře bûnî mamim degeyşte řadeyeg řuxsarî sûr hełdegeřa û muwekanî simêłî gîv debûnewe û becorêk çawî dadebzirgan kebnyadem lêy detirsa.

amojnim way dezanî em şiłejaney mamim manay eweye herçîyekî bîstuwe yanî řaste.

boye wa mamim řengî têk deçê û qisey bo nakirê... mamim naçar debû her katê bwaye leber em heraye małî becê bihêştaye bo derewe biçwaye û emîş maweyekî çakî bo qiseyekî amojnim deda û pêy dewt:

- ha... qiseganim tałe... ḧeqe çunke řeqe... era mał ame çîd? bifermû...

wek biłêy em kar û řûdawey małî mamim şitêkî asayî bû û tûřebûnekeşî satêk bû û lepaşan hemû şitê weku xoy lêdehatewe... tûmez hemû jinanî geřeg ewaney şewanî heynî berdî cum’eyan dehawîşt, ew afretaney ke’ame çakyan denasî hemû kobûnetewe û biřyarî eweyan dawe beher corê bê ame şar beder biken... ca bo em mebesteyan debê her afrete û mêrdî ya bawkî ya biray û amoza û kesukarî qena’et pê bênê û behemûyanewe karbikene ser muxtar. muxtarîş îmzay mezbeteke bikat. eger eme yekem car û dûhem car nîye em afrete «’aqił û sengîn û muḧterem giran û be’edeban»e. em core biřyare deden û hîç katêkîş neyantiwaywe şitêk biken!!!! ame zor bê bak bû... her bîrîşî lem meseleye nedekirdewe, çunke pêşekî deyzanî pêy nawêrin, boye bibuwe likî ser diłî zorbey afretanî geřeg!!

nimûneyekî zor seyr bû! le małêkda pyaw û kiçekan ameyan xoş dewîst û jinekanîş řiqyan lê debuwewe. pyawan kepşitigîrîy ameyan dekird leber ewe bû qisey le kes nedexwardewe. leser řwî xoy û becur’et û řastigo û netirs bû. kiçanîş bo mebestî taybetî xoyan. jinan ke řiqyan lê debuwewe detirsan jin bo mêrdekanyan bidozêtewe, ewende be hanay bêwejin û pyawî jin mirdûy xawen hetîw hatbû, layengirêkî zorî lewcore kesane bo xoy peyda kirdibû... carê afrete nezokekan, ḧezyan dekird şeytan bibînin nek ame... mergî ew belayanewe ewendey minał bunyan xoşî û dił newayî pê debexşîn. řiqyan le ame becorê degeşayewe û perey desend eger byanzanîba buwete hoy şukirdinî fiłane bêwejnî kiłoł... îtir ew afretane lenaw xoyanda bem core basyan dekird û deyanut:

- dek ame kûr bîd... wepen bîd... fiłane kesîş daydeşwî. ey kî kelpelegeman bişurd. ey kî nan eraman biked?... dek wepen bikiryeyd, gîsd buřn. îtir xu minałeganî fiłane kes nêçne bazař eraman. baqle nafruşin... ame bêse dełał, şuyeganman le řî derked û jin erayan xwazd.

em qisane wenebê le paşmile pêyan bûtaye, le řûy xoyda pêyan dewt, keçî ew hênde bêbak bû, ewende baweřî bexoy hebû, gelê car her gwêy nedegirt û xoy beserewe ne’ebird... beřêy xoyda řast deřoyşit... em bêdengî û bê bakîyey zyatir afretekanî dewrûjan û teqî pêdekirdin. zor ḧezyan dekird wełamyan bidatewe. keçî ew cwantirîn wełamî bebêdengî dedayewe.

***