6

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 38 Xulek  1192 Dîtin

dû hawsêy seyr małekanyan beqed małekemanewe bû, eger hera û fertene le geřekekeman da nebwaye ewa qîře qîř û heray ew dû hawsêyeman ew boşayîyey piř dekirdewe. le hemûy seyrtir ewebû paş hemû herayekyan herçî zelamî mizgewt hebû gwêyan lê debû û bo jinekanyan degêřayewe, wate zorbey geřekeke biçûktirîn heray ew dû hawsêyemanîyan dezanî û deyanzanî bo, we leserçî buwe û beçî geyştuwe!!, dû hawsêy karîkatêrî: yekemyan : hełac bû... gwêyekanî qurs bûn ta jinekey hawarî nekirdiba têy nedegeyşit, duwemyan fîter bû û jinekey keř bû, eger daway camê awî le jinekey bikirdaye ewa hemû nwêjkerekanî mizgewt gwêyan lê debû... paş hemû şeř û herayekyan «ame» bo aştkirdnewe serdanî herdû layenî dekird. dwa şewî řemezan bû... hemû le serban denûstîn kabray fîterî hawsêman hemû sałê beřojû debû û le cejna be’ereq řojuwekey deşkand, ew şewe letê şûtî nabuwe ser sitarey serbanekeyan kelegeł serbanî mizgewteke yek sitareyan hebû, hawarî dekird:

- fate... fate qeyçî eram bar, kullege, kemî dirîje řesêse zewî pîs bîye!!.

-.........

- fate çeqoge bar ey şamîye bişkinim.

-.........

- fate... fate fatig mastawege barkemî xway keme... xwa bineme nawî beyanî ’eyde tîngim nawid.

-............

- fate bew ey qeḧpe.

ta fate têdegeyşit kabray fîter ewendey deqîjand zorî nedema dengî binûsêt:

inca paş ewey fate têdegeyşit bemnige mingewe wełamî dedayewe:

- çes bîmese meymûn lejîr desd? çend des dîrim? çend pa dîrim? era jinîg tir naxwazîd?...

- hey «kûs pirêmz» letû zyatir min kî dîrim?,. bew lelam binîş.

- oy tûş wey řemezane!!.

- le hwîrd çî îmşew ’eyde?.

eme layek banî lay çepî serbanî ême bem heraye destî pêdekird... lay řastîşman, hawsêkeman helace keřeke bû, didanekanî pêşewey besîr deçû, le řemezanda beřojû nedebû, hemû şewê ’areqî xoy dexwardewe û řenge her bo mizgewtîş neçûbê... kesêk ger îşêkî pê bwaye ewa debwaye dengî berz bikirdayetewe, ta nextê ḧałî dekird qîr sipî debû... nacyey jinîşî yekê bû lew afretaney kewek dełên yekêkyan bo şêwandinî şarêk keme dwanîşyan zorin...

hewałî hemû jin û pyawekanî şar le gîrfanîda bû. deyzanî fiłane kes kuřî kêye û key û le kwê le dayk buwe û çend xizmî heye û xizmekanî çi îşê deken û çîyan heye û, çend mang carê ya ewan dên bo serdanî eman û ya eman bo serdanî ewan deçin. her ẍerîbeyekîş ger bihatayete geřeg, ewa êware demî «nacye» debuwe êzge û leser sê çwar şepol hewałî ew ẍerîbey biław dekirdewe. serbarî emeyş bekeyfî xoy û betexmîn mêjûy ledayk bûn û jin hênan û xetenekirdinî bo da’ena... nacye yekêk bû lew afretaney besat û řoj peywendî legeł ameda degořa. řojî wa hebû deçuwe pał naḧezekanî ame û yekser řołî serkirdeyî werdegirt û xwênî le kelleserî ameda dexwardewe û bem karey kesbî zorbey afretanî geřekî dekird.

satî waş hebû betenya bereyekî dirust dekird û bergirî le ame dekird û xoy wa denwand ke nwênerî şer’îyetî û ameyş nimûney mirovî mezin û dostî hejar û lê qewmawane û nabê kes bexrapî basî bikat... tûmez ame lem fak û fîke geyştibû û deyzanî nacye ke wadekat mebestî çîye... boye zorcar pêy dewt min xom qise nakem, to bo xot kirduwete xawenî em kêşeye?!!.

mebestekey nacye aşkira bû... ewîş ewe bû ke’ew jine wa řahatbû bebê hera û hurya û fertene nedeḧewayewe, herke deçuwe berey dujminekanî ame û xoy legełyanda deguncand, kołêk daxwazî taybetî beseryanda desepand, eger yekêk lew afretane bewrdî gwêy le qisekanî negirtaye û carêk diro ya buxtanêkî lê neselmandaye, ewa nacye yekser sengerekey xoy degořî û deyzanî hîç çekêk wek nawî ame karîger nîye. ca eger beser û bałayanda hełbidabaye ewey degeyand ke nyazî waye her bezîndûyetî byanxate çał...... ca bo’ewey zyatir ezyetyan bidat le xoyewe deyut:

- îmřo amem bînî îşêkî xêrî bedestewe bû!.

zorbey afretan le xoyan û mêrdyan dekewtine gumanewe û lem îşaretey nacye wa têdegeyştin ke îşî xêr manay jin hênan û jin xwastin û beşûdane... hemû deyanzanî ame lem karaneda destêkî dirêjî heye... zorbey bêwejne cil şor û nok firoş û nanewakanî beşû dawe betaybitî bew pyawe bêkesaney ke jinyan mirduwe û minałî wirdyan lepaş becêmawe...

nacye legeł em hełeweřê û buxtan kirdineyda, zor şitî lebîrdeçuwewe... herke cêgořkêy dekird û lenaw afretanda teşîy deřêst û bedem binêşt cwînewe qisey dekird ger nawê bihatayete naw ewa lebîrî deçuwewe keyekêk lem afretaney xizmî ewe, îtir le pêşîda basî řezîlî û bê ḧeyayî û eger qisekeyan ledem nebřîba, ewa dehate ser řewişt û bexoyewe nedewesta hî dayk û bawkîşî dehênaye nawewe. ger afretêk lêy řaperîba ewa yekser bê sê û dû deyut:

- bûme qurban xuda... eye çi qiseyîge, bîdese meḧamî bełaş xû tû ame řeş nîd leser feqîregan bayde cwaw!!. ey ame xeřg wesere îme qedrî nêzanîn we îmam ’elî kewşegey gişt jin ey şare têrizd.

em řisteye seretay şerêkî hezar barekirawî êwaranî geřekekeman bû. hêşta em şeře le çaw şeřî legeł helace geřekey mêrdîda her hîç nebû... betaybetî kepêy dewt:

- hey cirtige hey cił fiř.... dî bewe mał... tu qedird lelay kî hes?... bew kemî ḧurmet xod bigir û le ḧucregey xod binîş... hey aw řûşin kere bese dî, ḧeyaman tikya lenaw ’ałem ḧeya xoy çes qetreyîg awe... eger tikya...?!

ḧewşekeyan dû jûrî tyada hebû, jûrî yekem hî mêrdekey bû û jûrî duwehemîş hî xoy û her sê minałekey bû kebenawî goranî bêjekanî «mîsir» nawî nabûn. «kelsûm û esmehan û ferîd»!!.

hełacî mêrdî ke le îş - le małan - degeřayewe, deçuwe jûrekey xoy û pirêmzekey da’egîrsand... bedem goranî çiřînewe hendê tematey sûr dekirdewe.

êwaranîş awiřşênî serbanî dekirdu nwênekey xoy serdexist û legeł bulbulekeyda leserban bêdeng debû û xeyar û tematey bo bulbulekey pak dekird û ’areqekey dadena û gwêy le hera hera û qîjey nacye nedebû zorcar wa řêk dekewt leşeřêkî nacyeda polîs dehat û nacyeyan debird, mêrdekey nek xoy nedekirde xawenî, bełku neydewîst bizanê çî buwe û leser çîye û jinekey çî beser hatuwe. hawsêkan beřełłayan dekird... hendê carîş ame deçuwe lay «mecey qumsêr» û nacyey beřełła dekird, mece amey bedaykî xoy dezanî ewende řêzî lê degirt û şermî lê dekird ew her şitêkî bûtaye, mece řetî nedekirdewe. eger car carê le meseleyekî gewreda, mece desełatî nebwaye ewa ame pêy dewt:

- oẍilim mece swîtim ḧeramû ołsin .

mece her gwêy leme buwaye xoy deçuwe lay mi’awin û mudîr şurte, tikay dekird ta ame řazî debû.

daykî mece beser mecewe çûbû. bawkîşî qaçaẍçî bû. kuřekey dabwe ame, hemû mangêkîş parew ciluberg û pêwîstîyekanî bo cêbecê dekird. ameyş nek wek dayen bełku weku dayk bexêwî dekird... mece gewre bû, bawkî mird û ewîş buwe polîs û leber zîrekî xoy zû zû terfî’î dekird, bibû beqomîser.

herke nacye le polîs xane dehatewe, deykird behera û legeł mêrdekeyda heta beyanî neydebřîyewe... xełkîş neyan dezanî mêrdekey ewende keře û gwêy lew ḧemke hera û huryayey nacye nîye yan xoy lê keř kirduwe û nayewê bedemêda biçêtewe kenacye demî dekirdewe deyut:

- hey gewad... hey bî şeref... hey ḧîz... tû axir tû pyawîd? dayge qeḧpeged... xoşke gandereged... bira lutîyeged...

her’ewende dema بیگەێنێتە adem û ḧewa... le pał cinêwdanda bemêrdekey, cinêwî ew toy bew kesaneş deda kewa şikatyan lêkirduwe... îtir meger her nacye xoy bîzanîbaye çî dewt!!

mamim gelê car deywîst hełsête pê û biłê nacye, nîwe şewe û hîlakîn û demanewê bixewîn keçî amojnim neydehêşt û bemammî dewt:

- hûs hûs, ewe bas fiłanî ked... bûs carî bîla bizanîn çeyjid.

amojnim mebestî ewe bû zyatir xeber û hewałî nwêy deskewê. tûmez zorbey pyawekan heman nyazî mammyan hebuwe û jinekanîşyan weku amojnim mêrdekanyan dem kut kirduwe bo ewey me’lumatî pitir bedest bênin û paşeřoj bîxene kar.

***

êwarey řojêkî behar, beharî sałêkî bepît û piř bereket û piř xêr û xoşî, hêşta hetaw lenaw darxurmakanî ew dîwî ełwenewe tîşkekanî lenaw awekeda řengî dedayewe, masî girekan tořekanyan dernehênabû, hêşta melekan berew hêlanekanyan negeřabûnewe û leser em dar û ew dar bûn, xełkêkî zor bexawu xêzanewe... le řoxî ełwenda danîştibûn, semawerî zerd û qorî û mencełe yaprax û mîweyan řîzkirdibû... jin becya û pyawîş becya hełpeřkêyan dekird. dehoł û zuřnay ’ele sincawî û dûmełegekey se’e dewłçî û goranêyekanî xudadad û xule kelor têkeł bibûn, zerdexene û pêkenîn lence û goranî çiřîn le serdemî gewre biçûk û jin û pyawda bû, zorbey zorî dûkan dar û kasb karan destyan le îş hełgirtibû û dûkanekanyan daxsitibû û lem bezim û ahengeda bûn ke le xaneqî pêy dewtirê «çwar şemmesûre». ahengî ew çwar şemme sureye hergîz le yad naçêtewe...

le katêkda ew xełke ew aheng û xoşî û şadîye bûn lepiř karesatêkî dił tezên řûyda.

polîse swarekan hemîşe le ahengî awha le hemû çwar şemme sûreyekda amade debûn û neyandehêşt xełkeke şeř biken û beqsey xoş ya betêłła nawbijîyan dekird.

ew êwareye «xudadad û xule» goranî ewtoyan dewut û yek bo yekî desendewe û hemû ew xełkeyan mest kirdibû, be corê şayê û hełpeřkêkeyan germ kirdibû minałî dû sê sałe şanî heł’etekan, polîse swarekanîş beşdarî hełpeřkêyeke bûn tenanet hendêkyan serçopîşyan girtibû naw be nawîş le xoşyan teqeyan bo hewa dekird. le germey ew zemawende û şayloẍaneda le piřêkewe hawar û qîje hełsa....

- erê wełła mece qumsêryan kuşt!!.

şayî têk çû, buwe qełebałẍî û hełłayek seg xawenî xoy nedenasîyewe, ale û ser û bereda amey çemerî weku firîşte qût buwewe.

beher corê bû řêm bo xom kirdewe û seyrim kird ame serî mecey nawetewe ser řanî û dest beřûmetîda dehênê....mece gulleyekî karîgerî ber serî kewtibû her destibecê gyanî derçû bû û kesîş neydezanî ew gulleye le dest kê derçuwe.

ame becorê deylawandewe berdî detawandewe...ewende xoy kuşt û pirçî xoy řinîyewe ta bûrayewe....meceyan hênayewe û birdyan bo xestexane û sibeynê termekeyan daye destî amewe. katê ke bo gořistanyan debird ame legeł zelamekanda şanî dabuwe ber dare meyteke. her çende melay mizgewt û pyawe řîş sipîyekan lêy depařanewe û deyanut cayz nêye afret termî pyaw hełgirê bê sûd bû wek neyantiwanî nehêłn bête qebirsan êmey minałanîşyan bo dabîn nekirayn. min kewtibûme dway ame ewîş ferzî kirde ser pyawekan ke xoy daydegrêtewe naw qebrekewe û kifnekey řûmetî ladeda. bê sûd hewłyan deda ke nacayze û şer’ řê nadat, bełam ewey mebestî bwaye û qena’etî pê bwaye hîç kesê neydetwanî řêy lê bigrê...hemû şitêkî cêbecê kird. eger çî zorbey xełkî şar kewtibune dway termekeyewe û diłgîr bûn û bo em core mirdiney mece ẍembar bûn bełam zorbey afretanî geřek her le daykimewe ta nacye be mirdinî mece diłxoş bûn, nek leber ewey řiqyan le mece bû...mece nek kuřêkî zor çak bû, bełku xoşewîstîş bû. zorbey xełkeke xoşyan dewîst çunke çakey legełda dekirdin û be hanayan dehat.

hetaku qaçaẍ çêyekanîş řiqyan lê nedebowe, çunkî her qaçaẍ çîyekî bigirtaye be meḧkemey nedegeyand, bełku temêy dekird. afretan ke mergî meceyan pê xoş bû leber ewe bû ke ew le beynda çû îtir mezbetekeyan bo dekirê û ame şarbeder dekirê û kesîş piştigîrîy nakat.

***

- daye, daye.

-............

- çebî qisey wegeld kem era cwawim nêdey?

- çede?

- îmřu çîme bazař.

- ê.

- ew dukan dare nawî çes? nawî nêzanim wete pîm se’de şît.

- era?

- nêzanim her le xoyew.

- tû çe wetîde pî?

- hîç wegel dwêt hawsageman çîm, yarû taze barkirdines. daygî wet biçin řwîn bisînin.

- çend car wetmese pîdan neçin era bazař?

- ê xod era çîd?

- min jinîg git gewram, pyaw û ne’legem, çend car le guşd girdimes û wetmese pîd eger le mał derbiçîd xod zanîd!.

- ê çe bikem? tû le mał newîd, ewîş daygî hat û łałkyawe pîm daye gunaḧin, ẍerîbin, bîla řêge nîşanyan bidem çebûd xû kafirsanî nîye.

- era tû çend car bazař dîde ta nîşanyan bidey?

-............

- bîj.

-............

- ke wete pîd çe cwawî dayd?

- hîç, serim xistime xwar.

- era tirsyayd û serd xistîde xwar çekirdîde?

-............

- ha?.

-............

- bîj.

-............

- bîj netirs xû dar negirdimese desim çe wete pîd?

-............

- netirs řûłe.

- wete pîm memgid gewra bêye.

- ha!.

-............

- kame dukandar bî? ta biçim îse ḧeya û namûsî buwem lenaw bazař?

- xoman namusman çid!.

- era dizî kirdîmnes ya xîzî?. carîg tir eger eyane hatin wetne pîd biçîne bazař bîj daygim qebûł nêked.

- wetme pîyan.

- ê dî era çîd?

- wetin daygid tilyak kîşd era xoy ḧełałe, era tû ḧerame biçîde bazař?

- dû řuj nêwid wepay qedem şeřyan hatne se îre, carî min kesyan nênasim?

daygî wet ya bawgî?

- ne’ kuře gewrageyan!.

- ha...bijnef carîg tir pad le werdem qapî dernêçde deşt....famistê? îjme pîd eger eyaneş hatin cwawyan bide. famistê?.

- dwêke şew xeftibîm dwînistim kuçgîg le ban xanîyegeyan fiředa wey dîm. . xas bî serim neşkya îmşewîş kewiçk çay xiste ban serim!!.

- tû çekirdî?

- tirsyam û hatim le ḧewş xeftim!.

- dî leser ban nexef. řûłe...bew le ḧewş cîgebxe .

- ḧewşegeman fire bîcg û germe...eye key ḧewşe?

- wecîru cehenim çare çes? eger şewîg!! hîç... le xwar bixef û buře wey.

- pîrekeyş.

- çebî?

- - kuřey gey weranwerman.

- ê.

- we tîrkeman kuçgîg weşande qapîyegeman, xas bê neşkya, minîş çîm bizanim kîye? dwînim ça û eram hełtekind wedes eram îşaret ked û îjd.

- bew.

- ha! bawgid le mał newî?.

- belî....xeftibî.

- era xewer darî nekirdîd?

- tirsyam we xute xut cergim bixod.

amey hestyar û şareza ke wek derûn şinasê serincî hemû cûłe û řeftarêkî deda. deyzanî hîç cûłeyek le xowe nîye û pał pêwenerêkî heye û amancî taybetîş le paş ew cułedaye heye...ew nek her tenya le řûy agadarî û wirdibînîyewe mindałekanî xoy û dewruberî deparast û bes, bełku ewende wirya û leserexo bû, pakaney bedřeftarî bo hemû kesêk dehênayewe û dwa qiseyşî bem şêweye kodekirdewe hemû şitêkî debestewe be xêzan û geřek û bawik û daykewe. hîç katêk baweřî bewe nebû ke bedkarêk îşêkî çak bikat, eger îşêkî çakîş le dest bihataye ewe ame deyut:

- bizane mebestî çîye....ya deyewê ředî î’tîbar boxoy bikatewe yanîş berjewendîyekî nadyarî heye û xoy deybînê le pênawîda eme dekat.

kiçekanî ame daykyan zor xoş dewîst behawřêy xoyanyan dezanî û nek daykê ke darkarî kiçekey bikat eger řojê be daykî biłê.

- daye fiłane kuř çawî lê heł’etekanim...îşaretî bo kirdim.

daykîşî biłêt xetay xote û em qiseye bikate çek û le řûy kiçekeyda le naxoşîyekî biçûkda bekarî bênê. ya be bawik û biray biłê:

- kiçeketan leřê derçuwe.

ame minałekanî fêrî řastigoyî kirdibû, boye bebê tirs û lerz her şitêk řûy bidaye beřast û řewanî boyan degêřayewe... kiçekanîşî beserincî xełkeke nêçîrî çak bûn...

hejarin û hîçyan ledes nayet û duwemîş kiçî ame tilyak kêşin... boye hemîşe hewłî ewey deda ke neçne bazař. deşt û der neken...nek leber ewey baweřî pêyan nebû... bełku baweřî bew xełke nebû ke hemîşe le bareyanewe deyanut:

- gurg wirisgin...xuda nanasin....înca we feqîrîg wek ême çwîn řeḧim ken?.

eger çî ew derbestî hejarîyekey xoy nedehat û behîç corêk hewłî nededa barî jyanî xoyan bigořn, bełam car carê xemî bo hejarîyekey xoy dexward...ewîş katê ke hetîwê ya bêwejnêkî kiłołî debînî û neydetwanî yarmetyan bidat, tifî le hejarî xoy dekird...zor be hêmnîyewe gwêy le qisekanî kiçekey degirt ke řojêkyan ame zor nexoş bû pêy wit:

- daye.

- ha.

-çiştîg tir hes...tirsim bîjmey û tinîş.

- bîj.

- axir.

- bîjey řûłe netirs.

- nane wage nîye.

- ê.

- kuřegey hat û le qapîmanda. minîş çîm û qapîyege bikemewe ke nanegey daye desim...

- ê quřinicg le lîd gird?

- ne û des dirîj kird eram, twast desim bigird... twast qapîyege bikemew, wedes řasî zûr le qapîyege kird ta bikiryede û bade mał...

- ê tû çe kirdî?

- we zûr qapîyegeman wesam û nanege lelî sendim.

- xas kirdîd.

- a...im im...

- ha ’aferîm řûłe . daygid we qurband bûd bes nîye xuda qwet daye pîd û eqłîş...ew seg bawge her xas bî pał we qapîyege neda û byatade mał û dî...

......... - - era xoşkegand bang nekirdîd? xû gişdan qapîyege...

- axir tirsyam...ew se’ate łał bîm... le piřûk çîm.

- le pirûk çîd? xas ḧeq ey kirdeweye lelî derkem. bes key...xom zanim... key û çe bikem?

- wet çeqłe era tû fire cwanîd? tirsîde ban xod?

- hawar kird?

- a....

- meḧele ge jineftin?

- ne nîweřû bî... bes şirûb firûşege lewra bî... duyaxir şirûb firûşege le qapîda...twast nanege bidede desim, bes tirsyam bikemewey nek carîg tir bad.

- xas kirdîd.

- pare nedame pî. îse îjde daygî pare nedane pîm.

- gûş metkin. parege xom demey... daygî derwen nêwid... jin xasîge... bes kuregey beyanî xom zanim çekeme pî.

- ḧeyaman nêçd?

-..................

- ê beyanî zibîlege çwîn biřşinim? zebalegeş.

- key?.

- zebalegeş hem....

-bîj řûłe ew seg bawge çekird?.

- pîreke zibîlege řişanbîme naw tenekege û le werdem qapî nabîmey û zwî qapîyege wesam.

- ê.

- dwêke qapyege kirdeme û ta tenekege barme naw dwînim zibîlege heł negirdîye.

- ê îmřû çekird?

- min zibîl îmřoş fiře dabîme nawî. tumez zibîlege fire bîye û le tenekege keftîse zewî û řişyaye.

- ê.

- da le qapîw kirdimey. dwînim xoy û kenasege temaşay yektirî ken.

- ê.

- hem wek kuřegey nanewage bes eycare qîje dam, xoşkegem hat...demim besan.

- ewan çekirdin?.

- we dirû des kirdine hawar kirdin:

- çes ey zibîle? eger...beledyey hat û îme gird? xu le kar derman ken...xawen mał û miłałîn.

- ha....eye giştî le dił xod şardîdesew û newwitîde sepîm .

-.......era?.

- tû newtîd siřdan qaym bûd?

- řûle wegeł ’ałem siřdan qaym bûd...bes era min giştî bîjin, neşar newey...çunke îwe nîzanin min çwîn le ḧeqyan têm.

- le ḧeq çend kes bayn?

- bîj.

- ne... eger xom bitwanim le ḧeq ey meḧeleye giştî têm, bes ax û dax ẍîretim qebûł nîked...we jidanim řêge nêded... daxege her le dił xom hełgirim.

- daye bîj min le kuř nanewage tirsim le kuřekey weranwerman tirsim. le kenas û zebale geş tirsim....çe bikem?.

- netirs.

- çwîn?

- beyanî xom le qapî nîşim û nanege le desî sînim û zibîlegeş deme pîyan.

- ey dû beyanî?...ey sê beyanî? tûş her le mał nênîşîd.

- hiş...heqid lemin newud, min xomzanim çwîn le dereqetyan têm...

- çekey?...şikat keyde ban beledîye we ban zebalegan mudîr beledîyeş?

- çe ? ewe çekird?...

-............

- bîj...

- hi’e hi’e hi’e hi’e hi’e.

- bîj netirs çekird?

-............

- îjim bîj ye’nî bîj.

- axir yekîge dwane hezare?

- ḧeqid newud ewe çewet? çekird?

-............

- rûłe wetme pîd netirs ewe çekird? xû çekeme pîd? hîç nêkem... xûte xût nêkem... řûłe netirs... dey bîjewey... dey.

-............

- ey...?.

- ha ha... biçûd şikat bike banyan le lay xuda.

- he...hîç nêkeymin...şikat lelî nêkem...xom çaret kem... bes we xoşgegand hîç neyj ha famistî?

- çwîn ? era?....tû newe tîde pîman gişdan pişt yektirî bigirin?!!.

- ha ê...qey nêked, gûş metekin...metirsin le çaw ’ezawegan min ’ezaw îwe hîç nîye... řûłe ey karane zwî çare kirîd. bes kar leye gewra tir hes ke çare nêkiryed.

- wek çe...?.

- wek çe? wek mirdin?.

- era ḧez key îme bimrîn?

- ne mirdin!! kes fikir nêked ke mirdin hes...ey ’ałeme giştî eger ban û fikir biken ke mirdin hes, hîç kirdewey xiraw nêken...kirdewey xiraw û xas çwîn ferqyan keyed? řeş le çermî?...şew le řuj?.

nêzanim îwe...gunaḧîk kirdim ke şwî kirdim û îwe hawridme ey dunyaye...bizanistam şwî ne’ekirdim.

- era daye le îsewe teḧne deyd le lîman?.

- nedaye ne...îwe le zwan min nêfamin, swîç xome... a swîç xome. giçşitî swîç xome.

- era daye çe kirdîde? serkî biřîde?

- ser? ser kes, řułe min, ser kes nêwřim.

- bes çede?

- axir eger binîşim û qise aradan bikem qiseganim xełas nêwin û minîş nêtwanim ew ’ezawane ke xomey îwe bixoney era řujîg le řujan le min nepirsîn daye era çe tilyak kîşîd?

***

kuncekey ame her çende biçûk û pîs û poxił bû, řengî hemû dinyay dedayewe...le bize û xoşî û pêkenînî řastî ta xewnî ałuz û azar û firmêskî germ û ew peřî soz û xoşewîstî tyada bûn...eger be çawêkî xawênewe seyrî her tifaqêkit bikirdaye...ewa hemû şitêkî řengî dedayewe bo nimune:

serînêkî de dwanze řeng û her řengey parçe kirase konêkî û bedes pîne kirawe û kirawete berge serîn, lew serîneda sedan diłope firmêskî germ û sedan xewnî xoş û asûde û hêmin, sedan bizey fênk û xemî coraw cor cêyan bo xoyan kirdibuwewe...

herweha hemû tifaqekanîş bem core bûn. kuncêkî nizim debwaye hemû řojê kiçekanî becam û setił çiłkawî ḧewşekeyan derdaye, serbanekeyan bê sitare bû. dergay ḧewş...çend tenekeyekî jengawî bû dirabûne dem yekewe, behendê textey řizîwwewe cêgîr bibû... le dîwî nawewe bizmarêkî gewre zincîrêkî jengawî beqedewe bû û....

dergakeyan pê kilîl deda...eger car car řeşeba hełîbkirdaye...ewa řeşebake xoy bedergay małî ame taqî dekirdewe û deyşkand baranîş le ḧewşekeyanda gomî debest...eger kesê le barane řojêkda biçwayete małî ame û cizmeyşî lepê buwaye, ewa ta ejnoy deçeqîyewe naw quřawekewe... emeyş yekê bû lew nihênîyaney kem kes boy şî dekirayewe ke ew boçî hemîşe pêy petîye....şewanî zistan û hawîn ḧewşekeyan û ber dergakeyan mołgey çî segî xwêřî ew nawe bû... mam řiḧmetî mêrdî le serdemêkî zûda ke be pas qemere deçûn bo ḧec, carêk çûbuwe ḧec û pêyan dewt «ḧacî bîsmîlla» be corê basî ḧecî dekird hemû xełkeke kewtibûne gumanewe û baweřyan nedekird ke ewey boy çuwe ḧec buwe...

hemû carê le hemû şwênêkda qisey dekird... hergîz gwêy le hîç qiseyek nedegirt. giring ewe bû xoy qise bikat, le hemû şwênêkda bem şêweye basî ḧecî dekird.

- bequřim girt... ya xwa dujminîşim řêy nekewête ḧec... xo řêgakey her nabřêtewe...

seḧrayeke binî nîye... penca řupyem xerickird, keşîdeyekim kiřî. fire dû’am bo ehil xaneqîn kird, we tûřeyîyewe zincîrî merqedekem řaweşand witim:

- ya risul alilh... twam her dû çawî kûr bikeyd... řisway bikeyd we pen dûnya û qyamet bikeydey.

eger yekê lêy biprisyaye em dû’ayet le kê dekird, yekser deyut:

- xoy zand.

mebestî ewe bû řesulełła xoy dezanê.

berdewam debû leser qisekey û deyut:

- bîs fatîḧe ara bapîrim «bawe nwîr» xonistim yek řûpye we řûy xuda û mewlud pêẍember (sełłełla ’eleyhî weselem)...kirde xîr.

seyrî dewrberî xoy dekird be tuřeyîyewe deyut:

- eye çwîn zemanîge bizanim kes nayjid (sełłełla ’eleyhî weselem) kafirin, xu busłimanî her nemayes... ey kafre bê dînegan... ne swîç îwe nîye...giştî swîç ’elmodegane û îwe kafir bîne...

xełkekeyş bebzewe deyanut:

- sełłełla ’eleyhî weselem.

ḧacî bîsmîla zor diłî xoş debû... leser yek deyut: ’umir dirîj bûn.... xuda îman bidede pîdan...kuřim ey ’elmodane ’elamet axir zemane... giştyan zûłe şeytanin... le ceweł «qaf» hatnes...geřeg řecmyan biken... le ḧec min řecim şeytan kirdim dek wene’let xuda bûd.

dîsanewe řûy le xełkeke dekird û em bêdengîyeyanî bedił nedebû... xełkekeyş tê degeyştin ḧacî bîsmîlla çî ewê, hemûyan beyek deng deyanut:

- wene’let xuda bûd şeytanî řecîm.

supasyanî dekird û dûbare du’ay ’emir dirêjîy bo dekirdin û berdewam debû le qisekirdin.

- ceweł ’erefat «dek řuḧim we qurbanî bûd» (way dezanî ’arefat nawî pêẍemberêke) ewene berze, ewene berze, meger her xudaw ḧezret ’arefa bizanin...

çenî berze...ew cewełe mubareke «ruḧim we qurbanî bûd». eger yekêg le gwêgrekanî bwîtaye «amîn» ewa ḧacî bîsmîlla bênc deqîqe du’ay bo dekird:

- ’imir dirîj bîd kuřim... înşa’ełła cîged cenet alin’îme...xuda îmand bided... sed řeḧmet lew dayg û bawge...qewryan piř bûd le nwîr... înşa’ełła kuřim le şeř şeytan xuda dwîrd bixed... ley ’elmodane dwîrd xed... le ceweł ’erefat çwîn era ser ew bîrey ḧezret îbrahîm lew seḧraye hełîkendîye....

dîsanewe bê dengî xełkekey bedił nedebû, xoy leser yek deyut:

- ḧezret îbrahîm (ceddim we qurband bûd).

demuçawî ḧacî bîsmîlla degeşayewe...

- ê... şeytanî le ’în řecim kirdîn... ḧeceril eswed maç kirdîn... nimaz cum’e û cema’et kirdîn... hatînewe.

řengibê gewre û biçûk, jin û minałî xaneqîn hemûyan zyatir le sedcar em qisaneyan le demî ḧacî mêrdî ame bîstibê... gwêy le qisey kes nedegirt.

mebestî bû bizanê çî heye û çî nîye... destî bo heriştê bibirdaye yekser bîsmîllayekî dexsiteser, le řojêkda zyatir le hezar bîsmîlla beser demîyewe bû...

boye nawyan nabû ḧacî bîsmîlla... xełkeke deyanut:

- ḧacî xuřûf bîye... ewey basî dekat ḧec nîye... îmamêke le îmamekanî ew xware.

ḧacî le ame zor detirsa...leher şwênêk danîştiba, eger xełkeke bêzar bûnaye ewa bedro deyanut:

- erê wełła ame hat.

ḧacî bestezman serî lê têk deçû... gelê car kiłaş ya çerx ya tezbîḧekey cê dehêşt û bedzîyewe řay dekird. paş yek dû se’at bedze diz nizîk debuwewe, hewałî kiłaş ya tezbîḧ û çerxekey depirsî... eker řêk bikewtaye ḧacî û ame betenîştî yekewe bwestaban ewa dû şitî ewende cyawaz û dij beyek derdeçûn weku hemu xełkî deyanût: maşa’ alilh le qudret xuda.

ḧacî bîsmîlla le qamîş barîk tir bû, ewende dirêj bû bo hermałê biçwaye, nîw metir serî dadegirte xwarewe heta le dergakewe deçuwe jûrewe, řîşêkî tengî sipî weku befir xoy bezor beřuxesare lawazekeyda hełwasîbû, dişdaşeyekî sipî pak, dû keşîdey paktir yekê bo serî ewî tirîş deybeste piştî... cutê kiłaş...

gîrfanekanî piř bûn le tebaşîrî sipî... kiłaşekanî pê boyax dekirdin, tezbîḧêkî dirêj weku milwanke bemlîyewe bû... ewende peřûy sewzî bestibuwe ser destekanî, ewendey tirîş dû’a û nûşte be qołîyewe bû... hemîşe çawî bekil deřişt. didan le demîda nemabû. taqmêkî didan hebû be munasebat deyxiste demî hemîşe deypêçaye çend peřoyekewe le gîrfanekanî daydena, le yek katda dû sê kasbîy dekird: yekêkyan serekî bû, ewanî tirîş le pał îşekeyewe bûn: sebeteyekî hebû hemîşe kay sipîy têda dadena û hêlkey dexsite naw sebeteke behemû kołanekanda desuřayewe û hawarî dekird:

- xaye, xaye, xaye.

xełkeke deyanut:

- hemû şewê ḧacî bedem xewewe dełê:

- xaye, xaye, xaye.

eger yekê sê hêlkey bwîstaye neydehêşt dest bixate naw sebetekeyewe. xoy be espayî û be bisim alilh... sê hêlke û sê bîsmîllay dedaye... eger řub’êkî bidabaye ewa kîsey paregey le baxełî derdehêna... deykirdewe û deyut: bîsmîlla.

parekey têda dadena û deyut bîsmîlla...çenî wirdey bikewtayetewe ewa deyut: desd bar bîsmîlla eye... ey...bis...bis...bis...mî...lila.

dû kasbîyekey tirîşî ewe bu êwaran ’arebaneyekî biçûkî hebû be kołanekanda desuřayewe çeqo û meqestî tîj dekird û car carîş betaybetî le řemezanda leber çayxanekan dû sê sînî paqlawey dadena û be «bisim alilh» we deyfiroşt, xełkeke ḧacîyan xoş dewîst . emîş le hemûyan zyatir amey xoş dewîst û lêyşî detirsa...lem dû sê şite zyatir hîçî nedezanî:

hêlke: çeqo, qeyçî, paqlawe, ḧec û ḧezretî îbrahîm û ḧezretî ’arefat!!.

maweyekî zor gewre û biçûk deyanbînî gałteyan pê dekird, çunke řojê bedzîyewe çûbuwe lay melay mizgewt, nîw dînarî pê dabû ke fatîḧey pê řewan bikat, melayş herçîyekî legeł kirdibû, bê fayde bû, pêy witbû, hemû řojê sed car dûbarey bikewe... ḧacî «bisim alilh» legeł hêlke û bîsmîllayda be dengî berz û benařewanî fatîḧay dexwêndewe le xełkeke aşkira bû ke fatîḧa nazanê xełkeke pêyan dewt.

- ha... ḧacî le ḧec era bapîrd bawe nwîr çend fatîḧa xonistî?.

.............- - ha ḧacî?

***

ame û ḧacî û sê kiçekey lew kunceda bûn ke jûrêkî gewre bû be lêfey kon kirabû... dû jûr yekêkyan ḧemam û metbex bû, zexîreşyan têda dadena, ewî tirîş herweku em wabû... tenya ewende cyawazîyan hebû yekemyan kemtir bonî řon û pyaz û sabûn û kemtir dengî peremêz û teqe teqî qap û qaçaẍî lêwe dehat... kiçekanî ame nawyan se’dîye... hendê xêl bû ne le ame deçû ne le ḧacî, genim řeng û bała berizbû, temenî bîst sał debû, zor pak û temîz bû cilî kurdî leber dekird û fote û çerẍetîşî beserîyewe debest gencekan deyanut:

- xozge kiçî ame tilyak kêş nedebû.

duwem su’ade... temenî şanze sał bû heta sêy seretayî xwêndibû, cwan bû, sêhemyan nawî wecîhe bû... pêyan dewt weceke...leyek katda le ame û le ḧacî bîsmîllayş deçû... qełew û esmer, dem û liç esturî bałaberz, ame le geł ḧacî bîsmîlla û sê kiçekeyanda jyanî împiratoryaney hêmin û bê gîrugirift û asûdeyan beser debird, řastigoyî û xoşewîstî lenêwanyanda wek şemał baweşênî mandûbûnyanî dekird û areqî şeketîyanî desřîyewe, ame hestî bewe kirdibû ke herçî û perçî hen be dewrî se’dîyey kiçî da dên û deçin, bełam her be guman bû, deywîst beher corê bê şitê, qiseyek bedest bênê bełam baştirîn şitê belay amewe ewe bû le demî se’dîyewe şitê bibîstê.

se’dye tenya be îşaret le daykî geyand ke çî buwe neywîst pêy biłê:

- dayke... mangê lemew ber, kes le ḧewşekeda nebû, dinya zor germ bû, cilim deşord. betenya be jêr kirasêkewe le tenîştî borîyekewe danîştibûm wirde wirde bedem îş kirdinewe goranîm deçřî... le piř dergay ḧewşe kirayewe, řeḧîme keçełî newt firoş hate jûrewe. min zimanim besra ewîş çawî çuwe tewqî serî. ta çend deqîqeyek hîçî newut û minîş hîçim pê nekira... nemzanî çon xom dapoşim... nem wêra hîç biłêm... bebêdengî le cêgekey xomewe serincim deda û ewîş nazanim çî le serincekanî dadebarî, dergay ḧewşeke her kirabuwewe, řeḧîme keçeł nizîkim buwewe pirçekemî girt wîstim hawar bikem nemdetwanî zimanim le go çûbû. hełîsanmeserpê, wa bizanim hendê qisey kird, nemzanî çî dełê, minîş hendê şitim wit, xoyşim nemzanî çî dełêm.... destî girtim û řaykêşame ber dergay ḧewşeke, dergakey best henase biřkêy bû, lepiř weku diřindeyek pałî pêwe nam leser pişt kewtim, bedestesřekey tund demmî best, hîç hêzê le leşmida nemabû, her çende hewłî ewem deda bergirî bikem hemû endamekanî leşim... zimanim tûşî îflîcî hatbûn, jêrkirasekey bermî diřand xoy xiste serim, letaw êş û azar zimanim kirayewe û hawarim kird carêkî tir qîjandim, kenaseke beşan dergakey kirdewe hate jûrewe řeḧîme keçeł ḧepesabû... detirsa, kenaseke hîçî newut...bedestî çepî hełî sandimewe, destî řastî le xwênekem werda û beser û çawî řeḧîme keçełîda hêna... hendê şityan wit... nazanim çakim nedebîst û têy nedegeyştim...kenaseke be espayî kirasêkî bo hawîştim û witî:

- dwêtim qey nakat.

řeḧîme keçełî newt firoşî be pałepesto derkirde derê... pełe xwêneke leserî zewyekeda golî bestibû, her seyrim dekird cilekanim herwa lew naw teştekeda mabûnewe... ḧepesabûm... azarim zor bû û le piř wecîhe hatewe... seyrî kirdim zanî şitê buwe, herçîyekî lê depirsîm nemdezanî çî dełê û ke wełamîşim dedayewe nemdezanî çî dełêm... her çonêk bû xomim girt... nemwêra qise bikem... kesîş bêcge le řeḧîme keçeł û kenaseke bew meseleyey nedezanî... paş dû řojî tir řeḧîme keçeł peyda bû... heřeşey lê dekirdim detirsam... nemdezanî çî bikem... îtir řoj be řoj hawřêkanî dehêna û firsetyan dedozyewe herke kes le mał nebwaye dehatne jûrewe bezor, be heřeşe û wiguřeşe eyantirsandim minîş naçar... ey hawar dayke biço bo lay xwa şikat bike... miraqbî beledîyekeş řeḧîme keçeł hawirdî wû.

se’dye yek dû car wîstî be dûrudrêjî em base bo daykî bikat... her neydewêra... ta be îşaret têy geyand... ew êwareye paş ewey ke zor şitî bo ame gêřayewe, ame řengî zerd hełgeřa....nexoş kewt, se’dye diłî zor pêy sûta.

ew biřyarey ke hemû řojê deyda û deywîst encamî bidat, bełam tirs řêy lê degirt ew řoje leberdem dayke nexoşekeyda biřyarekey encam da bewey be dizîyewe şûşeyek newtî kirde serî xoy, çuwe naweřastî ḧewşeke û şiqarteyekî le xoy da û giřî girt ta xełkeke firyay kewtin se’dye buwe xołemêş. ame ewende be kuł û soz firmêskî bo deřişt her weku ewey pakaneyek bo jyanî xoy nemabêtewe û be dewrî ew xołemêşeda desuřayewe û çawekanî weku dû bilwêskî serbanî małe hejarêk le jêr baranî zistanda, awha firmêsk le çawanîyewe be bêdengî dehatne xwarê, ame be diłnyayîyewe deyzanî se’dyey kiçî bo çî xoy sutand. deşîzanî debê řojê her xoy bikujê, çunke ew řojey se’dîye be îşaret zor şitî têgeyand, ame neytiwanî bergirî lew jan û azarey derûnî bikat û xoy pê negîra û nexoş kewt û řenge esmerekey weku lîmo zerd hełgeřa... nek tenya se’dye bełku su’ade û wecîhe û ḧacî bîsmîllayş ewende ameyan xoş dewîst amade bûn lepênaw satêkî selametî û kameranî ewda xoyan bext biken... ameyş emey zor çak dezanî bełam çî bikat... her ewendey le dest hat, diłî kiçekey bidatewe û hewł bidat nehêłê xefet bixiwat ca kê hebû beramber karesatêkî awhada diłî ame bidatewe? ewa diłîşî dirayewe be çî eçêt û paş çî?!.

ame û ew hemû kwêrewerê û birsîyetî û derbederyey le pênawî abřiwî xoy û mał û mindałekanîda dekêşa, ke abřûkeşyan çû îtir diłdanewey çî... ame ḧezî dekird beher corê bê biřu byanûy ewto bidozêtewe ke se’dîye tê nagat leber ew karesate nexoşe, boye bedro bese’dyey dewt:

- doytim sermam bîye... xas xom nepuşîme... qołinc kirdime.

deşîzanî se’dîye baweř bem qisaney nakat û çawîşî beřûy daykîda hełnayet...

ewe bû hîçî tir xoy pî negîra û biřyarekey bew core becê hêna... se’dye deyzanî le paş mergî xoy daykî zyatir ’ezyet dexwa bełam bewe diłî xoy dedayewe (xas bî xo min çawum le lî newî) deşê butrê:

kuştin le pênawî nebînî azarî dayk û bawik binaẍey xo xoşwîstin û xoperistîye, giring nîye azareke heye yan ne. giring eweye hestî pê nekirê her boye se’dyeyş ew sîfetey wergirt ke ame bedewrî xołemêşekeyda desuřayewe û bebêdengîyewe firmêskî deřişt û deyut:

- se’dîye doytim xo perist bîd xo pers bîd.

kesê lew xełkey ke hatbûn agirekey se’dye bikujênnewe lem řemze tê nedegeyştin, boye her yeke le astî xoyewe çend diroyekî dexsite ser řûdaweke û deyanut:

- twast kel pel bişurd û neft kirde naw birêmzege neft kefte ban şewîyegey era ewe suzya... yekêkî tir deyut:

- wus bin.... îmanman çid... dwêtegey gan eya.

yekêkî tir.

- xuda qebuł nêked doyt xasîg bî.

yekêkî tir:

- twastin we zûr bideney weşwî!!.

- doyte geyan fire birsî bî... nanyan newî ame her xerîk tilyakkîşan bî û doyteganî yek leyek xirawtirin....!!!

- newe îmam...ame jin xasîge... دۆێتەگەیشی doyt xasîg bî.

- nebawe îjin se’dîye zigî piřbî!.

- wey wey heywe şêre... xu kafir bîn.

- îjin ame xoy...!!

- ne’îjin fîkarey tilyak bîbî.

- erê îwe era le xuda nêtirsin?.

- xiraw newetîmne ’alemege weha îjd.

- ’eybe ’eyb.

- îjin se’dye û kuřegey fiłanî desyan wegel yek têkeł bî şew û řuj ’aşiq bazî ekirdin, swar dîwaregan ewîn eye çes ey surtige ey herzeye ey ciłfire.

- astiẍfira lile gunaḧî wemil.

- îjin se’dye bêbnedî xuda zand gunaḧî newud, tif tif tif dibîlneman bes buxt we dwêt ’ałem bikeyn.

- se’dye.

- se’dye.

em qisane lew kateda leber çaw û gwêy ameda dekira, ame gwêy le hemû şitêk bû... bełam key wextî eweye wełamyan bidatewe, hendê afretî xêrewmend ew xołemêş û êsqane sûtaweyan ko kirdewe nayane naw hendê peřowe!!.

- çonî biben bo gořistan beçî kifnî eken?!.

- bîla naw xuda barîn.

beher corê bû xistyane naw gwênîyeyekewe ame we pêş zelamekan kewt. le tenîştî qebrekey micey qomîserda çałêkyan bo hełkend û buwe gořî se’dye, mirdinî kesî ’ezyet neda. ne meyt şor, ne kifin, ne teneşûr, ne tabût û ne dewanze zelam hełîbgirê bo qebirsanî bibat, mirdinêkî seyr... herçî azar û janî se’dye hebû legeł cesteyda buwe xołemêş...ta yek dû řojê ame ewende nexoş bû, kes neydebînî... ew jinaney ke naḧezî bûn û bo tûře bûnî deçûn bo te’zîye degeřanewe û deyanut: «ame le şermana xoy şarduwetewe». ameyş legeł bê dengî xoy û azarekanya lenaw nwênî meynetîda bedem nexoşîyewe wiřêney dekird...

- dwêtim lay xudaş şikat nêkem.

***