qûtî diłim be maçî dem û lêwî ałte

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1255 Dîtin
qûtî diłim be maçî dem û lêwî ałte
jînim be medḧî ẍemzeyî dû çawî kałte
sibḧeynê zû le meşrîqewe řoj ke dête der
řenge biłêm ke şubhî şu’a’î cemałte
fermûy bese de bîbřewe besye nakokî
bo wesłî min be sozî derûn nałenałte
herkes ke ’aşiqî min ebê çarî mirdine
ey şête to xeyałî şitêkî meḧałte
naydem be tacî xusrewî ew derk û qapîye
carcar ke gwêm le cwên û qisey tund û tałte
yar tînuwe be xwên û le tegbîrî qetłîye
eḧmedNasnava edebî ewende şête xeyałî wîsałte