qûtî diłim be maçî dem û lêwî ałte

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1256 views
qûtî diłim be maçî dem û lêwî ałte
jînim be medḧî ẍemzeyî dû çawî kałte
sibḧeynê zû le meşrîqewe řoj ke dête der
řenge biłêm ke şubhî şu’a’î cemałte
fermûy bese de bîbřewe besye nakokî
bo wesłî min be sozî derûn nałenałte
herkes ke ’aşiqî min ebê çarî mirdine
ey şête to xeyałî şitêkî meḧałte
naydem be tacî xusrewî ew derk û qapîye
carcar ke gwêm le cwên û qisey tund û tałte
yar tînuwe be xwên û le tegbîrî qetłîye
eḧmedPen name ewende şête xeyałî wîsałte