baw û bapîrman be amojgarî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  848 Dîtin
baw û bapîrman be amojgarî
pêyan egutîn be řast û dyarî
řołe çawî pîs wek tîẍ kar eka
zor pencey behêz kołewar eka
ke çaw be małî kesê hełdênin
berdî binçîney le bin derdênin
ḧakmî «baban» çareyan dîwe
zor çawî pîsyan ke hełkołîwe
herwek çawî pîs be tecrubeye
negbetî û şûmîş zorî bo heye
negbetî le çwar çişta bînrawe
êstayş ew çware şûmîyan mawe
yekem wiłaxe, ke wa hendêkyan
şûme û zererî zore bo însan
duwem xanuwe ewîş me’lûme
hendêkyan řizqî tya nîye şûme
sêyem jin, ke pêy be mêrd nakewê
xoşî nabînin pêkewe şewê
çwarem pyawêke, ta biłêy ’aqił
le îdareda zorzan û kamił
keçî emende negbet girtûye
destî her kesî bo bê xistûye