bed kirdarîman hênde xest buwe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  715 Dîtin
bed kirdarîman hênde xest buwe
ke pêy pyawetîy têda pest buwe
çak û xirapî buwe be hewes
hîç kesê nawî çak nada be kes
em tekapoyey ehlî dinyaye
ya le tirsaye, ya le birsaye
nayşizanin ewey ke lêy etirsin
geyye řojî xoy lêy naxelesin
xo dewłemendîş dawyete berî
boyekî ewêy ke to boy berî
dîwexananîş xo amuşoy naken
zortir ẍeybetî biray tya eken
bereket êsta «poker» le nawe
řêy qise û basî ẍeybet biřawe
bełam ewîşyan kirdiwe be qumar
serit nesûtê lêy nabî řizgar
emaney kewa lêy belese bûn
hî bê îşîye û mil le çeqo sûn
eger îşêkî bû nanî tyabê
kes dexłî beser kesewe nabê
egîna kest bo nayete dê
bo xurma, ker şwên «cecał» ekewê