ewendeyan gut baran nabarê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  971 Dîtin
ewendeyan gut baran nabarê
ta derkî «kunde» berbû be carê
katê ke «xele» le «xermana» bû
feqîr û hejar le firmana bû
kundey serewjêr kirdye řehêłe
çira hełbiře û xerman cêbêłe!
pêyan egutîn ke bê îmanin
dest le karî xwa meden nayzanin
ḧîkayetekey xidir û mûsaye
hemû karî xwa siřêkî tyaye
xêr ême ełêyn wa nebê wa bê
bo emey karî xoman řewa bê
dehełciřingên lem karaneda
barane biłên, lem baraneda
xo biřûxêşman hêşta le bîre
beser xomana tepî em bîre
neman ezanî ke be berduxê
bîrî newtî kon wa zû nařûxê
ême îmanman ebê be xwa bê
ke [bê îman] bîn lay ewman nabê
ayînî îslam çî lê çatre
etewê pyaw bî dînit řagre