afretî zigpiř ke jan eygirê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
978 Dîtin
afretî zigpiř ke jan eygirê
way lê dê hîway le gyan ebřê
hawar ekate şexis û pîrekan
ełê dexîle bimgenê aman
eyşiłê tobem bê îtir hîç şewê
laqim le laqî mêrdim nekewê
ke řizgarî bû carê le řawê
ḧewte ḧemamî be wişkî nawê!!
qumarîş waye ke bîdořênê
way lê dê îtir parey namênê
hezar swênd exwa, tełaqîş bawe
ke îtir qumar neka ta mawe
her ewendeye ta egate şew
nanî pê naxurê eřwa be serřew
le her şwênê bê pare esênê
kewte koř eweyş zû edořênê
derdêke qumar ke bê dewaye
keçî lay hemû ’alem řewaye
însan le «zîna» û «şerab» têr exwa
qumar heta bê şêtgîrtir eřwa
caran be qanûn memnû’ bû qumar
êsta be řesmî hatote řûy kar