hendê be pîrî axir şeř ebin

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  841 Dîtin
hendê be pîrî axir şeř ebin
fêrî geř ebin, ewsa keř ebin!
hendêkî tirîş ke geřanewe
ebînî le xûy bed geřanewe
hendê mêzerî sipî ’almî
da’egirin ebne pendî ’alemî
sêdaredarê xwa lêy bê řazî
mêzerî best û, çû bû be qazî
xwa ke bîyewê pyawê bê dîn ka
kirdewey bedî la şîrîn eka
ḧîrsî dinyayî û arezûy lîre
hênd bedaxewe leşyan boy lîre
nazanin dinya kurte û kem mawe
merg zor nizîke û ’umrîş kem mawe
be zilley ecel ke hat belada
lêy lade, kesî naçê belada
ke kewa û kifin kiran aługoř
ewsa ezanî ke hatote goř
dest ekutê le dûy piryaskey pare
her wa ezanê zînduwekey pare!