caran egeřan bo îş le şwên pyaw

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  793 Dîtin
caran egeřan bo îş le şwên pyaw
yekêkyan ewîst řesenî nasraw
wecaẍzadeyî be îrs sendibê
dersî meclîsî bawkî xwêndibê
şermî namûsî bawkî bîgrê
be heway cah û mesned nexuřê
çunku nawecaẍ norey kewte ber
xoy lê egořê, kar nabate ser
eme îcabî çerxî dinyaye
ḧukmî ezelî û teqdîrî xwaye
«îynّe alْ’îynْسەانە leyetْẍey»y fermû
ke îstîẍnay dî, bayî ebê zû
pest paye legeł kewte sermestî
ciłewî hoşî derçû le destî
bwarî aw û şerab em dwane
meḧekî leş û ’eqłî însane
êsta emane bawî nemawe
xo hełkêşan û dem germî bawe
boye wa dinya têkçû be carê
le asmanîş her befir ebarê
bawcûd hemûy xwastî yezdane
çewtî û çewêłî ême behane!!