şafî’î şêxî dinya û qyamet

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  684 Dîtin
şafî’î şêxî dinya û qyamet
kewte teḧlîlî ’îlmî qyafet
şare û şar geřa le şwên em îşe
zaten ḧedîsî pêẍemberîşe
ḧedîs dû zatî cezbe kirduwe
ewanî tirî wa naw birduwe
îmam teşrîfî řûy kirde dêyêk
tûşî yekêk hat le sereřêyêk
kurte bałayêk mûzerdî çawşîn
řû, liç û lêwî girj bû leber qîn
hemûy nîşaney xirapey pêwe
hat be pîryewe le řaste řîwe
îmam e’uzubîlay le řast xwênd
ew mîwandarî kird be tika û swênd
her bo tecrûbe legeł kabra çû
eyřiwanî kabra zor be xizmet bû
ew şewe ta řoj nenûst le tawa
kabra tecrûbey dabû be awa
beyanî hełsa fermûy wa eřom
gwêdrêjekem bênederê bom
witî pyade bûy gwêdrêjit nebû
fermûy tecrubem wa be řast derçû