xûyêkî bede bo feřumaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  575 Dîtin
xûyêkî bede bo feřumaye
şeř be koneqîn dênnewe kaye
bîstûme ełên qîn jengî diłe
dił ke jengî girt bo şeř be kułe
lam waye ewey ke řiq hełgire
le dujminekey nařeḧettire
eyçênête dił key boy hełkewê
dujmin bidate ber xencer şewê
her be daxewe sirewtî nabê
be quřgya naçê nan û kebabê
musułmanî řast ewey zor çake
ke lêbûrd îtir derunî pake
bełam le pyawî sipłe mebûre
çunkû bednimek le wefa dûre
eger çaket kird legeł napaka
xirape ekey legeł pyawçaka
bełam em çak û xirap nasîne
xirawete naw lûley mesîne
hî ewto heye katê eynasî
ke le kemendî fêłya bitasî
bełam to çak bew leman mepirse
biłê: «bed be xwa» îtir metirse