hendê pîşey min legeł xełk cwêye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  571 Dîtin
hendê pîşey min legeł xełk cwêye
xoş guzeranîm zanî le kwêye?
min eger řast bê, pîrêkî jîr bim
nabê le taney dujmin diłgîr bim
ewî pêm ełê eger bê û wabê
nesîḧetêke małî awa bê
ebê ew xułqe xirapem çak kem
xom le twancî bedgo bêbak kem
katê le xoma neqsim nemênê
kirdewey çakim lay xełk enwênê
xo eger taney dujmin diro bê
ba ew bednaw bê û her řenceřo bê
ewsa bo minîş ebê be ’îbret
be diro le kes nakewme ẍeybet
bełam ke wa bim lêre hełnakem
zeḧmet bê ẍeybet, řefîq peyda kem
çarey ẍeybetman be «qumar» ekird
pareman nema, wa derman nebird
êّsita be naçar wek eḧmed ḧeyte
ekewîne ser řêgay em beyte
qumaran neken qur’an dexwênim
be diro xom wek ’abîd denwênim