ewey le lay to zemî dostî kird

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  668 Dîtin
ewey le lay to zemî dostî kird
be bê wefayî abřûy xoy bird
bedziban nuqte eçête ser «bê»y
axrî zyanî zuban dête řêy
kes nakesîş bê, lêt nabêtewe
tifî berew ba řîş egrêtewe
ewî bêbeşe le ’ar û namûs
her le xoyewe ebê be «casûs»
ewî nezanê ke kuřî kêye?
le gełya meço, bo hemû cêye
’îlmî qyafet bikey be řehber
řêy peşîmanît hîç nayête ber
genmî ademîn herçend hařawîn
ardêkîn be naw diřka çênrawîn
pyawî bed’exlaq heta bixiwênê
şeytenetekey şîddet esênê
xwêndin xułqî çak behrew derdexa
exlaqîş xwêndin binc bestî eka
hawîn û payz her řeşebaye
boye em şare kwêrî zor tyaye!!
çawsaẍî kwêrîş, hênd kewtote naw
zor kes naçarin be bestinewey çaw